Ji bo ku mirov bi şev xwarinê nexwe, divê çi bike?

PIRS: Ez 35 salî me, 92 kîlo me û qama min 1.75 e. Ji bo ku bi şev dilê min neçe xwarinê, divê ez çi bikim? Gava bi şev xwarinê dixwim, di xewa xwe de kabûsan dibînim. Piştî ku dixwim, pir poşman dibim. Gelo hûn dikarin çi şîretan li min bikin?

BERSIV: Sendromeke wekî ‘bi şev xwarina xwarinan’ tune ye. Ji bo însanan enerjiyekê heye û divê di rojê de wê enerjiyê bigire. Ev hewcedariya enerjiyê li gor çalakiyên laşî û çalakiyê zihnî ya ku di rojekê de dike, diguhere. Çalakiyên zihnî, ji çalakiyên laşî bêtir hewcedarê enerjiyê ye. Heke hûn ji xwarinên ku bi roj dixwin, têra xwe enerjiya xwe negirin, hûn ê bi şev jî birçî bibin. Ji ber vê yekê taştê û navrojê miheqeq bixwin û ya girîng jî ew e ku ji bo ku hûn xwarinên ku we xwariye, bihelînin, di navbera taştê, navroj û şîvê de tiştekî nexwin û gelek hereketan bikin û hewl bidin ku pir bimeşin.

Çavkanî : zamankurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply