Ji Bo Zewaceke Bextewar 10 Risteyên Zêrîn

Em hema hema her roj xebereke hevûdu berdanê dibihîzin û em hîn bûn van xeberan bibihîzin.

Pirr caran ciwan bi evîneke xurt ji hevûdu hezdikin û du meha şunda em dibihîzin ku dê hevûdu berdan e, û hevûdu berdan me şaş nakê. Pirr dema ji zewacê şunda eşq û evîn pirr kêm dibe.

Bi rastî êdî em jin û mêrê ku 50 salî bi hevûdu re ne pîroz dikin û em şaş û mat dimînin . Pirr dema em meraq dikin ka çawa pencî sal e ew bi hevrene. Pir dema dilê me pê dimîne. Belê divê sirrekê vê hebe… Hinek jin û mêr 25 sal şunda hinek tiştên hev hîn dibin û tiştê nû hîn dibin. Dema hevûdu dinêrin çav dibiriqin û kêfxweşîyek tê holê.Divê em jî van zewacê wiha lêkolîn bikin gelo çawa ev zewac rind û aram didomin.

Van disturê ku em binivîsin tenê mexwînin, bijîn jî:

1.Hûn Her du jî bi yek carê hêrs nebin

Carinan jin û mêr ser hinek tiştan gengeşîyê dikin û ev asayî/normal ye. Lê divê herdu jî bi yek carê hêrs nebin. Yek hêrs bibe bila ê/a din bêhn fereh be. Peyvên ku hûn dê paşê poşman bibin û nikaribin vegerînin bikarneênin. Hûn mafdar bin jî heta ku rewş aram bibe, lazime hûn bisekinin û demekê şunda fikr û ramanên xwe bi dengekî nizm û aram bibêjin. Wê demê hûnê hesanîtir xwestinê xwe bînine cih. Bîr nekin, zimanê şîrîn mar ji qulikê derdixe.

 

2.Bi hevûdu re neqîrin

Dema ku we ser meseleyekê niqaş kir û yekî/yekê dengê xwe rakir bila a/ê din jî dengê xwe raneke û neqîre. Qîrandin tu carî meseleyan çareser nake. Pir dema rewşê tevlîhev dike. Wextê ku hûn bi hevûdu de diqîrin tenê xirecir derdikeve . Pêş evînê lazim e navbera we de rêzdarî hebe ku zewac demeke dirêj bidome.

 

 3.Rexnekirinên xwe nerm bikin

Bêguman çêdibe ku hûn hinek tevgerê jina xwe/mêrê xwe neecibînin û hûn dikarin ser wê mijarê fîkrê xwe bêjin jî. Lê hûn zanibin ku hûn herdu jî nikarin hevûdu biguhêrînin. Bila peyvên we nerm û ser rindîyê bin. An na peyvên we kêrî tiştekî nayên Tenê hûnê dilê hevûdu bihêlin û dê di navbera we de xemgînî pir bibê.

Nebêjin ‘‘ Ez ji vê tevgerê nefret dikim.’’ li şûna vê gotinê wiha bibêjin ‘‘ev tevgera te min xemgîn dikê û li te naye’’. Hûn wiha bibêjin hîn ne baş e ?

 

4.Nekevine şerê desthilatdariyê

Heger niqaşê yek qezenç bike dev jê berdin bila jina/mêrê we qezenç bike. Eşq/evîn ne şerê desthilatdariyê ye. Di Tekoşîna desthilatdarîyê de herdu alî jî wenda kin, qezenca vê tekoşînê nîne. Di Malê de lazim e herdu alî jî desthilatdar bin û herdu alî jî guh bidin hev.

5.Tiştê derbasbûyî, di borîyê de bihêlin

Tu caran xetayên ku berê hatine kirin bi jina/mêrê xwe re dûbare nekin. Dema ku we ser mijarekê niqaş kir, tiştên ku borîne neênine rojevê. Him mijarê dirêj bibê , him jî ew mijara ku hûn li ser niqaşê dikin dê bêdawî bimînê.

 

6.Tu caran hevûdu xemsar nekin

Ji Bîr nekin ku hûn ji bo çi zewicîne. Ji bo parvekirina kêxweşî û ji jiyanê keyfê bistînin. Dibe ku karê we ji hevûdu cuda bin, dema ku mêrê we darî maçê dike hûn dikarin herine cem hevaleke xwe. evan tiştan zewaca we ji monotoniyê derdixê. Lê dema ku hûn tiştekî dikin, bi jina xwe/mêrî xwe neşêwirin û xeberê nedinê hûn di rêyeke nerast de ne.

Hûn dikarin bigerin, tiştan bikin û bi hevalan re hevdîtina bikin lê nelazime ku hûn hevala/hevalê xwe xemsar bikin. Divê hûn bitewş tevgerê bikin û demê xwe ji jina xwe/mêrê xwe re veqetînin.

 

7.Bi xeyîdiyê nekevine nav

Ciyan We di nava rojê de çiqasî bi hevûdu re niqaşî kiribe jî divê hûn bi xeyîdî nekevine nav nivînan. berî raketinê hemû pirsgirêkan hal bikin û wiha rakevin. Çareser nebin dê him xew him jî roja din li we heram bikin. Niqaşê dirêj nekin, lewra çiqasî dirêj bibe him çareserî zehmet dibe him jî xemgînî pir dibe. Jûra razanê, jûreke taybet e, lazime hûn pirsgirêkên xwe nebin wir.

 

8.Girama bikin

Di nava rojê de teqez herî kêm carekê û an jî hîn pirrtir gotinên şîrîn û xweş bibêjin. Dema ku jina we/mêrê we gotineke xweş bibihîze dê kêfxweşî û şahiya di nav we de zêde bibê. Berî her kesî gotinên we hevalê/hevala we kêfxweş dike û ev watedar e.

 

  1. Lêborîn xwestinê zanibin

Dema ku we tiştekî xelet/şaş kir hema îtîraf bikin û lêborînê bixwazin. A girîng ne xeletiye, dûvre lêborîn xwestin e. her kes şaşîtiyê dike. Lê lazime hûn van xeletiyan nekine xûy.

 

10.Di niqaşan de tawanê xwe qebûl bikin

 

Dema ku we niqaş kir divê hûn guh bidin hev û derd – gotinê hev fêhm bikin. Lewra di niqaşan de pirr dema herdû alî ji hevûdu guhdarkirinê zêdetir tiştên ku bibêjin dihizirin.

 

Nivîskar: Ömer Yıldırım

 

Em hema hema her roj xebereke hevûdu berdanê dibihîzin û em hîn bûn van xeberan bibihîzin.

Derbar Rêvebir

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply