Ji bo ziman stretajiyeke derveyî civaka fermî

Ziman û miameleya bi ziman re mijareke girift e. Ji ber ku di rastiyê de ziman navgîna herî girîng a hizra mucered, ragihandinê, peywendîdanîna di navbera ferdan, avakirina civakî û bîra wê ye. Em bi ziman ava dibin û ava dikin. Ev ne tenê peyveke hema bi hemaset gotî ye. Tişt bi serê xwe ne xwedî mane de, bi ziman ango bi peyv û peywendên peyvan maneyan ava dikin û tişt hîna nû dibin ew tiştên ku em wan dibînin. Peywendên ziman jî bi gotarên siyasî û civakî ava dibin ku hem me ava dikin û hem jî rêya wê yekê ye ku em ava bikin.

Di nava civakên roja me ya îro de, dewra malbatê bi yekdestdariya bêr, nedîtî ya dewletê hatibe şikandin jî, hîna heta bi radeyekê xwedî dewrek e diyarker e di avakirina ferd û civakê de. Ango ez xwe jî di vê çarçoveya malbatê de bi cih bikim, wekî zarok û neviyê dê û bav û dapîr û bapîrên xwe, û wekî bav, xal, apê zarok, xwarzê, û biraziyên xwe, ez hatime avakirin, tême avakirin, min ava kiriye û ez ava dikim. Zarokên me û em jî wekî zarokên vê malbata têra xwe mezin dinyayê pêşî bi vê avakirina destpêkê nas dikin. Em wê bi vî rengî nas dikin. Di vê avakirinê de ziman ji kilît û wê de ye. Ez vê dibêjim, ji ber ku ziman ne tenê biresereke pasîf di destê hin kirdeyên civakî û siyasî de ye, ziman mirov dikare bi hêsanî wekî faktorekê bi nav bike, ango tevî ku faktorek e diyarker e, ew ji ber dewra xwe ya avaker, aktor e jî.

Di vê avakirinê de peywendiyan ferdan bi ferdan, bi hawîrdora xwe û civakê re tê avakirin û mirov xwe di vê pencereyê re dibîne. Bi ser de jî ziman yekane rê ye, tu reyeke din a em pê dizanin bihizirin nîn e. Ew yekane dergeh e, tu dergeheke din nîn e ku em karibin tê re derbas bibin da ku em karibin bifikirin û bi hev re bidin û bistînin. Ji ber wê jî tesîreke wê ya gelekî mezin li ser ferdan û her wiha civakan heye. Ango mesele ne tenê, 12 hezar ziman hebûn 6 hezar ziman mane ye. Mesele her ziman hebûn û nasnameyek e, mayeyeke mirovahiyê ye ku bi tecrubeyên hezaran salan bi gewde bûye, her beridiye û zindî ye. Ziman ava dike û dijî bi wan ferdan û civaka wî bi xwe ew avakirî re. Lê mirina wî yan jî kuştina wî heger wisa ye gelo dikare wekî kuştina wî bi tenê bê dîtin?

Bi ya min na, berî her tiştî ew mayeya fikr û peyvan a tekane ji holê radibe, şûna wê tu tişt danagire, nikare dagire jî ji ber ku her ziman tekane û bê mînak e. Ya dinê ew ferd û civakên xwediyê wî zimanî êdî fizîkî jî qismî dişikin, heta dimirin, ew wekî berê nabim êdî, ew tişta kêm êdî her kêm e. Ew qirkirina mucered a manewî vediguhere qirkirineke fizîkî ya ku xwe bi nexweşiyên kolektîf ên mîna trawma û şikestinên ferdî û civakî dide der. Lê ev derb ne tenê li wê civakê tê xistin. Li tevahiya civakan tê xistin, ew mayeya manewî û mucered mayeyeke ku tenê bi wî hin zanîn dikarin bên mihafezekirin ku malê me hemûyan in, lê êdî ew ê nemabin.

Di vê peywendê de mirov li zimanê civakê divê binihêre. Ji ber wê jî bi ya min berevajî ya ku dewlet dike, divê wekî dildarên ziman, em karibin dewreke pozîtîf a malbatê di peywenda fêrkirina zimanê dayikê, malbatê û civakê de teşwîq bikin. Bi vî zimanî di heman demê de ferd û civak tên avakirin. Çawa ku dewletên desthilatdar bi kêmkirina dewra zimanê dayikê û di fêrkirina wê de dewra malbatê kêm dike, divê em karibin li dijî vê karibin li ber xwe bidin, û ziman û zarokên xwe bînin cem hev. Helbet sazî û rêxistinên civakî girîng in, nexasim jî di serdemekê de ku bi destê saziyên di yekdestdariya dewletan de ên mîna dibistanan, şerekî mezin ê qirkirina civaka û ziman tê kirin, dewra malbatan û saziyên derveyî vê civaka dewletî û fermî girîngtir dibin. Ez hez dikim vê hizra xwe bi pêşniyazeke şênbertir bi dawî bikim; saziyên zimanê kurdî, ferdên ku xema kurdî gelekî dixwin û rêxistinên dê û bavên kurd divê karibin di mijara teşwîqkirina dewra malbat, civak, saziyên derveyî civaka fermî de stratejiyekê çêkin. Li aliyê din wekî şaxekî heman stratejiyê divê li ser bikaranîna derfetên di nava civaka fermî de jî rêber û ravekirinên berfireh ji bo welatên cihê bên avakirin. Bi ya min ev dikare tevî tecrubeya bi dehan salan bê kirin û ya ku derkeve holê jî dikare li gorî welatê kurd lê, çi li Kurdistanê û çi jî li derveyî welêt bi hurgiliyan û mînakan bê ravekirin ku di encamê de wê nexşerêyekê ji bo rewş û mercên cihê derxîne holê.

 Luqman Guldivê-Yenî Ozgur Polîtîka

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply