Bê deng, jidûr ve min ji te hez kir
Te nizanibû
Te nedîbû
Te nebihîstibû
Lewra çarinan tişt ji dûrva xweş in
Niha jî bêbiryar im
Bêfikir im
Nikarim biryarekê bidin û tiştekî bifikirim
Ev hestên xwe bi vegotinekê ençam bikim
Mixabin ziman lal e
Dil hatiye guwaştin
Beden bi hezkirinê hatiye bêçandin
Çav kor bû ye, tiştekî nabîne…
Niha jî difikirim
Dixwazim ji ev bê dengiya xwe re peyvan biafirînim
Bila ev peyv bi zimanekî dewlemend be
Bila ev peyv hemû hestên min bikaribe bîne zimaman
Lê dîsa jî ez dûr im
Ez dûr mam
Ez dûr dimînime
Ez dûrrr im.. dûr im…
Ka ez ê bi kîjan zimanî
Bi kîjan peyvê
Bi kîjan hestê dest pê bikim
Nizanim…nizanim…
Niha li ba min hemû peyvan wateya xwe winda kirî ye…
Nikarim li ber ev rewşê tu peyva bikarbînim
Niha ez wek dewrêş im ji bo evîna dilê xwe di çengê de me
Mem im di binê zîndana de me
Rizganome occo bi rêça min ketiye dê min bikuje
Siyabend im siwar li pê min in
Li ser zinaran tê me xwar e Peskoviyekê ez kuştim…
Bê mal im
Li çolan mame
Li çolan ketime
Min riya xwe winde kir…
Ez niha dixwazim bibim dengbêjek
Min destê xwe bida ber guhê xwe û bigota..
Weyyy dilll weyy..
Wek Evdalê ZEYNIKÊ çi di dilê min de derbasbûya
Min ji te re ji nişkava bianiya ziman…
Xwaziya ez wek şakîrobûma
Min kilama xwe ji te re dirêj bikira, dilê bêdil…
Te jî bi şev û rojan li min guhdar bikira…
Xwaziya ez niha denbêjê deyşta sirûcê
Baqî xido bûma
Ku min nikaribû ji te re tiştek bigota
Min ê ji dilê xwe re bigota, wek baqî xido;
“Bes e dilo bes e
Mal xirabo bes e
Te serê min de nehiştî ye ne hiş e ne aqil e Bes e…”
Ka niha çi bû? Ez li benda çi me?
Çima nikarim tu tiştî bibêjim
Nizanim…Nizanim…