Ji Bo Dibistana Zarokên We 25 Pirs

Îsal yek ji zarokên min diçe pola çaremîn,  ê din jî diçe pola pêncemîn. Ez dinêrim ku va ye ez her roj heman pirsê ji wan dikim: “Îro li dibistanê roja te çawa derbas bû”. Lê mixabin ez her tim heman bersivê ji wan distînim. Îcar (bi ser de)  bersivên ji min re ti tiştî venabêjin: “baş” an jî “xweş”.

Lê ez dixwazim pirr bêtir dizanibim ka jiyana wan a dibistanê çawa derbas dibe!

An jî qet nebe ez dixwazim hevokeke “tam” bibihîzim. Wê şevê ez rûniştim û min lîsteyeke ji pirsên di derheqê dibistanê de yên cihe û balkêş pêk tê amade kir. Pirsên min ne tekûz in, lê herî kêm ez ji wan (zarokên xwe) bersîvên ji hevokên dirêj pêk tên distînim. Hetta hin pirs carinan dizîvirin hevpeyvînên balkêş. Carinan jî dizîvirin bersivên balkêş. Lê ya herî girîng ev pirs esehiya meseleya ku zarok di derheqê dibistanê de çi difikirin û çi hîs dikin de ji min re dibin alîkar.

      1.Tişta îro li dibistanê bûyî ya herî baş çi bû? ( Tişta îro li dibistanê bûyî ya herî xirab (nebaş) çi bû?)

  1. Tu dikarî tiştekî îro bi kenandî bibêjî?
  2. Heke mafê te yê hilbijartinê hebûya, Te dixwest li ba kî rûnî? (te nedixwest li ba kî rûnê? Çima?)
  3. Li dibistanê dera herî xweş ku der e?
  4. Peyva îro  yê te bihîstiye ya herî ecêb kîjan bû? ( An jî tişta herî ecêb a yekî/yekê vegotî.)
  5. Ez îşev li mamosteyê te bigerim dê di derheqê te de çi ji min re vebêje?
  6. Li gorî te îro alîkariyeke te ya çawa gihaye kesekî/kesekê?
  7. Îro alikariyeke yekî/yekê ya çawa giha te?
  8. Tu dikarî tiştekî tu îro hîn bûyî vebêjî?
  9. Tu îro herî pirr çi wextî kêfxweş bûyî?
  10. Îro herî pirr çi wextî bêhna te teng bû?
  11. Heke keştiyeke fezayê xwe li pola te danîba û fezayiyan yek biriba, te dixwest kî bibî?
  12. Tu di bêhnvedanê de bi kesekî/keseke tu berî niha qet pê re neleyistî re bileyîsta ew kes dê kî ba?
  13. Tu dikarî tişteke baş a ku îro pêkhatî vebêjî?
  14. Mamosteyê te îro herî pirr kîjan peyv bikaranî?
  15. Li gorî te, divê tu li dibistanê bêtir çî hîn bibî/bikeî
  16. Li gorî te, divê tu li dibistanê çi kêmtir hîn bibî/bikî?
  17. Li gorî te, di polê de tu dikarî li hemberî kî qenctir tevbigerî?
  18. Di bêhnvedanê de tu herî pirr li ku dileyîzî?
  19. Kesê/kesa herî henekoyî (pêkenok) ê/a di pola we de kî ye?
  20. Di nav xwarinên nîvro de xwarina te ya herî ecibandî kîjan bû?
  21. Heke mamosteyê sibe tu bûya te yê çi kiriba?
  22. Li gorî te di polê de kesekî/keseke hewceyiya wî/wê bi navberdayîna dibistanê hebe heye?
  23. Heke te dikarîba di polê de cihê xwe biguherê tu bi kî re bazar kiriba? Çima?
  24. Tu dikarê sê demê ku te îro li dibistanê pênûsa xwe bikaranî vebêjî?

                                       *****

Heta niha min bersivên herî xweş ji pirsên 12, 15 û 21ê stendin. Pirsên mîna pirsa “Fezayî”yan ji zarokan re rêya netehdîtkar a ku bibêjin ku di polê de kî naxwazin pêşkeş dike.  Bi vî awayî ji we re rêya hevpeyvîneke hûn bibêjin “Çima?” bidestpêbike vedibe. Ev axaftin dibe wesîleya vebûna mijarên berî hingî we qet nedizaniya.

Bersivên hûn distînin bi rastî ji carinan pirr ecêb in. Dema min pirsa pirsî 3. ez hîn bûm ku zarokekî min bi hevalekî xwe yê herî baş re êdî naxwaze rûne. Ev daxwaziya wî ne ji nêhta wî ya xirab an jî xwestina hevalê xwe xemgînkirinê bû, ji bo ku dixwest bi hevalên xwe yên din re jî hinek tiştan bike.

Zarokên min her ku mezin dibin, ji bo ez têkiliya xwe ya bi wan re biparêzim ez dizanim ku divê her tim ez bêtir bixebitim û bi wan re bêtir eleqedar bim. Lê tişteke din a ku ez dizanim heye: Teqez ev hêja ye ji bo wan.

Çavkanî: www.eğitimpedia.com / Demet Sunar

WERGÊR: CEMAL ŞINGAR

Derbar Çand Name

Check Also

“Min nekin qurbana teknolojiyê”

Berî her tiştî, ez dixwazim vê yekê bibêjim, ez li hember Instagram, Facebook an torên …

Leave a Reply