Ji bo piştî xwarinê heft pêşniyar!

Li gor lêkolîna pisporan piştî xwarine pêwîstiya 7 tiştan hatine diyar kirin. Di lêkolîna pisporan de 7 tişt hene ku divê her mirov piştî xwarinê yek bi yek bike.

Piştî xwarinê pêwîstiya 7 tişt wiha ne.

1- Piştî xwarinê vekişandina cixareyek bedelê 10 cixareye. Ev rewş jî rîsqa şerpencebûyînê zêde dike.

2- Piştî xwarinê, divê fêkî neyê xwarin  ji ber ku fêkî madê mirova bi hewayê zêde dike. Divê fêkî piştî xwarinê seatek yan 2 seat bihête xwarin.

3- Pişrî xwarinê, vexwarina çay jî ji bo tendûristiyê ne başe. Çay vîtaminên xurdemeniyê dikûje û nahêle ku laşê mirov ji vîtamînên xurdemeniyê îstiîfade bike.

4- Divê mirov piştî xwarinê kemerê xwe fireh neke. Firehkirina kemerê dibe ku bibe sedema girêbesta ruviyan.

5- Piştî xwarinê meşek ne bifeydeye. Ji berk u meş ji bo herisandina xurdemeniyan bandorek mezine. Divê meş piştî xwarinê seatek bibe.

6- Piştî xwarinê serê xwe jî neşûn. Serşûştin gera xwînê ber bi dest û piyan ve zêdetir dike û gerandina xwîna ya li madê jî kêm dike. Ev jî ji aliyê sîstemê herisandinê ve xeteriyeke.

7- Divê mirov piştî xwarinê nekeve xewê. Xew astengiyek mezine ji bo xebata herisandinê madê û herisandina xurdemeniyan. Xewê piştî xwarinê kîloya mirovan zêde jî dike.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply