Şemî , 19 Îlon. 2020

Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin

Xwendekarên beşdarî kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî bûn wiha gotin: “Ji bo em hînî kurdî bibin, pêş ve bixin û bikin zimanê jiyanê li vir in.” 

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku di Adara 2017’an de hat avakirin, dest bi dersên xwe yên serdema nû kirin. Komele di 1’ê Cotmehê de dest bi dersan kir û dersan bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dide. Ji xwendekaran bigire heta karkeran gelek kes beşdarî dersan dibin. Hin kes jî tevî zarokên xwe hînî zimanê xwe dibin. Xwendekar û mamosteyên komeleyê wiha gotin: “Ziman dergûşa nasnameyê ye.” 
 
Yek ji mamosteyên komeleyê Bilal Yildiz der barê dersan da agahî dan û ev tişt gotin: “Niha du pol ji bo asta yekem, du pol ji bo asta duyem, polek jî ji bo asta sêyem û polek jî ji bo asta mamostetiyê hat vekirin. Di her polê de 20-25 xwendekar hene.” Yildiz diyar kir ku dema Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girin xwendekar demekê bêyî perwerdehî man û wiha domand: “Qet wê xwesteka hînbûnê ya xwendekaran neqediya. Niha tevî hemû bêderfetiyan jî xwendekarên me dixwazin hînî kurdî bibin. Çimkî li vir derfetên me tune ne û polên me kêm in. Me dixwest cihê me mezintir be. Lê belê li gel her tiştî jî em xebatên xwe didomînin.” 
 
‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ JIYANÊ’ 
 
Yildiz, dest nîşan kir ku xwendekarên beşdarî dersan dibin hem dixwazin zimanê xwe hem jî çanda xwe bi pêş ve bibin û wiha got: “Ji bo zîndekirina kurdî tên vir.” Yildiz, anî ziman ku divê hemû kurd zimanê xwe bikin zimanê jiyanê û wiha axivî: “Divê her kurd bi zimanê xwe binivîse û bixwîne. Divê kurdî di her qadên jiyanê de bi kar bînin. Divê her kes ji bo zimanê xwe tev bigere. Di vî warî de kêmasiyên kê hebin divê perwerdehiyê wergirin. Bila bi kurdî bixwînin û binivîsînin. Em dikarin bi vê yekê li ser piya bisekinin. Çimkî ziman qada berxwedanê ye. Ji ber vê divê em li vê qadê bi pêş ve biçin. Heke em di vê qadê de têk biçin, em ê li hemû qadan têk biçin.” 
 
HEWL DIDIN HÎNÎ KURDÎ BIBIN 
 
Berfîn Demîrçelîk ku 2 sal in hînî kurdî bûye û niha tevlî qursa mamostetiyê bûye ev tişt gotin: “Hevalên me yên di vê astê de dê di rojên pêş de gelek xebatan bikin. Armanca herî sereke ev e. Ev yek ji bo min jî wisa ye. Di pêşerojê de ez ê xebatên kurdî bikim. Wê xebatên min bi piranî li ser helbest û stranan bin.” Demîrçelîk, diyar kir ku ji ber kurdiya wê pir nebaş bûye ew hînî kurdî bûye û wiha got: “Armanca min ew e ku sibê dusibe bibim mamoste û di vî warî de hin xebatan bikim.” 
 
Mazhar Çelîk ku xwendekarê asta sêyemîn e jî wiha got: “Ji bo hînî kurdî bibim hatim vir.” Çelîk, diyar kir ku piştî vê astê ew ê derbasî asta mamostetiyê bibe û wiha got: “Ji bo berbelavbûna kurdî û ji bo bibe zimanê perwerdehiyê ez dixwazim bi kurdî perwerdehiyê bidim.” 
 
Xwendekara asta sêyem Selda Adiyaman, diyar kir ku ji bo ew kurdî ji bîr neke ew beşdarî qursê bûye. Adiyaman, anî ziman ku belkî di pêşerojê de ew bibe dayikeke û ew dixwaze kurdî hînî zarokên xwe bike. 
 
TEVÎ ZAROKÊN XWE TÊ QURSÊ
 
Yasemin Babatayar ku du zarokên wê yên 7 salî û 3 salî hene û beşdarî asta mamostetiyê dibe, diyar kir ku heta du sal berê jî wê nikaribû bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û wiha got: “2 zarokên min hene. Ji ber kes tune wan deynim cem wan, ez wan jî bi xwe re tînim.” Babatayar, anî ziman ku ew dixwaze di her warê kurdî de xwe bi pêş ve bixe û wiha got: “Ji ber hînî kurdî bûme zaf kêfxweş im.” 
 
Orhan Ozdemir ku xwendekarê asta mamostetiyê ye wiha axivî: “Mirov der barê kurdî de dikare gelek tiştan bibêje, lê belê ji bo min ziman nasnameya kesayetiyê ye. Ziman dergûşa nasnameyê ye. Ji ber vê ez li vir im.” 
 
MA / Sadiye Eser

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Kovara zanist û erdnîgariyê: Parzemîn

Berpirsê kovara Parzemînê Weysel Karabulut dibêje ku bi kurdî xebatên li ser zanistê kêm in …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.