Jan Dost: Min Romana Kobanî Wek Tedawîyekê Nivîsî

Herba Kobanîyê di Îlona 2014’an de destpê kir. Fikra nivîsîna romaneke li ser Kobanîyê, dema herbê bi te re çêbû yan paşê?
Jan Dost: 2009 bû, min plana vê romanê danîbû û min gotibû ezê navê wê jî bikim Mihela Seyda. Çend beş jî min jê nivîsîn. Paşê min li ser masê hişt, min got ku dem çêbû ezê romanekê li ser Kobanîyê çêbikim. Wek însanekî ji Kobanîyê, heqê wî bajarî li ser min hebû ku ez tiştekî li ser binivîsim. Bi şerê li Sûrîyê re Kobanî derbasî tuneleke tarî bû. Ez jî bi Kobanîyê re derbasî wê tunela tarî bûm. Min di wêneyan de met, xwarzê û pismamên xwe didît, li nav çol û zevîyan radiketin. Birayê min roja ku Kobanî rizgar bû, li Stenbolê çû rehmetê û mirî çû Kobanîyê. Gava min wêneyên birina birayê min dîtin, jibo min êşeke pir giran bû. Min got divê êdî romana Kobanî were nivîsandin. Ne jibo min tenê, lê jibo herkesî. Herkesî ji perspektîfa xwe li Kobanîyê nihêrîbû, lê ya min nihêrîneke taybet bû. Min wek çepgirên cîhanê li Kobanîyê nenêrî.

Çi ye ferq, te çito li Kobanîyê dinêrî û wan çepgiran çito?
Jan Dost: Kobanî ruhek e li cem min: Gava min li Miştenûrê dinêrî, du darên tûyê li ser wî kaşî hebûn, ber nedigirtin. Me digot darên mirazan ku jibo min pir mezin bûn. Ez li vir jî li kaşan dinêrim, tijjjjjî dar in, lê ji min re hîç ne tiştek in. Bes darên Miştenûrê, wek çoleke ku zinarên reş lê bûn. Hebûna min ji wê axê ye, ez bi wê ax û ava Kobanî dijîm. Çepgirên cîhanê gava li Kobanî dinêrin, ew bajar ji wan re keçikên ku dijî hêzê tarî şer dikin in. Na, Kobanî ne tenê ew e. Kobanî, bi erf û edetên xwe, bi devoka xwe, bi gundên li derdora xwe welatekî mezin e. Me dît ew welatê mezin, wek bûkeke berfê bihele, çawa bi barana roketan ji destê me çû.

Karakterên te jî yek bi yek ji romanê çûne. Hemû hatine kuştin û tenê Jan Dost sax maye, ka wê wî kî bikuje?
Jan Dost: Bêrîkirina Kobanî wê min bikuje! Min 18 sal in Kobanî nedîtiye. Ez baş dizanim, ew bêrikirin wek jehrekê dadiwerive nav xwîna min û wê dawîya dawî min bide erdê. Romana Kobanîyê êşa min bû, min êşa xwe ji we re got. Bûyerên li wî bajarî ez pir diêşandim. Min serê xwe li dîwaran dixist. Min roman wek tedawîyê nivîsî. Min got ez ji hindurê xwe derxînim. Him şîreta doktor bû jî. Doktor got nivîsîn ji te re çareyek e ku tu derdê xwe bibêjî û di hindurê xwe de nehêlî. Piştî romanê jî ez êşîyam, ez ji hêla derûnî ve li hev ketim. Jibo min ne şerm e ku ez bêjim ez ji hêla derûnî ve têk çûme. Jibo miletê xwe, cîranên xwe, birayên xwe ketibûm halekî xerab. Jixwe di wê rewşa awarte de mirov li ser hişên xwe namîne. Însanê ku di tuneleke wisa re derbas be û li ser hişên xwe bimîne, dêmek kevir e.

Eger tu bi ser û çavên xwe herî Kobanî bibînî, wê dîsa hebe bêrîkirin, wê te bikuje?
Jan Dost:  Belkî ew hevdîtina Kobanî bi xwe bibe sedema kuştina min. Çinku di eşqê de tiştekî wanî heye. Di Mijabadê de jî min behs kiriye, yek ji keçkeke Ewrupî hez dike, pir xweşik û ciwan e keçik, jê hez kiriye û tim nebûye nesîb. Paşê roja ku hevdu dibînin ew însan dikeve û dimire. Dîtina yarê wî dikuje. Jibo min jî Kobanî wek yarekê ye. Ez jê dûr ketime, çi bi xwesteka min, çi jî hinek niha nahêlin ez bibînim. Gava ez bibînim, piştî wê bêrîkirina mezin, çav lê bikevim ez dibêjim mimkun e ez bimirim.

Kî ne hinek, kî nahêle ku tu bajarê ku te romanek li ser nivîsîye bibînî?
Jan Dost: Ez û desthilatdarîya li Kobanîyê, em ne li hev in. Ez tim wê desthilatdarîyê bi faşîzmê bi nav dikim. Wê desthilatdarîyê xortên bêguneh li kolanan kuştine û ez jê ditirsim. Desthilatdarîya siyasî ez dibêjim, ne ya sîvîl. Behsa YPG’ê û însanên ku sînoran diparêzin nakim, ew dostên me ne. Bawerîya min qet bi desthilatdarîya siyasî ya li wî bajarî nayê, naxwazim herim bikevim nav lepên wan û xwe bidim kuştin.

Tu rêvebirîya li wê derê bi faşîzmê sûcdar dikî, lê di nav karakterên Kobanî de alîgirên wê revebirîyê hene, ne li ser fikra te ne. Gava te roman dinivîsand, we çawa li hev dikir?
Jan Dost: Pirseke gelek girîng û baş e. Min nexwest ez romaneke propaganda ya li dijî partîyekê binivîsim. Bi xêr xwendevanên Kurmancî jî wê bixwînin: Di Xwîna li Ser Mînarê de hinekî êrîş heye, hêrs heye, lê di Kobanî de min got ew hêrs bila tune be, bila helwesta min ya siyasî tune be, bila Jan Dost ne di romanê de be. Min got bila kes biaxifin. Yên li gel hêza siyasî jî axifîn, yên li dijî wê jî. Heta ji min hat min xwe ji karektaran dûr xist. Jiber ku tim wek tohmetekê li dijî min tê gotin ku qaşo ez li ser zimanê karakterên xwe dixwazim tim fikrên xwe bibêjim. Na, fikrên li dijî xwe jî dibêjim di romanê de. Haya min ji vê yekê hebû.

Umu Gulsum, Feyrûz, Beytocan, Arîf Sag, Ciwan Haco, Mihemed Şêxo.. Di romanê de muzîk jî heye. Gava te roman dinivîsand, qey te ew di ber re guhdar dikirin?
Jan Dost: Muzik min gelek bi kar anîye, rast e. Di dirêjîya nivîsandina romanê de min Kitaro guhdar kir. Kitaro bo min arîkarekî baş bû. Min ji YouTube playlîsta wî vedikir û min dinivîsî. Beytocan jî min gelek guhdarî dikir; bi taybetî jî dema min behsa karaktera Baran dikir. Stranên Beytocan bi êş in, bi evîn in. Dengê wî, ez jê hez jî dikim. Muzikê reng û ruhek dida romanê.

Sirûdeke DAIŞ’ê jî heye hetta, Celcelet..
Jan Dost: Min Celceleta DAIŞ’ê pir guhdar kir. Min li gotinên wê nihêrî, ez ketim hestên wan kesên DAIŞ’î, yên ku li wê sirûdê guhdar dikin û germ dibin. Fikirîm çawa bihuşt li pêş çavên wan vedibe û horîyan dibînin. Ez dikarim ruhê DAIŞ’îyan fehm bikim, jiber ku ez jî di destpêka xortanîya xwe de heta radeyekê dîndarekî tundrê bûm. Ew ruhê ku pê dijî kesên ne dîndar şer bikim yan bi wan re têkevim nîqaşên germ û wan bînim ser rê, yan dua bikim ji wan re û bêjim Xwedê wan hîdayet bike. Min di romanê de behsa bavê xwe kiriye, dîndarekî hişk bû. Wî di hemû jîyana xwe de derzîya radyo nezivîrandîye, radyo guhdar nekiriye. Televîzyon jixwe hîç, qedexe bû li cem wî jiber ku guneh e. Ez dikarim bibêjim heta derecekê DAIŞ’ike biçûk di min de jî hebû. Bi sirûdên wan, min ruhiyeta wan bêhtir nas kir û ketim ruhîyeta wan.

Di sahneyekê de çekdarên DAIŞ’ê serê Baran jê dikin. Te taybet videoyên DAIŞ’ê yên serjêkirinê temaşe kirin?
Jan Dost:
Na, min hîç temaşe nekirin û newêrim jî. Eger ez videoyeke wan ya serjêkirinê temaşe bikim, piştî wê ez nikarim bibim Jan Dost. Min bihîstiye çawa serjê dikin û min ji xwe re xeyal kiriye.

Di nav wan karakteran de, herî zêde kuştina kê bi te çetin hat?
Jan Dost: Herî zêde Rewşen. Di wê karakterê de min qîza xwe didît. Qîza min jî guliyên wê xweşik in. Gava min Rewşen dinivîsî, min li qîza xwe dinêrî. (Digirî..) Her keçeke Kurd, di Rewşenê de hebû. Ew keçikên çeleng, yên nûhatî, porê wan xweşik.. Ez jî tim bi gulîyên qîza xwe şa dibim. Bi rastî jî gava min dinivîsî min digo ma maqûl ez vê keçkê biavêjim nav agirê şer.. Bi çi dilî ez kê wê bişînim şer? Nabe, ezê çawa wê xelas kim? Naşînim şer! Lê alîyekê jî min digo, ew razî ye û dixwaze here. Germ bûye û ciwanîya wê jê re dibêje here şer. Ez pir pê êşîyam bi rastî. Destê min nedigerîya ku ez wê bidim kuştin. Ew sahneya ku ew li erdê ye û li ezmên dinêre, her cara ku min dinivîsî, min li qîza xwe dinêrî. Wek ku min qîza xwe kuşt, bi rastî ew hîs bi min re çêbû, pir giran bû bo min.

Xêncî te, di romanê de karakter gî bi devoka Berazîyan şorê dikin. 18 sal in tu ji Kobanîyê, ji wê deştê û devokê dûr î û li ser zimanê standart î. Ji ‘’lê arê’’yan, heta ‘’werga’’ û ‘’bodle’’yan gelek gotinên Berazîyan, te bi şixuleke çito xistin romanê?
Jan Dost: Ez ji devoka Kobanî hez dikim. Jibo min devokeke xerîb bû, ne devoka min bû. Li Mihela Seyda, em bi devoka Amûdê diaxifîn. Di nav xwe de me ti carî bi devoka Kobanî xeber nedaye. Heta jibo me tiştekî komik bû gava du kesên ji malbata Seyda di nav xwe de bi devoka Kobanî xeber bida, em pê dikenîyan. Cîranê me jî bi devoka me diaxifîn. Mala Akif, Mala Hemcin, Mala Heydo, Mala Hec Mihemedê Topîbrêm.. Wan hemûyan bi me re bi devoka me xeber didan ku devoka me desthilatdar bû. Lê li derveyî Mihela Seyda, devoka Kobanî hebû. Li çarşîyê, li mazatê, li bazarê, li mektebê. Ji zaroktîya xwe ve min bala xwe dabû vê devokê. Devokeke ecêb bû ji min re. Di wêjeyê de ez nabînim, di pirtûkan de ez nabînim, şairekî meşhûr di nav wan de tune. Belkî di kilaman de hebe, mesela Baqî Xido, Mihemedê Dûman, Mişo Bekebûrê Berazî bi wê devokê distrên. Min dît ew devok wek zimanekî bêxwedî ye, herêmî ye û tenê li Kobanî û Sirûcê heye û min xwest ez bi devokê binivîsim. Bo min ne xebateke zor bû.

Nivîsîna bi devoka Berazîyan, jiber fehmnekirina hin xwendevanan ne rîskek bû li gor te?
Jan Dost: Dema min roman nivîsî, ez fikirîm bi rastî tê de, eceb ez çawa binivîsim. Min dî ku ez dîyalogan bi kurmancîya standart binivîsim, tiştekî pir komîk çêdibe. Mesela Xanê bibêje ‘’Kurê min gelo tu hatî?’’ yanî ew gotin qet bi devoka Kobanî nakeve, dibe wek karîkaturan. Min ew rîsk da ber çavên xwe û min got ez ferhengokê li dawîya romanê deynim. Di çapa yekê de tunebû ferhengok, belkî di ya duduyan de hebe.

Dema Herba Kobanîyê nîqaşeke populer bû û hîn jî dewam dike: Hin kesan digot Kobanê hinekên din jî Kobanî. Te nav Kobanî danîye, loma ez wa bipirsim, çima ne Kobanê lê Kobanî?
Jan Dost: Gerek bêhtir xelkê Kobanîyê bersiva vê pirsê bide. Em ji Kobanîyê ne û ji roja roj de me digot Kobanî. Me kesî nedigot Kobanê. Xelkê ji derdora Cizîr, Qamişlo, Amûdê û Efrînê digotin Kobanê. Kobanê, yanî wek ku bêjin Fatê, Eyşê. Navê mê çawa ditewînin wisa, talîya wê jî ‘’î’’ ye ne ‘’ê’’ ye. Ez bi xwe dijî Kobanê me, jiber ku ew nav bûye dîyardeyeke siyasî jî. Birêz Şahînê Bekirê Soreklî jî li ser vê meselê nivîsî, însanekî 70 salî ye û camêr tarîxa Kobanîyê ji min baştir jî dizane. Ew jî dibêje ku nav Kobanî ye ne Kobanê.

Karakterên romanê mihacirên Kobanîyê ne. Ew peyva ‘’mihacir’’ çend rûpelan carê li çavê merîya dikeve. Nola ku Jan Dost xususî xwestîye wê peyvê tim bi bîr bixîne. Tesîra hatina we ya ji Amûdê ber bi Kobanî ve û çûyîna te ya ji Kobanî ber bi Almanya ve heye di vê yekê de?
Jan Dost: Te baş bala xwe dayê, ew gelek rast e. Min bi taybetî lehengên romanê kirin kesên mihacir, ne kesên ji eşîrên Kobanî. Kobanî civakeke zêde eşîretparêz e û kesekî mihacir rewşa wî xerab e. Kesên mihacir, tim navê mihacir pê ve bû. Mesela navê yekî di nasnanemaya wî de Ebdo Salih e, digotin Ebdoyê Mihacir. Ku digotin mihacir, li dora wî însanî sînorek çêdibû: Jinan nadinê û ji wî nastînin û alvêra bi wî re kêm e jiber ku eşîra wî tine. Ew jan me jî kişand wek Malbata Seyda. Vê yekê bi rastî û vekirî dibêjim. Ggelek xelkên Kobanî jî navê mihacir li me jî dikirin. Kobanî ava bû em lê bûn, mihacir çi ye? Me gundê xwe terikand, me tiştê xwe terikand, kalkê min hat wî welatî tenê jibo îrşadê. Çi bû yanî, bû guneharkarî ez hatim li vî bajarî bijîm? Ez 18 sal in li Almanya me, li wir jî ji min re dibêjin tu mihacir î. Li kû ezê pê bihisim ku ez ne mihacir im? Jibo wê jî min xwest ez vê mijarê cihekî zêde bidimê, û êdî em ji hevdu re nebêjin mihacir û mihacir. Vê hişmendîya xerab û eşîretparêz bira biterikînin. Berazî hemû jî bi rastî jêhatî ne, lê min got bira mihacir be û eşîrên din jî aciz nebin. Ez bêjim Kêtikî, wê Pijî bêjin çima ne em em lê Kêtikî.

Wexta herb hebû, hin Kobanîyên ku li Sirûcê diman navê zaroyên xwe yên ku nû çêbûbûn Mihemed Obama danîn. Lê berovajî vê hezkirinê di romanê de dijî Obama ‘lêxe Reşo lêxe, serî te gû ye binî te rêx e’’ tê gotin. Ew çira?
Jan Dost: Obama sembolekî Amerîka bû. Em DAIŞ’ê li alîyekî deynin, ya ku Kobanîya min hilweşand Amerîka ye. Wê çaxê ez ecêb dimam bi mejîyê xelkê ku çawa kêfa wan bi bombebarana Amerîka dihat. Min fehm nedikir. Çend mihele bi hev re di sê sanîyan de diçûn, wan jî bi çepkan digotin lêxe Reşo lêxe. Li kê xe? Dibêjin 2000 çekdarên DAIŞ’ê li Kobanîyê kuştin. Bajarekî ku beklî 10000 mal têde hene, tu hilweşînî bo 2000 çekdar..

Ê lê çi bû alternatîfa vê, bila çawa bikuştana çekdarên DAIŞ’ê?
Jan Dost: Karibûn nehiştina ku çekdarên DAIŞ’ê derbasî Kobanîyê bibin. PYD’ê bi xwe enîya hindur xurt bikira. Ew heta niha jî nahêlin pêşmergeyên başûrê Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê bibin ku ew jî nakokîyek e. Bila eskerên we zêde bin, bila çeperên we xurt bin. Ez dipirsim, 408 gund çawa di 36 saetan de ketin deste DAIŞ’ê? Ez vê pirse dikim û bila yek ji wan bersivê bide. Ka bersiv heye? Bersiv tune. Ez bersivê zanim lê ez nabêjim! 

Qey loma te roman ne bi rizgarkirina Kobanîyê, lê bi komkujîya ‘’Leyletul Qebr’’ê qedandîye?
Jan Dost: Berî her tiştî ez bibêjim ku ew rizgarkirin û dengvedana li cîhanê giş feqek bû û Kurd ketinê. Piştî rizgarkirina Kobanî, di meha Hezîranê de, DAIŞ yan jî em nizanin kî, derbasî Kobanî bûn û 300 însan ji miletê Kobanî kuştin û 300 însan birîndar kirin. Du rojan di Kobanîyê de bûn. Eger bajar rizgar bûba ew komkujî çênedibû. Ew komkujîiya ku heta niha li ser nasekinin, nabêjin çima çêbû, di kû re derbas bûn, kê ew derbas kirin, jibo çi hatin ketin gêhan hindurê Kobanî. Xwedîyên qurbanîyên komkujîyê heta niha dipirsin, çawa bû. Yek bersiv nedane heta niha. Ew çi pirsê bi mirov re çêdike? Jibo wê jî komkujî bo min dawî bû. Piştî komkujîyê jî jibo min hîç e û hîç e. Niha çi li Kobanîyê çêbibe, li Kobanîyê ji gorîstana şehîdan pê ve çênabin. Tiştê ku li Kobanî û tevahîya rojavayê Kurdistanê mezin dibe goristana şehîdan e û ne tiştekî din e.

Dibêjin gava meriv di ciwanîya xwe de bîranînên xwe binivîse dibe roman, gava meriv di kalbûna xwe de romanekê binivîse dibe bîranîn. Ji Mijabad ber bi Kobanî.. Meriv dikare bêje Mijabad bîranîn bû, bû roman û Kobanî jî roman bû, bû bîranîn?
Jan Dost: Hîsbûna kalbûna ji mêj ve bi min re heye. Di dîwana min de, helbesteke min ya 88’an yan 89’an e min nivîsîye, dibêje ‘’ciwan im, lê ji derdan bûm sipîpor’’ Yanî ji roja roj de ez xwe însanekî kal hîs dikim. Heta niha jî ez tim dibêjim, emrê min hindik e, kin e. Jibo wê jî ez tim dilezînim, di xebatê de ez aktif im weke perwaneyan. Bawer im di Mîrnameyê de derbas dibe mîsala perwane û kûsîyê. Perwane ji gulekê diçe gulekê û vir û wir, dibêje emrê min biharek e. Ê kûsîyê 200 sal dijî, ji xwe re hêdî hêdî dimeşe. Ez jî tim xwe kal hîs dikim. Jibo wê jî çend romanên min mîna bîranîn in. Xwîna li Ser Mînarê jî bîranîn in, bav û dîya min çawa ji hevdu hez kirin, li kû hevdu dîtin û çawa em hatin Kobanî ew jî têde hene.

Te li Almanya dest bi nivîsîna romanê kiriye û li Antalya qedandîye. Bêyî ku di nava sînorê wê desthilatdarîya ku tu jê hez nakî kevî, qet fikir çêbû ku tu herî Sirûcê, li ber sînorê Kobanî romanê biqedînî?
Jan Dost: Jiber ku plana romanê di serê min dê çêbûbû, ez li kû bûma ferq nedikir. Li New York, li London û li Sirûcê bûma jî, minê heman tişt binivîsanda. Dawîya romanê ji min ve xuya bû. Dema ez dibêjim min dawî li vir nivîsî, belkî du sê pelên dawî min nivîsîn, qedîyabû roman. Ne ku min xwest ez bi qest romanê li Antalya biqedînim, ez hatibûm tehtîlê û min li vir qedand. Belkî ji alîyê exlaqî çêtir bûya min li ciyekî tehtîl neqedanda.

Em niha li ber kola û bîrayan li Alanya hevpeyvînê dikin, qey ne exlaqî ye?
Jan Dost: Wê rexne werin, heqê wan e bira bibêjin. Gotethe nivîskarekî mezin yê Almanan e û wî di qesrên mîrên mezin de Janên Werther nivîsîye. Bo edebîyatê ne şert e ku ez li kolanan rakevim, ne şert e ku balgeha min kevir be û lihêfa min ezman be û doşega min erd be. Ez bi edebiyata xwe re rast im û ez li kû binivîsim jî ferq nake bo min. Xwedê ew îmkan daye min ku ez werim tehtîla xwe li Antalya bikim, ez çi bikim yanî, ez li vir nenivîsim û rojî bigirim? Ez hatime vir ma tiştekî eyb e yanî? Bi min tiştekî pir normal e. Dema ez romanekê dixwînim, ez nabêjim li kû hatiye nivîsîn, ez dibêjim çi hatiye nivîsîn. Ka tu jî bîrayekê vexwe de.

Na, spas, ê min wanî kola besî min e.
Jan Dost: Te bi Martînê Bextewer re jî çay vexwaribû jixwe. Biterikîn vî xuyî xwe.

Biterîkinim, biterîkinim. Ez werim pirsa talî: Bajarê Kobanî li dinê gî tê nas kirin êdî, tu bawer dikî ku rojekê romana Kobanî li hemû cîhanê were nas kirin?
Jan Dost: Ez jiber romana xwe fedî nakim û berî her romanê min dixwazim Kobanî bo zimanên din were wergerandin. Hewildanên min jî heta radeyekê encam dane. Îtalî û Almanî jî ew proje heye. Xelk rastîya Kobanî û şer nas bikin. Cegermendî û dilêrîya keç û xortên Kurd bila bibînin, şor li ser vê nabe. Canfêda bûn, pir li ber xwe dan. Ew ruhê berxwedanê ji PKK’ê hatibe, ji hezkirina wê axê hatibe, ji kû hatibe, ferq nake. Fedekarî jî heqê wê ye, bi hemû zimanan were xwendin û were nas kirin. Xelk Kobanî pir hindik nas dikin. Tim dibêjim tarîxa Kobanî 100 sal e, xelk tenê çar mehên wê yên bi şer zanin, wekî din nizanin Kobanî çi ye. Jibo wê jî ez dixwazim ew 100 salê ku min di romanê de behs kiriye, ji destpêka avakirina Kobanî heta niha, were xwendin.

  • Hevpeyvîn: Omer Faruk Baran
  • Mêvan: Jan Dost
  • Cîh: Alanya – Antalya
  • Foto: Şîraz Baran

Ji bo berhemên Jan Dost: www.kurtcekitap.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply