JÊRENOT (PERAWÊZ) JI BO GOTARÊN AKADEMÎK Û ZANISTÎ KU TÊ DANÎN
Dawiya (dumahiya) hevoka xwe bi klavyeyê (ctrl, alt,f) pêlî van her sê tûşan bikin, herî jêr jêrenotê wiha binivîsin:
Nav Paşnav,/ “Mijar” Xwediyê berhemê yê rastî, /navê berhemê (îtalîk) (b.n.) = berhema navborî ango (g.n.) = gotara navborî – numareya çapê, numareya cîldê (bi reqemên romayê)/ Amadekar = amd.: Nav paşnav/ Navê weşanxaneyê/ cih/ dîrok/ Rûpel = R (Wêne bibe numareya wêneyê.
Mînak :
Bedreddînê Wanî, “Di Şerefnameyê de helbest” Necmettîn KEVE, Dîraka Wêjeya Kurdî,Ç.:1K2U3R4D5, C.: IV., amd.:Xhalis KEVE, Weşanxaneya @nk@yê, Wan, 1985, R.13.
Ji Van Babetan Baldar bin:
1-Cara yekem nav û paşnav, paşê tenê paşnav mezin binivîsin.
2- Du kes nivîsandibe, du nivîskarê wê hebe di navbera wan de (-)( hêmayê birînê, apostrof) danin.
3- Eger nivîskar du kesan zêdetir be wiha binivîsin (nav paşnav û y.d.) (yd: yê/ya din)
4- Çavkaniya duyem ya eynî nivîskarê be wiha binivîsin ( h.n. : heman nivîskar)
5-Numareya cildê ango dîroka çapê eger kifş nebe piştî navê pirtûk ango kovarê “c.: b.n. (Bênumare)” û “b.d. (bêdîrok)” dê bê nivîsandin.
6- Sûreyên Qur’an’a Pîroz (Beqere, 2/282) bi vî şiklê dê bê nivîsandin.
7- heman berhem: h.b. ,heman gotar : h.g., cihê navborî : c.n.
8- Rûpel ji jor û ji rast 2.5 cm, ji çep 3.5 cm û ji jêr 4 cm valahî dê bê hêlandin (hiştin).
Necmettîn KEVÊ