Sêşem , Îlon 25 2018
Malper / Dîrok / Ji 16ê Tebaxa 1945an heya 15ê Tebaxa 1984an

Ji 16ê Tebaxa 1945an heya 15ê Tebaxa 1984an

Meha tîrmehê bi tije rûdanên girîng derbas bû. Meha tebaxê û dîsa dema ku rûpelên salnameya kurdî dikevin ber çavên me, di meha tebaxê de jî tevî hemû rojên xweş û nexweş pêngavên girîng hatine avêtin. Li vir ez ê tenê çendek ji wan destkeftiyên di qada siyasî de bi bîra we xwendevanên hêja bînim.

Li pey Ûrmiyeyê, Mehabad hat!

Ji salên 1914’an heya 1930’an herêma Urmiyeyê navenda şer, berxwedan û serhildanên kurdên rojhilatê Kurdistanê ye. Ji xeynî çalakiyên siyasî Ûrmiye û Xoy du navendên kar û çalakiyên çandî, perwerde û ragihandinê ne jî. Li pey şehîdbûna Simkoyê Şikak, vê carê Mehabad dibe navenda kar û xebatên siyasî-çandî. Derfetên ku li pey çêbûna şerê cihanê yê duyemîn li herêmê hatine pêş ji hêla rêveberên Komeley Jiyanewey Kurd(J.K) bi baştirîn awayî têne bikar anîn. Bi awayê rojane rêveberên kurd dixwazin ji derfetê sûdê werbigirin û gav li pey a din mezintir e. Civak bi hemû germahiya xwe dikeve nav liv û lebatên siyasî. Nav cihê xwe din hev û li Mehabadê J.K jî cihê xwe dide Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK). Kesayetiya karîzmatîk Qazî Mihemed (1900-1947) e ku pêşengiya van guherandinên dîrokî dike. Haya wî ji rewşa siyasî ya cîhan, Îran û Kurdistanê heye. Rêberên J.K’ê Ebdulrehman Zebîhî û Husên Firûher bêyî dilman û nexweşî serokatiya Qazî dipejirînin û weke du xebatkarên partiya nû li pey şopa wî ne. Armanc ew e ku ji derfetên hatine pêş bi awayê herî baş sûd bê wergirtin û karekî bikin ku derd û êşên bindestiyê li Kurdistanê bêne binbirkirin. Çavê wan li kursî, meqam û mezinahiyê nîn e û bi li ber çavgirtina pêwîstiyên demê, dev ji dirûşmên nasyonalîstî, hisî û radîkal jî berdidin. Li gor siyaseta demê carna stratejîya xwe diguherînin û carna jî taktîkên baş bi kar tînin ku dengê wan bigihêje her derê.

Ew hema hingî bi ser ketibûn û rêbaza ku wan danî heya roja îro her carê bi rengekî delal di bizav û xebateke bêrawestan de ye.

Ji 16’ê tebaxa sala 1945’an 73 sal derbas bûne, lê di wê rojê de armanc pir pîroz û mezin bûn. Jêrxaneke bihêz ji dîwarê mal û siya banekê re hate çêkirin ku bibe mîrasekî bêmirin. Ew mîras li pey îdama Pêşewa Qazî bi hemen giraniya xwe a destpêkê ma û bi pêşengiya Ismet Qazî, Mîna Qazî, Xenî Bilûriyan û şoreşgerên din qada siyasî qet vala nema, lê hezar mixabin ku di roja îro de ew mîras bûye çend perçe.

Roja îro ku dîsa derfetên bêhtir ji wan salên destpêkê hatine pêş û mixabin ku êdî “Qazî Mihemed”ekî me tune ye û derfetên zêrîn ji dest diçin.

Di salroja damezirandina Hizbî Demokratî Kurdistan ya di bin pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed de, daxwazên herî mezin ji partî û rêxistinên siyasî li rojhilatê Kurdistanê; hevgirtin, yekitî, yekbûn, stratejiyeke hevbeş û eniyeke yekgirtî ye.

“Qazî Mihemedê mezin û xwedî ramanên Kurdistanî” dikarî bi rênimûniyên xwe yên tije dilsojî kurdên çar parên welat li dora xwe kom bike û teva ji bo armancekê bihev re bide xebitandin. Ew weke bavekî mezin û dilovan ne li dijî keda lîderên beriya xwe diaxivî û ne jî ji bo berjewendiyên rojê dixwest ji bo xwe û malbata xwe sûdê ji îmkanên doza Kurdistanê bistîne. Wî di şertên herî dijwar û hesas de tevî hevalên xwe roja 22.01.1946’an Komara Kurdistan ragihandin ku ew pêngava girîng bû destpêka ronesans an jî werçerxaneke hemû alî. Yek sala komarê pirbar û dewlemend bû. Komarê di bin siyasî, bîr û ramanên pêşverû yên rêberên kurd de dehan destkeftiyên dîrokî bi xwe re afirandin. Gotin û daxwazên Qazî Mihemed weke “Ayetên îlahî” ji hêla xelkê ve dihatin pejirandin û zû jî diketin kirasê kiryarê. Qazî ne tenê di gotinê de belkî di roja tengaviyê de jî îspat kir ku dikare heta ji bo azadiyê canê xwe jî feda bike.

Rewşa ku îro li Îranê hatiye pêş ev cara çaremîn e li pêşberî hêzên kurdî ye.

1. Cara yekê di şerê cihanî yê yekemîn (1914-1918) de ku Simkoyê Şikak bi awayê herî baş ew derfet bikar anîn û bêdengiya li pey têkçûna serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî (1880) bi azadkirina nîva rojihilatê Kurdistanê, şikand.

2. Cara duyemîn J.K û HDK bûn ku di dema şerê cihanî yê duyemîn (1939-1945) û nakokiyên di navbera zilhêzên demê de bi îlana komara Kurdistanê re rûpeleke nû ya şoreş û xebatê li wira dane destpêkirin.

3. Cara sêyemîn jî di şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de bû ku Dr. Qasimlo (1930-1989) ji gelê kurd xwest ku referanduma dengdayînê ji komareke îslamî re boykot bikin. Wî ji hemû siyasetmedarên wê demê re bêhtir pêşbînî kiribû ka “îslama siyasî” yê çawa di pêşerojeke nêz de hemû maf û îmkanên civakê ji bo hinek meremên vala bikar bîne. Piraniya nêrînên wî rast û durist derketin û rewşa Îranê a îro li ber çavan e û kûrbûna anlîzên wî mirovê zana û akademîsyen ji me re îspat dike.

4. Cara çara û dawiyê jî rewşa îro ye ku Amerîka bi hemû awayî li dijî desthilata rejîmeke îslamî a totalîter disekine. Îslama siyasî a şiayên Îranê bi hatina xwe ya serkar tenê bûye sedem ku di hemû temenê xwe de ji bêkarî û bextreşiyê û pêde tiştek nebe para xelkê. Giranî û binpêkirinên mafan li her dera Îranê û bi taybetî jî li Kurdistanê di asta xwe ya herî dijwar û nexweş de bûne.

Bila derfet ji dest neçin!

Bila bi derfetên heyî re partiyên siyasî bibin yek da ku xwezî û hesretên: Emîrxanê Lepzêrîn, Şêx Ûbeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û hezaran şehîdên din yên doza me ya rewa bêne cih. Ev daxwaz ya çend milyon Kurdên Xorasan û hemû Rojhiatê Kurdistanê ye.

PDK, PDK-Îran, Komele (ku bûye pênc beş), PJAK an jî Kodar, PAK û hemû rêxistinên din pêwîst e di rewşeke wiha de sûdê ji rewşa heyî bistîn û bi avakirina “Eniyeke hevgirtî a siyasî-leşkerî” hem xwedî stratejiyeke yekgirtî û hevpar bin, him jî bi avakirina “Kongreyeke netewî “ re dikarin bêhtir ji her carê bala zilhêzên cihanê ber bi xwe ve bikişînin.

Bila ji bîra me neçe ku ger derfetên di atmosfêreke wiha de nekevin qada piraktîkê dîsa jî dê mezintirîn derfetên dîrokî ji dest biçin. Hingî êdî nivîsandina bîranîn û hev û din sûçdarkirinê tenê yê biqasî “ henek bi hest û derfetên ji destçûyî yên doza neteweyekê” bêne nirxandin. Bila bi hilanîna pêngavên erênî re dawî li bextreşî, îdamên rojane, kuştinên bêlêpirsîn, şewitandina daristan û siyaseta înkar û tunekirina milyonan Kurdên Kurdistan û Xorasanê bê.

16’ê Tebaxa sala 1946’an

Li pey avabûna HDK li Mehabadê, li roja 16.08.1946’an Partî Demokratî Kurdistan-Iraq li Bexdayê bi rêya kesên weke nemir Îbrahîm Ehmed û Elî Ebdulah hate damezirandin. Generalê Komarê Mele Mistefa Barzanî (1903-1979) ku hingî li rojhilatê Kurdistanê bû, weke serokê wê partiyê hate hilbijartin. Li ser karnameya PDK’ê biqasî ku pêwîst be, hatiye nivîsandin lê li gor min avakirina hikûmeta herêmê li başûr û pêkanîna referandûma Kurdistanê di sala 2017’an de destkeftiyên herî berçav yên wê partiyê ne. Ji xeynî wê gilî û gazind jî li wê rêxistinê gelek zêde ne û biqasî temenê xwe yê 72 salan destkeftiyên din yên ber bi çav nekirine para dîroka azadîxwaziya Kurdistanê.

15’ê Tebaxê û sînorê wê pêngavê!

Sinorê pêngava roja 15’ê Tebaxê û çalakiya rêheval “ Egîdê qehreman “ ji sinorê tîra pehlewanê Îranî “Areşê Kemanger” dûrtir bû. Areşê Kemanger bi avêtina tîrekê li ser çiyayê Demawend sinorê Îran û Turanê heya ser dara gozekê li kêleka rûbarê Ceyhûn da diyarkirin. Wî bi hemû hêza xwe tîrek danî ser kevana xwe a bi qasî hêza bask û milên wî mezin û ber bi Turaniyên dagirker ve avêt, pêre jî canê xwe ji dest da, lê sînorek ji hêzên wan yên talanker û dagirker re danî ku heya roja îro jî nekarîbûne mîna gurên har bikevin karê dirandin û vexwarina xwînê. Agirê 15’ê Tebaxê ku wê rojê hilbû, bû agirê mala dagirkeran û bû ronahiya mala kurdan.

Ew roj 15’ê Tebaxa sala 1984’an li hemû Kurdistana mezin bû, lê bila di bîra me de ev rastî jî bimîne ku: “Nextê wê rojê pir giran e…”.

Sînorê pêngava 15’ê Tebaxê ji sinorê destçêkirî yên peymanên Qesrî-Şirîn, Lozan, Sevr û Sedabadê mezintir e. Ew roj bi tena serê xwe bi qasî şoreşa cotmeha sala 1917’an a li Rûsyayê xwedî bihayeke dîrokî ye. Tirkên Kemalîst û şovenîst bi siyaseteke tije tundî û kuştin re civak ji halê fetisandinê derbasî rewşa tunekirinê kiribûn. Kesayetiya kurd hatibû halê mirinê. Wêje, ziman û huner jî bi rêya kesên caş û xwesfiroş ketibû xizmeta siyaseta asîmîlasyonê. Çirûska ronahiya kesên mayîn jî hêdî-hêdî dihate vemirandin. Bişaftina ku bi hemû hêz û gavên xwe yên bilind ne tenê li bakurê Kurdistanê belkî li sê pereçên din yên Kurdistanê jî xwedî bandor bû, bi awayê rojane dihate birojkirin. Niha werin û di rewşeke wiha tije tarîtî û hovîtiyên bêdawî de bi teqandina guleyekê, nêrînên xwe li ser destkeftiyên wê roja bihagira beyan bikin. Werim em tev bi qedirnasîyeke bêdawî û rêzeke bilind re hemû şehîdên doza Kurdistanê bi bîr bînin.

Encam û daxwaza herî mezin!

Di jiyana hinek neteweyan de kesek bûye sedema xêrê û bi destkeftiyên giranbiha re qedereke tije xweşî û paşerojeke geş kirine para doza mirovahiyê û a gelê xwe. Belkî mînaka herî baş kesekî weke siyasetmedarê Almanî nemir Botto Eduard Leopold von Bismarck(1815-1898) ku bû sedema hevgirtina axa Almanya û bi îlana “şerê çandî- kulturkampf” re him ziman û wêjeya neteweyekê a dêrîn û dewlemend derbasî rûpelekî tije ronahî kir û him jî kesayetî, serxwebûn û dehan destkeftiyên din kirin para gel û welatê xwe. Ew ji ber kar, tedbîr, şervanî û ramanên xwe yên durist û dûrbînane bû yekemîn qral an jî serokkomarê Almanya û di dîrokê de weke “Serokê Hesinî” hatiye binav kirin. Qedirnasiya hemû neteweyên di parzemîna Ewropa û cihanê de ji kesên weke Bismarck re bêdawî û di rûpelên dîroka cihanê de navekî giran e.

Ger di rewşeke wiha de kurd jî tenê bihevgirtinekê re bibin xwedî yek hêza siyasî û leşkerî, tu dewletek li herêmê dê nekarîbe li pêşberî serkeftina doza Kurdistanê li ber xwe bide.

Bi wê hêviyê ku di van dem û dewranên tije tevlihevî, hesas û dîrokî de “ Bismarck”ekî me kurdan jî peyda bibe.

Ev xweziya herî mezin û dawiyê ya milyonan mirovên bênasneme û dewlet e.

Kakşar Oremar-Rewanbêj

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Kurd û Xirwat çîyê hev in?

Hinek Kurd ji destpêka Kupa Futbolê ya Cîhanî vir da heta roja îro bi biratîya …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir