Ji bo ku hişmandiya Kurdî ava bibe divê em çi bikin ?

Ji bo ku hişmandiya Kurdî ava bibe divê em çi bikin

1 – Em bi zimanê Kurdî biaxivin û binivsînin.Zimanê Kurdî em bikin zimanê rojane .Zimanê xwe em bikin zimanê sûk û pazar û yê kuçeyê.
2 – Navê dikanên xwe em bikin Kurdî.( bi tîpên qedexe nebe jî dibe bes bila Kurdî be )
Navên Kurdî em bidin zarokên xwe.Em navên sîte û apartmanê xwe bikin Kurdî.
3- De’wetên xwe de xeynî zimanê Kurdî em destûr nedin bi zimanên din stran were gotin.
Ji bo de’wetan , de’wetnameyên me bila Kurdî be.
4 – Rojname û kovarên Kurdî em bistînin û bixwînin û bidin xwendin.
5 – Piranê em televîzyonên Kurdî temaşe bikin.
6 – Siyasetmedarên me Kurdî bila daxuyaniyên xwe bidin.
7- Ji bo zarokan û ciwanan saziyên perwerdehiyê divê em zêde bikin.
8 -Em xwedî li medreseyên xwe derkevin û em alîkariya medreseyan bikin.

Meriv dikare van maddeyan zêde bike. Hûn jî, ji kerema xwe dikarin alternatîfên din binivsînin.
Silav û hurmetên xwe pêşkêşê cenabê we dikin.

Abdullah Bozkuş

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply