Her ji Kerkûk dest pê dikim
Min pênûsên xwe de girt ji pêjeyên neqandî
Tabloyek min neqişand bi zêrê zer helandî
Kerkûk mishefa Kurda min bi desta pelandî
Her wê pîroz bimîne parastî û hilandî
Biryara xwe me daye veger ji dozê nema
Gul pişkivîn ji xara xemlîn şax û lema
Me bi xwînê avda ye mîna cobar û çema
Çi qurbanî bête dan hîç li nik me nexeme
Tu hatiye parastin bi destê qehremana
Bi cûş û kelecanê gel dakete meydana
Şêra mil dane hevdû baz hatin ji zozana
Cangoriyê Kerkûk in ew dilê Kurdistane
Nameya biratiyê ji bo we me şiyandî
Destê xwe me dirêj kir bi aşitî hejandî
Bersiv we daba agir hinavê we kelandî
Çavê we çû patikê Malikî û Ebadî
Digel Heşda xwe ya reş hûn mîna gura hare
Êrîş we da li ser me êrîşeke xedare
Lê Kurd ne yê berê ye her hazir û li kare
Kurdistanê her ew ware lê qet ne ew bihare
Em Kerkûkê berdandin ger yek ji me bimîne
Pêmerge ser bilinde bejna xwe natewîne
Sîla yekem li te de devê te tije xwîne
Herdem bijî Kurdistan serbixwe dê bimîne
Dildarê Mîdî -Rûdaw