Îxlasî/Dilsaxî Li Gel Xwedê

Xwedê Tealê gotîye:

وَمَآ اُمِرُوآ اِلاَّ لِيَعْبُدُوا اللَّهَ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ حُنَفَآءَ وَيُقِيمُوا الصَّلَوةَ وَيُؤْتُوا الزَّكَوةَ وَذَلِكَ دِينُ الْقَيِّمَةِ

“Ferman li wan hatibû kirin ku bes ew, xwerû ji Xwedê tenê re îbadetê bikin û li ser dînê pak, rast û dûrist bimînin, nimêjê bikin û zikatê bidin, a ev e dînê rast û dûrist.” [1]

 

لَنْ يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلاَ دِمَاؤُهَا وَلَكِنْ يَنَالُهُ التَّقْوَى مِنْكُمْ

“Ne goştê wan (qurbanan) û ne jî xwîna wan digihêje Xwedê. Lêbelê teqwatîya we digihêje wî.” [2]

 

قُلْ اِنْ تُخْفُوا مَا فِى صُدُورِكُمْ اَوْ تُبْدُوهُ يَعْلَمْهُ اللَّهُ

“Tu bêje: Ew tiştên ku hûn di dilê xwe de vedişêrin yan jî eşkere dikin Xwedê pê dizane.” [3]

 

1– عَنْ اَمِيرِالْمُؤمِنِينَ اَبىِ حَفْصٍ عُمَرَابِنِ الْخَطّاَبِ سَمِعْتُ رَسُولَ اللَّهِ  يَقُولُ إِنَّمَا اْلاَعْمَالُ بِالنِّيَّاتِ وَإِنَّمَا لِكُلِّ امْرِئٍ مَا نَوَى فَمَنْ كَانَتْ هِجْرَتُهُ الى الله ورسوله فهجرته الى الله ورسوله ومن كانت هجرته لدُنْيَا يُصِيبُهَا أَوْ امْرَأَةٍ يَنْكِحُهَا فَهِجْرَتُهُ إِلَى مَا هَاجَرَ إِلَيْهِ .

1–Ji Emîrul-Muminîn Ebû Hefs ‘Umer kurê Xettab kurê Nufeyl kurê Ebduluzza kurê Rîyah kurê ‘Ebdullah kurê Quret kurê Rezah kurê Edîyy kurê Ke’b kurê Lueyy kurê Xalib el Qureşî el Edewî (r.), gotîye: Min ji Pêxemberê Xwedê (s.) bihîst, digot: “Bêguman emel/kar li gorî nîyeta ne û ji her kesî re tişta ku nîyet kirî heye. Vêca kesê hîcreta wî bi bal Xwedê û Resûlê wî ve be, jixwe hîcreta wî bi bal Xwedê û Resûlê wî ve ye. Û kesê hîcreta wî ji bona bidestxistina dunyayê be û yan jî bo mahrkirina jinekê be, ji xwe hîcreta wî ji bo tişta ku ji bona wê hîcret kirîye ye.”

Bi îttifaqa herdu îmamên hedîsê. Herdu pêşîvanê muheddîsan; Ebû ‘Ebdullah Muhemmed kurê Îsmaîl kurê Îbrahîm kurê Muxîre kurê Ber-dîzbe Buxarî û Ebûl-Huseyn Muslim kurê Heccac kurê Muslîm el-Quşeyrî en-Nîsabûrî Xwedê ji wan herdukan razî be, di herdu kitêbên xwe yên ku rastirînê kitêbên di rîwayet kirinan de hatine nivîsandin, ku Sehîhul-Buxarî û Sehîhu-Muslîm in.

 

2– عَنْ عَائِشَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهَا قَالَتْ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ  يَغْزُو جَيْشٌ الْكَعْبَةَ فَإِذَا كَانُوا بِبَيْدَاءَ مِنَ اْلاَرْضِ يُخْسَفُ بِأَوَّلِهِمْ وَآخِرِهِمْ قَالَتْ قُلْتُ يَا رَسُولَ اللَّهِ كَيْفَ يُخْسَفُ بِأَوَّلِهِمْ وَآخِرِهِمْ وَفِيهِمْ أَسْوَاقُهُمْ وَمَنْ لَيْسَ مِنْهُمْ قَالَ يُخْسَفُ بِأَوَّلِهِمْ وَآخِرِهِمْ ثُمَّ يُبْعَثُونَ عَلَى نِيَّاتِهِمْ .

2–Ji Ummul-Muminîn Ummu ‘Ebdullah ‘Aîşe (r.), gotîye: Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye:“Wê leşkerek êrîşî Ke’be bike. Wextê hatin çolekê de, wê tevên wan binerd bibin.” Li ser vê gotinê min got: Ya Resûlê Xwedê (s.) çawa wê tev binerd bibin, di nav wan de bazirgan û yên ne ji wan he-ne? Wî got: “Wê temam binerd bibin, paşê wê li ser nîyeta xwe bêne şandin.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine. Ev lefzê Buxarî ye.

 

3– عَنْ عاَئِشَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهَا قَالَتْ قَالَ النبىُّ  لاَ هِجْرَةَ بَعْدَ فَتْحِ مَكَّةَ وَلَكِنْ جِهَادٌ وَنِيَّةٌ فَإِذَا اسْتُنْفِرْتُمْ فَانْفِرُوا .          

3–Ji Umul-Muminîn ‘Aîşe (r.), gotîye: Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Pîştî fetha Mekkê êdî hîcret nîne, belê cîhad û nîyet heye. Wextê hûn hatin gazîkirin bo cîhadê herinê.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

Mana wê ew e ku êdî hîcretkirina ji Mekkê çênabê. Lewra êdî Mekke bûye Darul-Îslam.

 

4– عَنْ جَابِرٍ قَالَ كُنَّا مَعَ النَّبِيِّ  فِي غَزَاةٍ فَقَالَ إِنَّ بِالْمَدِينَةِ لَرِجَالاً مَا سِرْتُمْ مَسِيرًا وَلاَ قَطَعْتُمْ وَادِيًا إِلاَّ كَانُوا مَعَكُمْ حَبَسَهُمُ الْمَرَضُ. وفي روايةٍ :إلاَّ شَركُوكُمْ في الأَجْرِ.

 عَنْ اَنَسٍ رَضِىَ اللهُ عَنْهُ قَالَ: رَجَعْنَا مِنْ غَزْوَةِ تَبُوكَ مَعَ النَّبِىِّ  فَقَالَ: ان اَقْوَامًا خَلْفَنَا بِالْمَدِينَةِ مَا سَلَكْنَا شِعْبًا وَلاَ وَادِيًا اِلاَّ وَهُمْ مَعَنَا حَبَسَهُمُ العذر.

4–Ji Ebû ‘Ebdullah Cabîr kurê ‘Ebdullah el-Ensarî (r.), gotîye: Em di herbekê de digel Pêxemberê Xwedê (s.) bûn, vêca ewî (s.) got: “Miheqeq di Medînê de hinek mirov hene ku hûn çiqas bi rê ve diçin û hûn çiqas gelî û newala diborin ew jî digel we ne (di xêrê de). Nexweşîyê ew hîştine.” Di ragehekê de: Miheqeq ew jî di xêrê de hevparê we ne.

Muslim rîwayet kirîye.

Û Buxarî ji Enes kurê Malîk (r.) rîwayet kirîye, gotîye: Em di gel Pêxemberê Xwedê (s.) ji herba Tebûkê vedigerîyan, wî got: “Bêguman li paş me de li Medînê hinek meriv hene, em ji çi rê û newalan derbasbûbin ew jî bi me re ne. Lêbelê uzrê wan ew girêdane.”

 

5– وَعَنْ اَبِى يَزيِدَ مَعْنِ بْنِ يَزِيدَبْنِ اْلاَخْنَسِ  وَهُوَ وَاَبُوهُ وَجَدُّهُ صَحاَبِيُّونَ قاَلَ كَانَ أَبِي يَزِيدُ أَخْرَجَ دَنَانِيرَ يَتَصَدَّقُ بِهَا فَوَضَعَهَا عِنْدَ رَجُلٍ فِي الْمَسْجِدِ فَجِئْتُ فَأَخَذْتُهَا فَأَتَيْتُهُ بِهَا فَقَالَ وَاللَّهِ مَا إِيَّاكَ أَرَدْتُ فَخَاصَمْتُهُ إِلَى رَسُولِ اللَّهِ  فَقَالَ لَكَ مَا نَوَيْتَ يَا يَزِيدُ وَلَكَ مَا أَخَذْتَ يَا مَعْنُ .

5–ji Ebû Yezîd Me’n kurê Yezîd kurê Exnes (r.) -ew, bav û bapîrê xwe sahabî ne- gotîye: Bavê min Yezîd ji bona xêrê hinek dînar veqetandibûn danîbûn cem zilamekî li mizgeftê. Ez çûm min ew dînar stendin û min anîn dane wî. Bavê min got: Wellahî min ne bi nîyeta te danîbûne cem wî zilamî. Me hevûdu bir bal Pêxember (s.), Pêxember (s.) got: “Ya Yezîd! Nîyeta te ji te re ye. Ya Me’n! Tişta te jî sitendîye ji te re ye.”

Buxarî rîwayet kirîye.

 

6– عَنْ اَبىِ اِسْحاَقَ سَعْدِ بْنِ أَبِي وَقَّاصٍ ماَلِكِ بْنِ اُهَيْبِ اِبْنِ عَبْدِ مَناَفِ بْنِ زُهْرَةَ بْنِ كِلاَبِ بْنِ مُرَّةَ بْنِ كَعْبِ بْنِ لُؤَيِّ الْقُرَشِيِّ الزُّهْرِيِّ  اَحَدَ الْعَشَرَةَ الْمَشْهُودُ لَهُمْ بِالْجَنَّةِ  قَالَ جاَءَ نِي رَسُولُ اللَّهِ  يَعُودُنِي عَامَ حَجَّةِ الْوَدَاعِ مِنْ وَجَعٍ اِشْتَدَّ بِي فَقُلْتُ ياَ رَسوُلَ اللهِ إِنِّي قَدْ بَلَغَ بِي مِنَ الْوَجَعِ ماَ تَرَي وَأَنَا ذُو مَالٍ وَلاَ يَرِثُنِي إِلاَّ ابْنَةٌ ليِ أَفَأَتَصَدَّقُ بِثُلُثَيْ مَالِي قَالَ لاَ فَقُلْتُ فاَلشَّطْرُ ياَ رَسوُلَ اللهِ فَقَالَ لاَ قُلْتُ فاَلثُّلُثُ ياَ رَسوُلَ اللهِ قاَلَ الثُّلُثُ وَالثُّلُثُ كَبِيرٌ أَوْ كَثِيرٌ إِنَّكَ أَنْ تَذَرَ وَرَثَتَكَ أَغْنِيَاءَ خَيْرٌ مِنْ أَنْ تَذَرَهُمْ عَالَةً يَتَكَفَّفُونَ النَّاسَ وَإِنَّكَ لَنْ تُنْفِقَ نَفَقَةً تَبْتَغِي بِهَا وَجْهَ اللَّهِ إِلاَّ أُجِرْتَ عَلَيْهاَ حَتَّى مَا تَجْعَلُ فِي فِي اِمْرَأَتِكَ فَقُلْتُ يَا رَسُولَ اللَّهِ أُخَلَّفُ بَعْدَ أَصْحَابِي قَالَ إِنَّكَ لَنْ تُخَلَّفَ فَتَعْمَلَ عَمَلاً تَبْتَغِي بِهِ وَجْهَ اللهِ اِلاَّ اِزْدَدْتَ بِهِ دَرَجَةً وَرِفْعَةً ولَعَلَّكَ أَنْ تُخَلَّفَ حَتَّى يَنْتَفِعَ بِكَ أَقْوَامٌ وَيُضَرَّ بِكَ آخَرُونَ اللَّهُمَّ أَمْضِ لاَصْحَابِي هِجْرَتَهُمْ وَلاَ تَرُدَّهُمْ عَلَى أَعْقَابِهِمْ لَكِنِ الْبَائِسُ سَعْدُ بْنُ خَوْلَةَ يَرْثِي لَهُ رَسُولُ اللَّهِ  أَنْ مَاتَ بِمَكَّةَ .

6–Ji Ebû Îshaq Se’d kurê Ebû Weqqas Malik kurê Uheyb kurê Ebdumenaf kurê Zuhre kurê Kîlab kurê Murre kurê Ke’b kurê Lûeyy el-Qureşî ez-Zuhrî (r.) -yek ji wan deh kesên ku mizgînîya cennetê bo wan hatîye dayîn e- gotîye: Di sala Heccetul-Wedayê de nexweşîyek giran li min peyda bûbû. Vêca Pêxemberê Xwedê (s.) hate serdana min. Min got: Ya Resûlê Xwedê (s.)! Vaye tu dibînê nexweşîya min çi qeder li min giran bûye û ez zilamek maldar im. Ji xeynê qîzikeka min tu warisê min tunîne. Vêca ez ji sê behra du behr malê xwe bikim sedeqe tu çi dibêjî? Pêxember (s.) got: Na. Min got nêvî çawa ye ya Resûlê Xwedê (s.)! Got: Na. Min got sêyek çawa ye ya Resûlê Xwedê (s.)! Got: Sêyek û sêyek jî zaf e (yan mezin e). Ger tu warisên xwe, şûna xwe de dewlemend bihêlî ji wê çêtire ku tu wan feqîr bihêlî ku parsê bikin. Bêguman çi sedeqa ku tu ji bo Xwedê Te’ala bidî tê xêra wê bistînî, heta ew loqma ku tu bixî devê pîreka xwe de jî. Min got: Ya Resûlê Xwedê (s.)! (Hûnê bizivirin Medînê), ma ezê ji hevalê xwe bimînim? Pêxember (s.) got: Tu şûnde namînî! Çi karê ku te ji bona riza Xwedê Te’ala bikî wê pê merteba te bilind bibe û tu yê pê derecekî bilind bibî. Hêvî heye tu hê bijî û hinek mirov ji te feydê bibînin û hinek dîtir ji te zerar bibînin. Ya Rebbî! Tu hîcreta sehabîyên min temam bike û şûnde şûnde wan nezivirîne. Lêbelê Se’dê kurê Xewle çi belengaz e!” Ji ber ku hê li Mekkê wefat kir. Pêxember (s.), pir ber wî ket.

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

7– عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ  قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ  إِنَّ اللَّهَ لاَ يَنْظُرُ إِلَى أَجْسَامِكُمْ وَلاَ إِلَى صُوَرِكُمْ وَلَكِنْ يَنْظُرُ إِلَى قُلُوبِكُمْ .

7–Ji Ebû Hureyre (r.), gotîye: Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Bêguman Xwedê Te’ala li bejna we û şikl û malê we meyze nake. Lêbelê li dil û karên we meyze dike.”

Muslim rîwayet kirîye.

 

8– عَنْ أَبِي مُوسَى عَبْدِ اللهِ بْنِ قَيْسٍ اْلاَشْعَرِيِّ  قَالَ سُئِلَ رَسوُلُ اللهِ  عَنِ الرَّجُلِ يُقَاتِلُ شَجَاعَةً وَ يُقَاتِلُ حَمِيَّةً وَيُقَاتِلُ رِيَاءً أَيُّ ذَلِكَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَقَالَ رَسوُلُ اللهِ  مَنْ قَاتَلَ لِتَكُونَ كَلِمَةُ اللَّهِ هِيَ الْعُلْيَا فَهُوَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ

8–Ji Ebû Mûsa ‘Ebdullah kurê Qeys el-Eş’erî (r.), gotîye: Ji Pêxemberê Xwedê (s.) hate pirsîyarkirin; yê ku ji bona ‘egîdtîya xwe nîşan bide şer dike û yê ji bona rîyakarî û qewmîyeta xwe şer dike kîjan ji van di rêya Xwedê Te’ala de ye? Pêxember (s.) got: “Kî ji bona ku dînê Xwedê Te’ala bilind bibe şer bike ew di rêya Xwedê Te’ala de ye.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

9– عَنْ اَبِي بَكْرَةَ نُفَيْعِ بْنِ الْحاَرِسِ الثَّقَفِيِّ  اَنَّ النَّبِيَّ  قاَلَ إِذَا الْتَقَى الْمُسْلِمَانِ بِسَيْفَيْهِمَا فَالْقَاتِلُ وَالْمَقْتُولُ فِي النَّارِ قُلْتُ يَا رَسُولَ اللَّهِ هَذَا الْقَاتِلُ فَمَا بَالُ الْمَقْتُولِ قَالَ إِنَّهُ كَانَ حَرِيصًا عَلَى قَتْلِ صَاحِبِهِ

9–Ji Ebû Bekirete Nufey’ kurê Harîs es-Seqefî (r.), Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Wextê du misilman ji bona hevûdu bikujin bi şûrê xwe bi kevin pêşberê hev, qatil û meqtul di êgir de ne.” Min got: “Yaresûlê Xwedê (s.)! Qatil erê, ma çima meqtul di êgir de ye?” Got: “Ewî jî dixwest ku hevalê xwe bikuje.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

10– عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ  قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ  صَلاَةُ الرَّجُلِ جَمَاعَةً تَزِيدُ عَلَى صَلاَتِهِ فِي سُوقِهِ وَبَيْتِهِ بِضْعًا وَعِشْرِينَ دَرَجَةً وَذَلِكَ أَنَّ أَحَدَهُمْ إِذَا تَوَضَّأَ فَأَحْسَنَ الْوُضُوءَ ثُمَّ أَتَى الْمَسْجِدَ لاَ يُرِيدُ إِلاَّ الصَّلاَةَ لاَ يَنْهَزُهُ إِلاَّ الصَّلاَةُ لَمْ يَخْطُ خَطْوَةً إِلاَّ رُفِعَ بِهَا دَرَجَةٌ وَ حُطَّ عَنْهُ بِهَا خَطِيئَةٌ حَتيَّ يَدْخُلُ الْمَسْجِدَ فَإِذاَ دَخَلَ الْمَسْجِدَ كاَنَ فِي اصَّلاَةِ ماَ كاَنَتِ الصَّلاَةَ هِيَ تَحْبِسُهُ وَالْمَلاَئِكَةُ تُصَلُّونَ عَلَى أَحَدِكُمْ مَا دَامَ فِي مَجْلِسِهِ الَّذِي صَلِّي فِيهِ يَقوُلوُنَ اللَّهُمَّ ارْحَمْهُ اَللَّهُمَّ اغْفِرْلَهُ اَللَّهُمَّ تُبْ عَلَيْهِ مَا لَمْ يُؤْذِ فِيهِ مَا لَمْ يُحْدِثْ فِيهِ .

10–Ji Ebû Hureyre (r.), gotîye: Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Nimêja yekî bi cemaet bi bîst û tiştek derecan zêdetir e ji nimêja wî ya li sûk û mala wî. Lewra wextê yek ji we destnimêja xwe qenc girt û paşê jî ji bona nimêjê ne ji bona tiştek dîtir here mizgeftê, bi her qevzekî ku tavêje derecek jê re bilind dibe û gunehek wî tê efûkirin heta ku bigihêje mizgeftê. Wextê kete mizgeftê, ew mirov di nimêjê de tê hesabê heta ku li hêvîya nimêjê ye. Heta ku hûn di cîhê ku we lê nimêjkirî de runiştîne û tu kesne êşandîye û bêdestnimêj nebin Melaîket jî li ser we selewata didin û dibêjin: “Ya Rebbî, tu rehmê lê bike û wî efû bike, ya Rebbî tu toba wî qebûl bike.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine. Ev lefzê Muslim e.

88

10 عنْ اَبيِ الْعَبّاَسِ عَبْدِللهِ ابْنِ عَبَّاسِ بْنِ عَبْدِالْمُطَّلِبِ رَضِيَ اللَّه عَنْهممَا عَنْ رَسوُلِ اللهِ  فِيمَا يَرْوِي عَنْ رَبِّهِ تَباَرَكَ وَتَعاَليَ قَالَ إِنَّ اللَّهَ كَتَبَ الْحَسَنَاتِ وَالسَّيِّئَاتِ ثُمَّ بَيَّنَ ذَلِكَ فَمَنْ هَمَّ بِحَسَنَةٍ فَلَمْ يَعْمَلْهَا كَتَبَهَا اللَّهُ تَياَرَكَ وَتَعاَليَ عِنْدَهُ حَسَنَةً كَامِلَةً وَإِنْ هَمَّ بِهَا فَعَمِلَهَا كَتَبَهَا اللَّهُ عَشْرَ حَسَنَاتٍ إِلَى سَبْعِ مِائَةِ ضِعْفٍ إِلَى أَضْعَافٍ كَثِيرَةٍ وإِنْ هَمَّ بِسَيِّئَةٍ فَلَمْ يَعْمَلْهَا كَتَبَهَا اللَّهُ تعالي عِنْدَهُ حَسَنَةً كَامِلَةً وَإِنْ هَمَّ بِهَا فَعَمِلَهَا كَتَبَهَا اللَّهُ سَيِّئَةً وَاحِدَةً . وَاِنْ هَمَّ بِهَا فَعَمِلَهَا كَتَبَهَا رَبَّهُ سَيِّئَةً وَاحِدَةً.

11–Ji Ebû ‘Ebbas Ebdulah kurê ‘Ebbas kurê Ebdulmuttelîb Xwedê ji wan razî be ku Pêxemberê Xwede (s.) ji Xwedê Te’ala rîwayet kirîye, gotîye: “Bêguman Xwedê Te’ala xêr û guneh nivîsîne, paşê jî ewî ew beyan kirine: Vêca kesê ku nîyeta kirina xêrekê bike, lêbelê nekir Xwedê Te’ala jê re xêra wê qencîyek tam dinivîsîne. Heke ew xêr kir Xwedê Te’ala jê re ji deh xêra heta heftsed qata û zêdetir jî dinivîsîne. Heke nîyeta neqencîyekê kir û nekir Xwedê Te’ala jê re xêra qencîyek tam dinivîsîne. Heke nîyeta wê neqencîyê kir û kir, Xwedê Te’ala gunehek tenê jê re dinivîsîne.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

 

 

12– عَنْ اَبِي عَبْدِ الرَّحْمَنِ عَبْدَاللَّهِ بْنَ عُمَرَ بْنِ الْخَطّاَبِ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُمَا قَالَ سَمِعْتُ رَسُولَ اللَّهِ  يَقُولُ انْطَلَقَ ثَلاَثَةُ رَهْطٍ مِمَّنْ كَانَ قَبْلَكُمْ حَتَّى أَواَهُمُ الْمَبِيتُ إِلَى غَارٍ فَدَخَلُوهُ فَانْحَدَرَتْ صَخْرَةٌ مِنَ الْجَبَلِ فَسَدَّتْ عَلَيْهِمُ الْغَارَ فَقَالُوا إِنَّهُ لاَ يُنْجِيكُمْ مِنْ هَذِهِ الصَّخْرَةِ إِلاَّ أَنْ تَدْعُوا اللَّهَ تَعاَليَ بِصَالِحِ أَعْمَالِكُمْ قَالَ رَجُلٌ مِنْهُمُ اللَّهُمَّ كَانَ لِي أَبَوَانِ شَيْخَانِ كَبِيرَانِ وَكُنْتُ لاَ أَغْبُقُ قَبْلَهُمَا أَهْلاً وَلاَ مَالاً فَنَأَى بِي طَلَبُ الشَّجَرِ يَوْمًا فَلَمْ أُرِحْ عَلَيْهِمَا حَتَّى نَامَا فَحَلَبْتُ لَهُمَا غَبُوقَهُمَا فَوَجَدْتُهُمَا نَائِمِينَ وَكَرِهْتُ أَنْ أوُقِظَهُماَ وَاَنْ أَغْبُقَ قَبْلَهُمَا أَهْلاً أَوْ مَالاً فَلَبِثْتُ وَالْقَدَحُ عَلَى يَدِي أَنْتَظِرُ اسْتِيقَاظَهُمَا حَتَّى بَرِقَ الْفَجْرُ وَالصِّبْيَةُ يَتَضاَغَوْنَ عِنْدَ قَدَمِي فَاسْتَيْقَظَا فَشَرِبَا غَبُوقَهُمَا اَللَّهُمَّ إِنْ كُنْتُ فَعَلْتُ ذَلِكَ ابْتِغَاءَ وَجْهِكَ فَفَرِّجْ عَنَّا مَا نَحْنُ فِيهِ مِنْ هَذِهِ الصَّخْرَةِ فَانْفَرَجَتْ شَيْئًا لاَ يَسْتَطِيعُونَ الْخُرُوجَ مِنْهُ قَالَ اْلآخَرُ اَللَّهُمَّ كَانَتْ لِي إِبْنَةُ عَمٍّ كَانَتْ أَحَبَّ النَّاسِ إِلَيَّ وَفيِ رِوَايَةٍ كُنْتَ أُحِبُّهاَ كَأَشَدِّ ماَ يُحِبُّ الرِّجاَلِ النِّساَءَ فَأَرَدْتُهَا عَلَي نَفْسِهَا فَامْتَنَعَتْ مِنِّي حَتَّى أَلَمَّتْ بِهَا سَنَةٌ مِنَ السِّنِينَ فَجَاءَ تْنِي فَأَعْطَيْتُهَا عِشْرِينَ وَمِائَةَ دِينَارٍ عَلَى أَنْ تُخَلِّيَ بَيْنِي وَبَيْنَ نَفْسِهَا فَفَعَلَتْ حَتَّى إِذَا قَدَرْتُ عَلَيْهَا وَفيِ رِوَايَةٍ فَلَمّاَ قَعَدْتُ بَيْنَ رِجْلَيْهاَ قاَلَتْ إِتَّقِ اللهَ وَلاَ تَفُضَّ الْخاَتَمَ إلاَّ بِحَقِّهِ فَانْصَرَفْتُ عَنْهَا وَهِيَ أَحَبُّ النَّاسِ إِلَيَّ وَتَرَكْتُ الذَّهَبَ الَّذِي أَعْطَيْتُهَا اَللَّهُمَّ إِنْ كُنْتُ فَعَلْتُ ذَلِكَ ابْتِغَاءَ وَجْهِكَ فَافْرُجْ عَنَّا مَا نَحْنُ فِيهِ فَانْفَرَجَتِ الصَّخْرَةُ غَيْرَ أَنَّهُمْ لاَ يَسْتَطِيعُونَ الْخُرُوجَ مِنْهَا وَقَالَ الثَّالِثُ اَللَّهُمَّ إِنِّي اسْتَأْجَرْتُ أُجَرَاءَ وَأَعْطَيْتُهُمْ أَجْرَهُمْ غَيْرَ رَجُلٍ وَاحِدٍ تَرَكَ الَّذِي لَهُ وَذَهَبَ فَثَمَّرْتُ أَجْرَهُ حَتَّى كَثُرَتْ مِنْهُ اْلاَمْوَالُ فَجَاءَ نِي بَعْدَ حِينٍ فَقَالَ يَا عَبْدَ اللَّهِ أَدِّ إِلَيَّ أَجْرِي فَقُلْتُ كُلُّ مَا تَرَى مِنْ أَجْرِكَ مِنَ اْلاِبِلِ وَالْبَقَرِ وَالْغَنَمِ وَالرَّقِيقِ فَقَالَ يَا عَبْدَ اللَّهِ لاَ تَسْتَهْزِئْ بِي فَقُلْتُ لاَ أَسْتَهْزِئُ بِكَ فَأَخَذَهُ كُلَّهُ فَاسْتَاقَهُ فَلَمْ يَتْرُكْ مِنْهُ شَيْئًا اَللَّهُمَّ إِنْ كُنْتُ فَعَلْتُ ذَلِكَ ابْتِغَاءَ وَجْهِكَ فَافْرُجْ عَنَّا مَا نَحْنُ فِيهِ فَانْفَرَجَتِ الصَّخْرَةُ فَخَرَجُوا يَمْشُونَ .

12–Ji Ebû ‘Ebdûrrehman ‘Ebdullah kurê ‘Umer kurê Xettab (r.), gotî-ye: Min bihîst ku Pêxemberê Xwedê (s.) digot: “Sê kes ji wan yên berîya we de çûne seferê. Li wan bû şev û ji bona ku şeva xwe bibihurînin ketine şikeftekê. Vêca latek gindir bû, hat derê şikeftê li wan girt. Li ser vê yekê gotin: “Ne ku hûn bi karên xwe yên qenc du’a  ji Xwedê Te’ala bikin tiştek ku we ji vê latê azad bike tuneye.”

Yekî ji wan got: Ya Rebbî! Bêguman min hebû dê û bavê pîr. Berîya wan min xwarin û vexwarin nedida zarokên xwe, ne jî xizmetkarên xwe. Vêca rojekê gera dara ez dûrkirim, hê ez ne zivirîm ew razabûn. Min şîrê wan dot û anî da ku bidime wan min dît vaye xewre çûne. Vêca min nexwest ez wan şîyar bikim, ne jî berîya wan şîr bidim zarok û xizmetkar-ên xwe. Ez mam hêvîya wan ku rabin û qedehek li ser destê min bû heta bû sibeh. Zarokek li ber lingê min zarzara wê ye. Dema ra-bûn, şîrê xwe vexwarin. Ya Rebbî! Heke min ev kar ji bona riza te kirîye, tu me ji tengîya vî latî xelas bike. Hebikekî (derîyê şikeftê) vebû lêbelê nekarîn derkevin.

Yê diduyan got: Ya Rebbî! Min dotmamek hebû ji herkesî zehftir min hez jê dikir. Di rîwayetek dîtir de: “Min ewqas hez jê dikir ku ne mimkun e mêrek ewqas hez ji pîrekekê bike.” Min jê xwest ku xwe teslîmî min bike lê wê ev tişt qebûl nekir. Heta saleke xela ser de hat, hate cem min. Min sed û bîst dînar danê da ku xwe teslîmê min bike, ewê jî qebûl kir. Wextê min xwest ku ez bikim, di rîwayetek dîtir de; “wextê ez di neqeba herdu lingên wê de runiştim” wê got: Ji Xwedê Te’ala bitirse gostîlkê (bekaretê) bêyî heq xerab neke. Ez cih de rabûm û di gel ku ew li bal min ji her kesî mehbûbtir bû min eva kir, dînarê dabûyê jî jê re hiştin. Ya Rebbî! Heke min ev kar ji bona rizayê te kirîye tu me ji vê tengîya ku em têde ne xelas bike. Hebikekî dîtir (derîyê şikeftê) vebû lêbelê nekarîn derkevin.

Yê sisîyan got: Ya Rebbî! Min hinek karker girtibûn min heqê teva dabû wan, ji bilî yekî heqê xwe hiştibû û çûbû. Min heqê wî jê re şixuland heta malê wî zêde bû. Piştî midetekî hat û got: Ey ‘ebdê Xwedê! Heqê min bide min. Min jê re got: Ev deveh, çêlek, pez û qulên ku tu dibînî hemû jî heqê te ne. Got: Ey ‘ebdê Xwedê! Tinazê xwe bi min neke. Min got; Ez tina-zan nakim. Rabû ew tev de dan pêşîya xwe, birin û tiştek nehişte şûnde. Ya Rebbî! Heke min ev kar ji bona riza te kirîye, tu me ji tengîya vî latî xelas bike. Lat ji derîyê şikeftê derket û derketin, di rêya xwe de meşîyan.”

Buxarî û Muslim rîwayet kirine.

Ji Pirtûka Mele Salihê Dihî-Baxên Qencan hatiye wergirtin

[1] Beyyîne, 95/5.

[2] Hecc, 22/37.

[3] Al-î ’Îmran, 3/29.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply