Şehîd İzzettîn Yildirim

Li gundê kizilkayayê li ser Patnosa Agiriyê ye, hatiye dinyayê. Li gelek bajarên Kurdistanê tehsîla medreseye dît. Bi saya mamosteyên xwe Rîsaleyên nûr nas kir. Piştre li ser Rîsaleyên Nûr  lêkolîn kir û dest bi xîzmeta wê kir.

Di sala 1990î de bi çend hevalên xwe re Weqfa Zehrayê damizirandin û ji bo damezirandina kovara Nûbihar û Yenî Zemînê hevalên xwe teşwîq kirin. Îdeala wî ya herî mezin temamkirina projeya Medreseya Zehrayê bû. Lewra Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ji bo vê armancê, 65 salê xwe dabû. Mela İzzedîn ji li Wanê temele Zanîngeha Zehra avêt. Lê mixabin Xwedê nekir nasîb ku temam bike.

Di Çiriya Pêşîn a 1999an de ji aliye kesên nasnameya wan nediyar ve hate revandin. Piştre, di 28ê Çileya Paşîn ê 2000î de bi awayekî hovane hate şehîdkirin. Nimêja wî bi beşdariya bi hezaran kesî ve hate kirin û li gorîstana Eyûbê hate veşartin.

Ji Salnameya Nûbiharê (2018) hatiye vergirtin

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply