Ji Bo Vîrûsa Koronayê Hinek Nifir

ÇEND NIFIRÊN KURDÎ LI VÎRÛSA CORONAYÊ:

Agir bi derê te bikeve
Agir bikeve mala te
Agirê kulê bi mala bavê te bikeve.
Agirê semawatê bikeve mala te
Axîna te xwîn were
Berik li te bikevin
Berîka te hertim qul be
Birûsk li te bikeve
Çavên te bibin rijik
Cegera te bişewite
Dê û bavê te xêr ji te nebînin
Dev li te xwar bibe
Dû ji bixêriya te hilnekişe
Gora te ne keve nava tu goran
Goştê te bibe xurê mişk û maran
Goştê te mar û mişk bixwin
Gur li te bicivin û goştên te ji hestiyên te bikin.
Heta mirinê tu rindî nebînî
Hey Qotik têkeve mala te…
Hişk û har bibî
Hundir te reş bibe.
Hundirê te qul bibe
Îavên te kor bibin.
Îlancix di gewriya te de were
Jiyan li te bibe jehr û ziqûm
Kevir û kuçik li te bibarin
Kezeba te qul bibe
Mala te bi serê te da bixelê.
Mala te here mîratî.
Malik li te bela bibê.
Mejuyê te vala bibe
Mitik li te bikeve.
Qûn li te biçire
Qûş li te biqete
Serê te li tehtekî bikeve
Stuyê te bişkê
Te şîrê kerê vexwariye
Text û rextên te bela bibin.
Top li te bikeve
Topa xwedê li te bikeve
Tu bela xwe ji destên xwe bibinî.
Tu bi goştê canê xwe kevî
Tu bi penceşêrê bikevî
Tu bibî perçe û parî
Tu car riya te rast nebe
Tu derpiyê rengîm li ber serê xwe nebînî
Tu dîn bibî bi çola bikevî
Tu dîn bibî û bi çolan bikevî.
Tu goştê xwe biruçikînî
Tu gûno nebînî
Tu hewceyê ker û kûçikan bibî
Tu ji çîrtê re bêjî şorî.
Tu ji herdû çava bibî
Tu ji herdu çavan bibî.
Tu kerr û lal bibî
Tu kurdûnde herî.
Tu kût û qot bibî.
Tu pars bikî pars bi destê te nekeve
Tu qet mezin nebî
Tu ranehêjî baqê keziyan
Tu rezîl û riswa bibî
Tu sêwî bimînî
Tu têkevî ber destan
Tu têkevî ber destê min
Tu xêr bikê tu xêrê nebênê
Tu xêr ji xwe nebînî
Tu xêr ji xwe nebînî.
Tu xwîn vereşî
Xûn di devê te ra were
Xwedê te kor û kût bike
Xweliya sar li serê te be ku tu bela xwe didî jar û bindestan.

 

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply