Ji Dîroka Çapemeniya Kurdî di Nav Kurdên Rojava de Rojnameya “Roja Nû”

Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê: Libnan – Beyrût bû. 73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin – di navbera sala 1943an û sala 1946an de – û dor salekê ev rojname hatîye rawestandin, di navbera sala 1944an û hejmara (48)an de û sala 1945 an de û hejmara (49)an de.

Hejmara pêşî (1), ji vê rojnameya bedew di (3)ê gulana 1943an de hatiye weşandin, hejmara dawî (73), di 27ê gulana 1946an de hatiye weşandin.
Ev rojname ji hejmara (1-12) her heftî bi dûv hev de roja duşembê dihat weşandin, hejmara 14an piştî wan bi 15 hatîye weşandin. Ji hejmara (14-23)an, dîsa her heftî di roja duşembê de hatîye weşandin, hejmara 24 an piştî 15 rojan hatîye weşandin. Û wiha carna 15 rojî û carna hefteyî hatîye weşandin..

Hem jî carna hejmarek bi Kurdî û carana yek bi Fransîzî û carna jî her dû ziman bi hev re hembêz dikirin û dihat weşandin.

Roja Nû bi zimanê Kurdî û Firansîzî dihat weşandin, ev rojname ji 4 rûpelan pêk dihat 3 ê rûpel bi Kurdî bûn û yek bi Firansîzî bû, ji hejmara 49 an û pêve hejmarek bi Kurdî û yek bi Firansîzî hatiye weşandin.

Tevî ku (Roja Nû) rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye filoklor û çanda Kurdî, mirov dikare navê hin nîvîskarên wê yên beşê Kurdî diyar bike ji bilî navê xwedîyê wê Dr. Kamîran Alî Bedirxan, ew jî ev in: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî..
Qamişlo, 16.04.2017

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply