Şîr ji zayînê û pê ve ji bo bihêzbûna hestîyan û movikan gelekî girîng e. Ew zarokên ku awayekî birêkûpêk şîr vedxwin yan jî şîremeniyan vedxwin/dixwin ji aliyê gihaştina fizîkî ve ji mirovên din bijûntir in. Ji bo tenduristiya mirovan awayekî baş û birêkûpêk bibe vexwarina şîr, xwarina penîr, xwarina mast û wd şîremeniyan gelekî girîng e.
Şîr hem ji bo zarokan enerjiya laşê peyde dike û hem jî ji bo peydakirina enerjiya wan ya rojane dibe alîkar. Yanê ji bo zarok zû newestin û bi tenduristî bin şîr dibe alîkar.
Zarokên Ku Şîr Vedxwin Li Dibistanê Serkeftîtir in
Şîr feyde nade gihandina laş tenê, di heman demê de feyde dide gihandina zîhnî jî.
Li gorî hin lêkolînan, zarokên ku şîr vedixwin û şîremenî vedxwin/dixwin di dibistanan de ji zarokên din serkeftîtir dibin. Lê belê dîsa jî em nikarin bêjin ji sedî sed sedema serkeftina zarokan vexwarina şîr e. Ji ber ku zarok ji mirovên din birêkûpêktir dixwin û vedixwin. Lewma em nikarin bêjin sedema serkeftina zarokan sedî sed ji qedandina şîr û şîremeniyan e.
Qewet Dide Pergala jêbexşîyê (Pergala parastinê, bagişiklik sistemi) û Bihêztir Dike
Di nava şîr de zêdetirî çil (40) qût hene û ji bo şopê, ji bo cemidandinê, ji bo cemidandina qirikê (faranjît) û wd tevahiya nexweşiyên zivistanê baş e û rêjeya destpêkirina wan nexweşiyan jî kêm dike. Bi saya vê ku pergala parastinê bihêztir dike jî zarok zivistanan kêmtir nexweş dikevin. Dema nexweş dikevin jî zûtir ji nexweşiya xwe xilas dibin û kêmtir êş dikşînin.
Bila Zarok Bi Çawa Şîr Vexwin?
Piraniya zarokan şîrê di nava çîkokate û kakao de, yan jî di nava tûfirengî (çîlek), mûz û wd fêkiyan de vedxwin. Zarok di şûna van şîrên ku pêzeya tevkirî yanê ku tê de medanên kîmyevî hebin vexwin, biçin şîrên xwezayî vexwin ji bo tenduristiya wan û gihandina wan çêtirîn e. Ji bo zarokên ku naxwazin şîr vexwin jî mirov dikare fêkiyên xwezayî bikarbîne ku şîr li ber çavên zarokan şîrîn bibe û bi kêfxweşî vexwin. Ji bo tenduristiya zarokan germbûn û sarbûna şîr ne girîng e. Ya girîng ew e ku şîr xwezayî be û tê de medanên kîmyevî tunebin.
Heya giyayîbûna zarokan bikaranîna wan ya şîr wê ji bo tenduristiya hestî û diranan, ji bo bihêzbûna pergala parastinê û ji bo hînbûna xwedîbûneke birêkûpêk gelekî baş e û bandora wê ya erênî heye.
Şîrvexwarin û xwarina şîremenîyan zarokan ya birêkûpêk û heya xamabûna wan ji bo tenduristiya wan û ji bo gihandina wan ya fizîkî û ya zîhnî gelekî girîng e.
Ji ber vê yekê zarokên xwe hînî vexwarina şîr bikin ku zarokên we zû nexweş nekevin. Hûn jî şîr vexwin ku hestiyên we û diranên we saxlem bibin.
Bê nexweşî û paristî bijîn.
Zindîwerzan Zelal Kurdî