07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Ji Bo Zarokan Lîstik – Emre MÛHARGÎNÎ

Piraniyên dê û bavan,  ji bo karên xwe yê rojan e bi hêsanî çareser bikin zarokê xwe handan(teşwîq) dikin ji bo leyîstikê; lê wate ya vî ji bo pirê zarokan qet ne berginda emrê “Hadê here bileyize” yê ye.

     Lîstik, lêhûrbûyînê(konsantre) dixwaze.

     Lîstik, ji bi yek bûna zarok û giyanê lîstikê pêk tê.

     Di lîstikê de zarok cîhanek li gor xwe ava û xeyal dike.

 Gerîdeya di destê wî/ê de, pêçkeyê(teker) biçûkê wê gerîde yê, rêwiyê ku hûn nabînin lê yê ku ew dibîne û bi wan re diaxife. Ji bo gerîdeya wî/ê rêyên taybet û li der û dora wê rêyê jî lembayê trafîqê, peyayê ku ji bo lembaya sor sekinîne û hwd. hene. Van hemû tiştan di cîhana zarokê de; di dema lîstikê de mîna lehengê efsûnî yê ku dest bi tevgerê dikin in. Wekî rêwîtiyên ku Elî li nav eywanê bi gerîdeya xwe dike ne.

Xwepapo kirin an leyîstin?

Dê û bav bi gelemperî wekî ku bi zarokê xwe re dileyîzin didinê xuya kirinê. Hal we ye zarokekî tiştê ku herî tehemûl nake, ew kesên ku bi wî/ê re nejidilî dileyîzin.

Zarok di nav pîvanê hêza xeyalê xwe de, herêma ku tê de lîstikê dileyîze bi tevahî kontrol dike. Di vê demê de tiştê di destê zarokê de bi tenê bûkek(pêlîstok) be jî, dêya wî/ê ku nayê xuya kirinê çûye marketê ji bo zarokên xwe şîr bikire. Dîsa ji bo wê zarokê nexweş ketiye bibe nexweşxaneyê bavê wî/ê li qûncekî sekiniye. Werhasil di dema lîstikê da hêza xeyalên zarokê bêtixûb dixebite.

Mirov van tevî nizanibe û tênegihîje bixwaze bi zarokê re bileyîze ev ji bo zarokê ji pirsgirêk û pê hisandineke ne hêja ye û pêştir bi kêrî ti tiştekî nayê. Her çiqasî dê û bav ji bo xwe bixapînin dibên: “Binêre ev saeteke ez bi te ra dileyîzim.” Jî ji bo zarokê ev ne leyîstik e ancax xwepapo kirin e.

Lîstika bi zarok re destbikêrî dixwaze.

Ji hemû van rastiyan ku em derên rê em dikarin lîstikê wekî “Ketina cîhana xeyalî ya zarok û hev nasîna lehengê wî/ê yê nepenî, hînkirin û pejirandina rêzikê zarok yê di cîhana wî/ê de” terîf bikin. Hekena rawestina li ba zarok û “dûût, dûût…” ajotina gerîdeyeka wî ya li ser masê, nayê wate ya lîstik leyîstin a bi zarokê re.    

Şertê yekemîn û hîmî yê leyîstika lîstikan bi zaroka re; divê zarok di we da ew “qabiliyet”a ku hûn ê dikaribin lîstik bileyîzin bibîne û wê we bipejirîne cîhana xwe ya xeyalî. Lewre zarok hemû kesî napejirînin vê jiyana xwe ya taybet; ev dê û bavê wî bin jî.

Zarok desthilatdarê lîstoka ku dileyîzê ye.

Her çiqasî hûn mafê ketina cîhana zarokê bi dest bixin, jî xala girîngiya leyîstina lîstikana pê re hûn bin pê bikin; zarok tavilê wê we ji wê herêma taybeta cîhana xwe ya xeyalî biavêje derve. Xala girînga lîstikê ev rêzik e: “Her zarok desthilatdarê lîstika xwe ye.” Dê û bavîtiya we di mal a we de muteber e. Di cîhana xeyalî ya zarokan de dê û bavîtî betal e.

Ku hûn lîstika leyîstokan bi zarok re bipejirînin êdî hûn nikarin rêzikekî nû daynin. Divê hûn li gor rêzikê zarok tevbigerin. Wekî mînak; gava ku hûn gerîdeyê xwe li ser masê hêdî hêdî biajon û ku we  dît zarok ji nişkave sekinî, ji bîr nekin ew gav lembaya sor vêketiye. Zinhar nepirsin: “Ka lemba ya sor li kuderê ye?” Lewre li hember vê pirsê wê zarok bikeve nav hêvîşikestîbûneke mezin.

 Lîstok bêmebest e.

Çaxa ku zarok dest bi lîstikê dike ne armancek wî heye û ne jî senaryo ka  wî ya nivîsandî heye. Her tişt di bîskekî de diqewime. Ev rewş cîhana zaroka ya xeyalî bi zûbûnekî deresayî geşe dike û ji alîkî ve jî zerengiya helkirina gelş û pirsgirêka zarok zêde dike. Dema di lîstokê de zarok leqayî pirsgirêkeka jêhêvînekirî bê; bi biryareka zêhn,  zerengiya çareseriyê bi dest dixe. Wekî mînak ji ber ku zarok gerîdeyeka biçûk pir zû diajo polîsê trafîqê wî disekinîne û jê wî dipirse; “ Çima tu hewqasî zû diajoyî?” her bersiva ku wê zarok bide, hêza ramanên wî yê dahûranî(analîtîk) zêde dikê.

Nivîskar: Perwerdekar Adem GÜNEŞ

Wergerîner: Emre MÛHARGÎNÎ

Derbar Rêvebir

Check Also

Di Toreya Kurdî De Nasnavê Jinan

Ciwanên Hêja! Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo jinan heye. Rûmeteke wisan …

Leave a Reply