Ji bo romana “Li Benda Keskesorê” çalakiyek çêkirin

Li bajarê Giessen ê Almanyayê danasîna romana Dr. Fikret Yildiz a bû navê “Li Benda Keskesorê” hat lidarxistin. Nivîskarê pirtûkê li civîna danasînê hem hinek beşên ji romana xwe xwendin û hem jî di dawiyê de romana xwe ya ku nû ji Weşanên APEC’ê derketî ji bo beşdaran îmze kir.

Naveroka romana “Li Benda Keskesorê“ ji çîrokeke rasteqînî pêk tê. Qehremanê çîrokê H. Osman Efendî yê kalikê nivîskarê romanê Dr. Fikret Yildiz e ku cihekî taybet yê wî di nava dîroka malbata wan de heye. Malbat ji gundê Mikaîla yê Polatlî yê Enqerê ye. Serpêhatî jî ya destpêka salên 1800’an û pê de ye. Osman Efendî di ciwaniya xwe de ji gund vediqete û diçe Stenbolê. Li wir jî têkiliya wî hem bi rayedarên dewleta Osmanî û hem jî bi Mewlana Xalid re çêdibe. Piştî xwendina li medreseyê dibe mele. Pê re jî bi keçeke ermenî ya bi navê Asparîk re dizewice. Ew piştî derdora panzdeh salan vedigere gundê xwe û destpêkê hem gundî û hem jî piraniya malbatê wî nas nakin. Ew li gund di nava demê de bi navê xwe mizgeftekî ava dike û dibe serkêşê eşîra Mikaîla.

Serpêhatiyên di romana “Li Benda Keskesorê” de berê bi rêzeçîrokên bi navê “Siyarê Têrika” di kovara Bîrnebûn ku kovareke taybet a kurdên Anatolyaya Navîn e, hatibûn weşandin. Dr. Fikret Yildiz ev çîrokên ku pê mezin bûbû di vê romanê de kirin yek û van rojan ji Weşanên APEC’ê derket.

Nivîskar Nuh Ateş jî ku keda wî di nivîsandina vê romanê de heye, di destpêka pirtûkê de kurtedanesînek nivîsandiye.

Nivîskarê pirtûkê di şava danesîna romanê de destnîşan kir ku armanca wî bi vê romanê ew bû ku jiyana eşîra Mikaîla ya wê demê li Polatliya Enqerê raxîne ber çavan û bi vî awayî arşîvekî ji dîrokê re bihêle.

Navê romanê jî xwe dispêrê efsaneya ku dema keç di bin keskesorê re derbas bibin wê bibin kur û dema kur derbas bibin wê bibin keç. Balkêş e ku ev efsane ji berê ve ne tenê di nava kurdên Anatolyaya Navîn de, lê di nava piraniya kurdan de heye û heta roja îro hatiye.

Danesîna pirtûkê êvara 19’ê mehê ji aliyê Komela Civata Alman û Kurd li Giessen ve hat birêxistin.

Romana “Li Benda Keskesorê“ ji 148 rûpelan pêk tê û vê mehê ji Weşanên APEC ku li Stockholmê ye derket.

Zekî Ozmen-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply