‘Ji dîrokekê dîrokeke Ehmedê Xanî’ derket

Pirtûka bi navê “Ji Dîrokê Dîrokeke Ehmedê Xanî” ji hêla Laleş Çelîker ve li girtîgehê hatiye nivîsîn û ji Weşanxaneya Aramê hatiye çapkirin. Pirtûk bi kurdî hatiye nivîsandin û çapkirin. Nivîsandina wê di 3 sal û nîvan de qediya û ji ber sirgûnan li 3 girtîgehan hatiye nivîsîn û yekane pirtûka Laleş Çelîker e. Çelîker diyar dike ku hevokên Ehmedê Xanî yên di pêşgotina pirtûkê de, rêya wê ronî kirine û wiha dibêje: “Li cihê hişmendiya sosyalîst, fikir, hişmend û felsefeyê rojavayî, me çima bi analîz, hêvî û fikrên Ehmedê Xanî paşeroja xwe ronî nekir. Me çima berê xwe neda dilê dîrok û çanda xwe.”
Çelîker van pirsan hem li xwe û hem jî li xwendevanan dike û berê wan dide koka wan û ji hêlekî ve jî bi fikrên Ehmedê Xanî siyaseta rojane ya îro ronî dike.

Edîtorê Weşanxaneya Aramê Mehmet Çakmak jî li ser pirtûkê axivî. Çakmak diyar dibêje pirtûk bi zimanekê zelal ê kurdî hatiye nivîsandin û dema pirtûk gihiştiye destê wî gelekî bi kelecan bûye û wiha dom kir: “Ji Dîrokê Dîrokekê Ehmedê Xanî de atmosfereke wiha derket. Di pêvajoyeke wiha de li girtîgehê derketina berhemeke wiha gelekî bi wate ye. Dema nû gihîşt destê min ez gelekî bi kelecan bû.”

Çakmak diyar kir ku nêrîna cîhanî ya Ehmedê Xanî ya ji hêla Laleş Çelîker ve hatiye hilbijartin, ji bo siyaseta rojane jî xwedî pêwîstiyekî ye û piştrast kir ku di pirtûkê de şîroveyeke cidî ya dîrokî heyle û ev jî bi belgeyan hatiye destekkirin û wiha dom kir: “Perspektîfa helbestî ya bi nêrîna Ehmedê Xanî hatiye pêşkêşkirin, dîrok û roja me ya îro jî nû ve şîrove dike. Di pirtûkê de helbestên Ehmedê Xanî bi awayekî orjînal hatine bicihkirin. Pirtûka ji du beşan pêk tê, di beşa yekemîn de serdema Ehmedê Xanî vedibêje. Di beşa duyeîn de jî rêbaza ziman a ku Xanî serî lê daye, birdozî û hişmendiya dewletê bi roja meya îro ve girê dide û şîrove dike. Taybetmendiya pirtûkê jî di vir de ye.”

Çakmak taybetmendiya kurdî û serdestiya nivîsê ya di pirtûka Laleş Çelîker de jî şîrove kir û eşkere kir ku ziman gelekî xweş hûnandiye û wiha berdewam kir: “Ziman gelekî li pêş e. Tê fêmkirin, zelal û wekî ku peyv bi mûçîngê hatiye kişandin. Serî li gelek peyvan nedaye. Dema vê dike nabe sedema windakirina fêmkirinê. Zimanê berhemê hêj hêsantir û zindî kiriye. Diyar e berhemeke xwedî ponijandinek cidî ye.”

Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply