Ji Bo Bîranîna Şehît İzzettin Yıldırım

Demsala zivistanê, meha Berçile, li rûyê erdê berf û cemed, her der sar bû. Teyr diqefile di hêlîna xwe de. Însan di cîhê germ; li ber zarok û zêçên xwe, zarok li cem bav û dayîkên xwe, xwe distîrînin û jiyan berdewam e…

Di hawa sar de xeber tê, xeberê bi jan, agahiya sar, heval pê dihesin ku Kekê Seydayê İzzettin tune, kekê Seid tuneye… tev wenda nin, revandine. “Kî revand? Ji bo çi? Çima?.. Kek İzzettin gelo zerar daye kê? Ma maldar û xwedî mal bu? Ma karmend bu? Na, na…” Dipirsin, pirsîn û lêgera wan dom dibe…..

Nêzeka mehekî şûnde car jî xeber hat, xebera dil şewat û bı keser, gotin: “Kekê Seyda û Kekê Seid şehîd bûne.” Hevalên wî tev xemgîn dibin.

Sal du hezar, di esra bîsta de hovîtî tê çêkirin. Zalimê xwînxar kekê min kuştin, xwîn rijandin xwîna mezlum û mesuman. Qey kuştin ji zaliman re ne bes bû ku pêşiya kuştinê jî dabûn îşkencê; di rojên zivistanê li cihê sar û di nava ava cemidî de…

Wexta zalimê xwînxar kekê min revandin û winda kirin, wê gavê min zanîbû ku êdî ber nadin. Xwînxaran çawa ji saxiya û mirina ustadê te yê Seidê Kurdî ditirsiyan ji te jî ditirsiyan. Hebûna te li ber zaliman wek bihezaran bû. Raman û nihêrîn te ji wan re çewt, xof û bitirs bû.

Kekê İzzettin jiyana  te tim bi xîzmet û di rêya xêran de çû. Jiyana te xîret û bi doz bû. “Qimeta merivê pêşeng û alîmê girîng; di serpêhatiya jiyana ewûl û dawiyê de eşkere dibe û tê pîvandin,” ji van a yek tu yî.

Weka ustadê xwe bê zewaj, bê milk û war. Jiyana te bi ilîm, zanatî û teqwa, rêya heq û di dawêyê de bêtirs, wek navê xwe yê İzzet bi îzzetî çû yî. Çimkî te gotinên heqiyê dikir, dek û puçê wan der dixist holê. Te bigotinê wan ne dikir. Gotinê te ji wan  re nexweş û pir tehl dihat.

Ku tu bi pey gotinên wan biçûna, aniha tu li jiyanê bî, mal, milkê te pir bû û meqamê te yê bilind jî hebû. Aniha tu bûyî xocê wan!  Wê li pê te xulamê te hebûna.

Di dema şehîtbûna te nivîskar û ronakbêr ku dawa mislimantiyê dikirin jî tew qala te nekirin û deng ji wan derneket, Di rojnameyê xwe de jî wek bûyereke asayî wedişandin. Lê belê wexta ku xocê wan bi qezatî mir, pesnê pêşvaziyê jê re şiyandin, heta serok wezir û wezîran tev xemgîn bûn, serxweşiyê xwe ji xocê xwe re şêyandin.

Ez zanim ku te qala heqiyê, xêrxweziya umetê dikir, ji alîkî tu feqîr bî, yanê tu ne dewlemend bî; li cem te menfaet tune bû, mala te tunebû.. Seydayê min bira qala te nekin û medha te nekin bira Xwedê te hebe ji te re bes e,

Salvegeriya şehîdbûna te 16 sal derbas bû. Şehîdbûna te hîna nû tê bîra min, tu li cem me tuneyî û em bê kes in! lê belê warêsê te mîna ku te wenda nekirine û tu li cem wan bî, doza te kirine dawa xwe û dixebitên. Herî rind dêxewitin li çar aliyê welêt û der ê welat.

Kekê Îzzetîn û Seid hûn li dinyayê de cem hev bûn di gorîstanê de û li axîretê de jî li cem hevin.

Ma doz bêşehîd dibe, hûn şehîdê ola Îslamê ne, û Şakîrdê Rîsaleyê Nûr in.

We di vî rêya heqde canê xwe feda kir, ciyê we cennet be ey kekno, ey şehîdên eziz.

Di bin talûkê li ber mirinê û îşkencê de te heval û dawe bîr nekir,  wek Usdadê xwe, te got  “ ax, dawa min” Te wasiyetek bi watedar, girîng û bi şîret hîşt ji me re.

Ey kekê min qe xemgîn nebe û mereq neke, em bi dû mîrat û wasiyeta te ne.

Em rûyê te yê biken, gotinê te yê bihêvî em ji bîr nakin.

Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply