Ji Bo Perwerdehiya Zarokan

1-Zorakên xwe li ber kesi fedikar nekin; zarokên fedok,li ber civakê nêrinên xwe nikarin binin ziman u bêbertek diminin. Ku mezin dibe daxwazê xwe nikare bine ser ziman u di jiyanê da xwe bêqîmet his dike.

2-Ji bîr nekin zarok bi hêvîne ku ji dê û bavê xwe pesn û pesendan bibihîsin. Van pêdiviyên zarokên xwe bînin cih. Di her derfetê da tiştên ku çê kirî bêpesend nehêlin.

3-Derfetê bidin zarokan ku alîkariyê bide heval , meriv u derdora xwe. Wê zarok bextewar bibe ku zanibê hewcedari bi wî/wê heye. Wê xwe ewle hîs bike.

4-Bala xwe bidin pirsên zarokên xwe û zanyariyên rast bidine zaroyan. Zanyariyên çewt( ne rast) nedinêkê. Dema ku zarok çewtî di gotinê dê û bavê xwe de hîs dike baweriya wê/ wî bi dê û bavê kêm dibe .We bi guman gotinên rast va jî binêre.

5-Her dem gotinên zaroyên xwe guhdarkin ku ew jî guhdariyê hîn bibin.

6-Rêz bidin ji kesayetîyê zarokên xwe ku ew jî rêz bidin we.

7- Suriştî û jidil tevbigerin bi zaroyên xwe ra. Ji bîr nekin ku zarok we ji xwe re rêber digrin.

8- Alîkariyê bidin zarokan ku fikr û ramanên xwe bînin ser ziman. Zarok ji mal hîn dibin ku bi cesaret (bi wêrekî) di civakê da hêstên xwe û daxwazên xwe bîne ziman.

9- Bi erênî bifikirin ku zarokên we jî wek we bifikirin. Fikrên erênî di jiyana mirovan de cîhekî girîng digire.

10- Ku we tiştekî çewt (şaş) kir lêborînên bixwazin ji bo zarok hîn bibin ku lêborîn ne tiştekî şerme.

11- Her tevgerên zarokan rexne nekin. Zarok jî wek her mirovî ji rexneyan heznakin. Zarokên ku ji aliyên kesan pir tên rexnekirin meyîle derewan dikin. Çewtên wan e girîng ji wan re îzah bikin . Lezgîn û heterker nebin.

12- Ji zarokan re sedeman rê bidin û bi wan fehmkirin bidin ku dikê çi ji bo çi nekine

13- Dema ku hûn bi hêrs bûn bi aramî bi zaroyên xwe ra tevbigerin ku hun bi hêrs tevbigerin wê têkiliyê we xera bibê. Baweriyê xwe bi we naminê û wê zarok jî bêaram û bihêrs be.

14- Di têkiliyê we u zarokan de hewceye ku tevger û gotinên we hevgirtî bin. Ku hûn wisa tevbigerin hûn e alikariyeke girîng bidine gihaştinê kesayetiya zaroyên xwe.

15-Perwerdehiyên bav û kalên xwe ji xwe re rêbaz negrin. Derfet û şert her dem tên guhertin. Cudatiyên di ferasetên berê û nû de ji bîr nekin .

16-Dem ne a “yan ere yan jî na” ye.Çıqas kêm bi tiştên çewt da bikevê ewqas kâre.

Werger: Mustafa Tanrikulu

Derbar Rêvebir

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply