Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne.
Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, di bin sî salî de tên bal hev.
Ciran û hevalekî min a baş hebû. Navê wî Celîl bû. Xwedê ji wî razî bibe. Celîl rojekê (bihara 2008an) ji min pirsîbû: “Ji bo çi tu kovara Nûbiharê nexwinî?”
Min gotibû: “Ez bi Kurdî nizanim bixwînim.”
Celîl gotibû: “Gelek hêsan e.”
Heman li vira, li ber deriyê xwe, wî kovara Nûbiharê vekir û ji min re xwend. Min bi çavên xwe ew dişopand û min lê nêrî bi rastî Kurdîya Nûbiharê pirr xweşik û sivik e. Kurdîya Nûbiharê ji ruhê min, ji rabirdûya min, ji mirin û jiyana min derdiket. Kurdîya Nûbiharê gelek basît û herîkbar bû. Heman li vira min bîryar da û ez bûm aboneyê kovara Nûbiharê. 2008-2021, 13-14 sal bûne. Heta ku ûmrê min heye, ez dest ji Nûbiharê nekişînim; çimkî Nûbihar karekê gelek baş û bimbarek dike.
Nûbihar ji bo min çi ye?
Ewil çand û folklora Kurda ye.
Piştre Nûbihar çîrok û serpêhatiyên bi zimanekî sivik û xweşik hatine nivîsandine.
Nûbihar şiûra dîrok û netewebûnê ye.
Nûbihar ziman û gramera Kurdî ye.
Tabî, em helbest û hevpeyvîn, lêkolinan ji bîr nekin.
Nûbihar tewrekî bi şeref e.
Nûbihar biratîya dîn û olan e.
Nûbihar hilweşindana sînorên sextê ye.
Nûbihar pêşî lê girtina bişaftin û asîmîlasyonê Kurdî-Kurda ye.
Nûbihar xewn û xeyala Ehmedê Xanî ye.
Eger ku min Nûbihar nexwendiya tim tiştekî min, alîyekî min, perekî min a kêm bibûya.
Ez ji berpirsîyar û kedkarên Nûbiharê re gelek sipas dikim.
Destên we sax bibin.
Xwedê we biparêze.
Xwedê kêmasiye wê nade.
Dizanim ku kêmasiya we bi tu tiştî tijî nabe.
Bi hêvîya Nûbihar û Newrozên azad û bextewar.
Newroza me pîroz be.
Faik Öcal