Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet û bi bandor e. Ku gewriya we jî têşe bi xulxuleyên ku li malê tê hazirkirin hûn dikarin êşên xwe sivik bikin.
Xwê û av: Di nava îstekanek ava şîregerm de kevçiyek xwê bihelînin û di devê xwe de bixulxulînin. Ji bo her bikaranînê vê tevheviyê ji nû ve bikin. Lê avê, zînhar danequrtînin.
Lîmon û av: Kevçiyek ava lîmonê têxin nava îstekanek avê. Ev tevhevî belkî devê we kerke bike lê vehûnên gewriya we yên werimîn wê biquncifîne û ji bo vîrûs û bakteriyan wê hawireke bi asît çêke.
Hingiv, lîmon û zencefîlê têxin avê: Kevçiyekî çayê zencefîla hûrhûrîn, kevçiyekî şekir hingiv û av nîvê lîmonekê têxin nîv qedeh ava germ. Piştî ku we tevda di devê xwe de bixulxulînin. Hingiv wê li devê we bigre û hawireke antîbakteriyal çêke.
Sosa tûj û av: Di nava îsotên tûj de bi navê capsîcum madeyek (nasût) heye. Ev nasût, êşê sivik dike û îltîhabê kêm dike. Ji bo ku êşa gewriya we sivik bibe, 5 heb îsotên tûj an jî sosa îsotên tûj têxin nava qedehek ava germ. Gewriya we wê bişewite lê di 15 deqeyan de hûn ê feydeya wê bibînin.
Çavkanî: zamankurdi