Ji bo paqijiya çerm yan jî post şîrê behîvê!

Di nava rojê de girîngiya paqijkirina çermê we yê westiyayî her ku diçe zêdetir dibe. Çermê ku rojane tê makyaj kirin, rewşa hewa, stres wê diwastîne, nikare nefes bigre û dibe sedem rûn girtinê ango çewriyê.

Behîv ji aliyê kalsiyomê de xwarineke dewlemende û di nava xwe de Omega 6, Çînko, hesin, vîtamîna B û E, magneztum û potastum hildigre. Rûnê têrbûyî hilnagre û ev jî dibe sedem ku metirsiya nerihetiya dil da keve.

Bûna xwedî çermekî temîz û paqij xeyala herkesekiye. Ji bo çermekî bi tendurust, birqandî û nefeseke baş, bi awayekî nîzamî paqij kirina çerim girînge.

Şîrê behîvê yê ku hûn bi bademê çê bikin hûnê bigehêjin çermekî bi tendurust û jiyanê. Hûn dikarin li gel ya amade ya derve de li malê bi awayekî bê zehmet û bi tendurust ji bo xwe jî çê bikin.

Behîvên ku we berî 12 demjimêran şil kirine bixine nava blendarê, li gor pîvanê ku hûn bixwazin avê lê zêde bikin û tev bidin. Tişta ku li vir hûn lê hişyar bin ewe divê hûn baş bizanin ku av ji aliyê behîvan ve baş hatibe vexwarin. Ev têkeliya ku we amade kir bi dolbent yan laçikekî biparzûnin, wê şîrê badema we amade bibe.

Dema bi kar anîna wê heta 3 rojane. Li vir mijareke din ku divê hûn lê hişyar bin jî, divê zarokên ji 2 saliyê biçûktir şîrê behîvê neşoxlînin.

Ger pirsgirêkeke we ya derbarê Tiroîdê hebe pêşniyara bikar anîna şîrê behîvê ji bo we nayê kirin. Şîrê bahîvê ku asta wê ya xwarinê pir bilinde ger zêde bê bikar anîn pêşî li îshalê vedike. Divê hûn pir bi hişyarî û bi kontrol bikar bînîn.

Ji bo bikar anîna çerim jî kulmek behîv bînin asta tozê û bi kevçiyek şekir re têkel bikin. Qasî ku dikare hilgire gulavê lê zêde bikin 2 rojan bihêlin. Berî bikar anînê tev bidin û çermê xwe paqij bikin. Hûn dikarin di heftiyê de 1-2 car ji bo çermê xwe bikar bînin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply