Ji bo ku hûn nebin nexweşê şekir, bala xwe bidin van tiştan

Devjêberdana qehweyan: Hînbûna we ya vexwarina qehweyê ne xerab e. Li gor lêkolînan, vexwarina qehweyê rîska diyabeta tîp 2 kêm dike. Li ba kesên ku rojê 6 fîncan çay vedixwin, li gor kesên ku qet venaxwin, rîska pêşveçûna nexweşiyê ji sedî 33 kêmtir e.

seker02

Heta derengê şevê, şiyar nemînin: Heke hûn heta derengê şevê, şiyarmayînê hez dikin, ev tê wateya ‘hûn di bin xetereya nexweşiya şekir’ de ne. Li gor lêkolînên ku li Qoreyê hatine kirin, li ba kesên ku heta serê sibehê şiyar dimînin, îhtîmala nexweşiya şekir zêde ye.

seker03

Xwarina hinek probiyotîkê: Ji bo ku xwarinên ku we xwarine bêne mehandin, divê hûn hinekî baqteriyên qenc ên bi navê probiyotîk bigirin. Ji bo probiyotîkê hûn dikarin mast, tirşiya keleman û hin penêran bixwin.

seker04

Xwarinên xwe di nav qabên plastîk de germ nekin: Xwarinên xwe yên mayî, bi qabên plastîkan di nav firinên mîkrodalga de germkirin, rîska diyabetê zêde dike.

seker05

Xwe ji rojê nespêrin: Mirov dikare xwe ji tîrêjên rojê biparêze, lêbelê xwe bi temamî ji tavê nespêrin. Li ba însanên ku kêmasiya vîtamîna Dyê heye, rîska nexweşiya şekir a tîp 2 zêdetir e.

seker06

Zêde Tv temaşe nekin: Her saetên ku hûn li ber telewîzyonê berbas dikin, rîska diyabetê li ba we ji sedî 4 zêde dike. Pir zêde rûniştin dibe zêdebûna bezên hundirê laşê mirov.

Çavkanî: zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply