Ji Bo Dê-Bavbûna Çêtir 9 Rêbaz

Van rojan ez vê gotinê tim û tim dubare dikim: ‘ Karekî gelekî baş dikî, Joanna, îhtîmale vê çêtir dê-bavbûn ne pêkan e’

Dema ez rewşa wek miriyek betilandîdabim,  xweyî kirin û ewletiuya zarokan jî bo min hunerek mezin tê xuya kirin.

Lê belê pê derdixim ku ez dikarim baştir jî bikim. Ez dikarim bibim de-bavek çêtir

Û xwe bi xwe dipirsim, ez mecbûr bûm ku bêsebr bim? Çima ez bi wan re hên zêdetir veneleyîstim.

Paqijkirina mitbaxê rastî jî ewqas girîng e?

Min fehm kir ku rêya dê-bav bûnek baş bi erênî û sebr kirinê vê giredaye. Kêngî min dest ji zêde paqij kirin û xirmalî ya malê berda, min dît ku hunerê min ê dê-bavî yê dikemilin..

Ev tiştê ez dixwazim ji we re parve bikim, bo dê-bamna çêtir 9 tiştên cuda:

1-Heta deha bihêjmêrin û bêhnek bigrin

Dibe ku zarok we aciz bikin lê hêrsbûna hemberê wan bêfeyde ye. Tenê rewşê hê zêdetir dide xerakirin. Di rewşê wiha de test kirin û pratîk kirina sebrê alîkarê min ê herî mezin bû.

2-  Rojê herî kêm pirtûkek bixwînin

Heyama ez xwedîyê zarokek tenê bûm, min her roj pirtûkek dixwend. Lê aniha , paqijkirin, pitik, nobeta cirnexweşî yê, xwarin, û dîsa çerxa pitik û paqijkirinê, bo pirtûk xwendinê derfetê hêj zêdetir dixwaze. Lê ez têgihiştim ku xwendina pirtûka hem keça min rehet dike û hem jî konsantrebûna min zêdetir dike. Û hem ji bo hembêzkirina wê fersend ketibû destê min. Ez tenê dest ji paqijkirina destşokê berdam û wek demên berê bo wê her roj tiştina dixwînim.

3- Dev jê bedre. Tu tiştek nûwaze nîn e.

Ne hewceye ku mala min nûwaze be. Ew ê hergav odeyek  belavbûyî hebe. Û min jî vê rewşê qebûlkir êdî ji xwe re nakim xem. Min cîhekî nivîsek ‘ malek paqij an zarokên kêfxweş ‘ xwendibû. Herdû bi hev re pêkan xuya nedikir. Hilbijartinek dijwar lê piştî fikirandinê min kêfxweşiya zarokên xwe hilbijart.

4- Gef nexwe. Li ser encama biaxife.

Ax dilşayî ya dê-bavî. Îro te çend car wiha got: ‘ Hekî tu dev jê berdî… ez ê çêkim. ‘ ? min ferq kir ku demên dawî yê de gelek vê hevokê bikartînim. Û encamên nexweş dest xistim. Ez dixwazim encamên vebêjim. Hekî tu destê xwe neşoyî  ewê pelîstokê te bi bermayî yê xwerinê ve bizeliqin û kimorî jî bo lîstikbûna wan werin ( ez fişal nakim lê vê havînê di mala min de gelek kimorî hebûn )

5- Her roj bêjin ‘ Ez te hez dikim ‘ û hembêz bikin.

Dema keça min hê zarok bû min her rojwê hembêz dikir. Lê niha ji ber ku her gav di nav tevgerekî de ye ez nikarim pêkbînim. Lê ew hêj jî hewce yê vî tiştê ye. Ez bawerim hembêz kirin hêzek mezin dide mîrovan. Di demên westiyayî bûna wan de zarokên xwe zeft bikin û hembêz bikin.

6-Bila qeydê we yê net hebin û divê hun lihevkirî bin

Dema ew li ser masê bi avê re dileyîze, ez rijandina avê re ji wê  tenê qeydê malê dipirsim. Pirî caran bi xêra ev tişta dubendî yê di nava me de çêbibin tên asteng kirin.

7-Şerê xwe hilbijêrin.

Ev tişt bo min jî nû ye. Dema zarokên we hê nû dest bi meşandin û axaftinê dikin dixwazin bên qontrol kirin. Ji ber wî bo qonrol kirinê hewl bidin. Ez ê bo bijartinê pirsa nepirsim, jixwe bo van pirsa bersiv bi piranî ‘ na ‘  bû. Ji dêvla van ez ê pirsê xwedîyê bersivên cuda bipirsim

8- Weqetendina dem ê.

Ji bo xwe dem veqetînin. Rojê 10 xûlek. Ez rojê du car bo vexwarina qehwê navber didim.

9- Tu tiştekî bi çavê cidîbûnê nenêrin

Bi belavkirina wan a derdorê bi kenê xwe reaksîyon bidin, ev tiştina demî ne bi bîr bînin.

Hasan Filitoğlu

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply