Ji Bo Dayîk û Bavan Qaîdeyên Dîsîplînê

Ji bo zarokên xwe bibin mînakeke qenc. Heke hûn nexwazin zaroka we ji bo pirsgirêkê çareser bikê tundiya fîzîkî bikarbînê sizayê fîzîkî nedine zaroka xwe. Sînoran deynin; lê gelek qaîdeyan nedeynin. Berî hûn qaîdeyan deynin van pirsan ji xwe bipirsin: Ev hewce ye?/ ev qaîde hewceyiya zaroka min a tendurustî û ewlehiyê pêk tînê?/ maf û mîlkên kesên din li ber çav digirê?

Bila qaîde  hesan bin û werin fêhm kirin. Dema qaîdeyên malbatê werin amade kirin zarok jî bêşdar bibê dê bêhtir wan qaîdeyan bi baldarî tetbîq kê (pêk enê) û hindiktir wan binpêkê. Heke tevgerên (hereketên) zaroka we yên we û kesên din aciz bike çêbibin bi dest xwe re (vê gavê) jê re bibêjin. Pirsgirêkan kom nekin. Bi biryar bin. Bi êndamên din yên malbatê re di mijara qaîdeyên disîplînê de hemfikir bin. Bi vî awayî zarok, dema qaîdeyan neyênî cih dê zanibê dê çi bibe.

Pesnê (wesfê) Tevgerên  (hereketên) zarokên xwe yên qenc bidin. pesnê serkeftinên wan bidin. Bila zanibe ku hûn qîmet didine xebatên wî/wê. Ji têketina nav tekoşîna hêzê a bi zaroka xwe re xwe dûr bigirin. Dîsîplîn (rêzkarî), ne lîstikeke ku serkeftî û binketiyê wê hebê ye. Hûnê hêvî bikin ku zaroka we qaîdeyan bînê cih, Ewê ji we hêvî  bikê hûn durist bin.

Demên ew bu were ne di heman fikirî de be dê çêbibin. Rêzgir bin ji vê rewşê re, pêşniyazên erênî bînin ziman. Rexne nekin. Bi rexnekirin û pitepit kirinê heye ku hûn bibine sedema dilgirtin, hêrsbûn an xwe biçûkxistina zaroka xwe. Ji Hesta xweseriyê û girtina pirsiyariyê a zaroka xwe re alîkar bin. Têgihîna xwe ya heneka wenda nekin. Ji wan re bîbêjin ku hûn çiqas pirr ji wan hez dikin. Dema xeletî (tevgerên xirab) kirin, bi awayekî zelal bibêjin ku hûn ne ku ji wan, ji vê tevgerê hez nakin da ku ji hez kirina we guman nekin.

Di danîna sînoran da 6 qaîdeyên zêrîn:

Heke bi rastî hewce be û hûn bi biryar bin. Bibêjin “na”. Heke zaroka we qaîdeyên ve dîyar kirine neyênî cih biryar bidin ka hûnê çi sizayî an jî bertekê bidin û bila biryara we û tevgerên we hevdû bigirin. Şîretên dûvdirêjî hev li zaroka xwe nekin. Nekevine pevçûna hêzê de. Xwe bigrin, dengê xwe nehildin û neêxîne qîremîr. Baldar bin ku Sînorên hatinê diyar kirin bi netebatiya hatî kirin re eleqedar be.

 WERGER: CEMAL ŞINGAR

Derbar Rêvebir

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply