ÎXLAS Û RÎYAKARÎ (DURÛTÎ)

Bi navê Xwedayê Rehmanê Rehîm.

Xwendevanên hêja, ez ê îro bala we bikşînime ser tiştekî girîng. Mijara me ya îro wê ser îxlas û durûtîyê be.
Îxlas çî ye?  Îxlas: ‘Emel, ta’et û ‘îbadet bi tenê ji bo Xwedê kirin e.  Lê dilsoj û dilşadî,  bê şerik Xwedê re ‘ibadet kirin e. Misilman her çi ‘emelî dike bila bike ji bo rezayê Xwedê dike. Misiliman di fikra xwe de wûha difikire, eger Xwedê ‘emelê min bipejirîn e, besî min e. Evana jî ‘emelê qencin (salih). Jixwe  Xwedê  ji min ‘emelê qenc  dixweze. Bawerîya her misilmanî wûha ye. Lê mixabin hin meriv jî hene ku, ewên jî ‘emel dikin, lê ne ji bo rezayê Xwedê. Dilê wan de heskirina millet heye. Ne ku bi heskirina Xwedê. ‘Îbadeta ji bo millet dikin. Bila millet pesnê bide wan, wan bawer bikin. Bila millet bibêje: “ Çi merivnê ji bo Xwedê ne, çi merivnê xas in, çi merivnê ‘egît, comert, xûrt û hêja ne. Her çiqasî jî ‘emelê wan derva va bişibîne ji bo Xwedê, lê ya rast ewana durûtîye dikin. Xwedê jî ‘emelê wan qebul nake. Roja hesêb jî ‘emelê wan derdixe vala pûç dike, ew ‘emelên wan kirîye kêrî  tu tiştî jî nayê. Bi tenê wan dixe dojehê (cehnemê). ‘Emelekî ne ji bo Xwedê be, tu qedrekî, xêrekî wî ‘emelî  ji bo xwedîyê emelkirî tunîne. Tu xêrek jî naghêje xwedîyê ‘emel kirî.  Armanca her misilmanî ew e ku ‘emelekî bike, digel  Xwedê ji wî ‘emelî razî be.

Xwedê vê derheqê da wûha ‘emir ferman dike û dibêje:

“Bê guman me ev Qur’an bi duristî ji te ra hinartîye, vêca tu jî ji bo Xwedê ji dil ‘îbadet bike.” (Sureyê Zumer-2)

“Ew bes hatibun fermankirin ku ew ‘îbadetê Xwedê bikin, di dînê Xwedê de dilbaş û dilsoj bin, berê xwe her bawerîya pûç vegerînin û berê xwe bidin rêya  Xwedê, bi awayê pêdivî nimêj bikin û zekata malê xwe bidin. Ha ev e dînê rast û dirist.” (Sureyê Beyyîne 5)

“Bi sond, Me jî nav wan, ji wan re pêxember şandin da ku wan hişyar bikin.” (Sureyê Saffet 72)
“De binêre, ka encama wan  ên hatine hişyarkirin çawa bûye?! (Sureyê Saffet 73)
“Ji bilî bendeyên  Xwedê yên dil safî (muxles)” (Sureyê Saffet 74)

Di hedîsekî qudsî de jî wûha derbas dibe:

Şufeyul Esma-î, ji Hz. Hureyre (r.’e) riwayet kiriye: Hz. Resulullah (‘eleyselatu wesselam) kerem kiriye ku: Roja qiyametê ê peşî qazî van kesan bikin, yek ji van ew kese kû Qur’an jiberkirîye, yek jî ji wan rêya Xwedê de hatiye kuştinê, yek jî ew kese kû male wî  zede ye. Xwedê T’ala wê Quran ji ber kiriyê, ê ji wî pirsbike: Ê min resulê xwe re şandîbûn, ji hinî te nekir? Ew mirovê bibêje ‘’Belê ya Rebbî!’’  Xwedê T’ala ê jê ra bibêje: Tu van tiştêk hînbûyî,  li gor van te çi ‘emelkir? Ê bibêje, min şev û roj  her tim Qur’an dixwend.
Xwedê T’ala: Ê ji wî merivîra bibêje, tu derewan dikî! pêkve ferîşteyên (melaike) jî bibêjin tu derewan dikî! Xewdê T’ala: Bila millet bibêje filankes pir Qur!an dixwend, jixwe jî millet te ra wusa digot. Ji piştî wê,  ê gazî  ew merivê dewlemend bike. Xwedê T’ala: Ê jê pirs bike, min mal da te? Hetta ku wûsa zêde mal da te,  tu hewceyî tu kesî ne bûyî? Ew ê dewlemend ê bibêje ‘’Belê ya rebbî’’. Xwedê T’ala ê jê ra bibêje, ew rizqek min dabû te, te kîjan  ‘emel pê kirin? Ê bibêje min ji wî malî da eqrebayê xwe (sila-î rehm), pê xêr (sedeqe) kirin. Xwedê T’ala: Ji bo ku te ra bibêjin filankes merivekî merd e, comerd e, jixwe jî millet tera wûsa digot. Ji piştî wî, ê rêya Xwedê da hatiye kuştinê, ê gazî wî merivî bike. Xwedê T’ala: Ê jê pirs bike, tu çima hatî kuştinê? Ew merivê ê bibêje, Te ‘emir kir cîhad bikin, min jî ‘emrê te anî cîh. Ez jî hetta hatim kuştinê min şer kir. Xwedê T’ala ê jê ra bibêje, tu derewan dikî! Ferîşteyên jî pê va bibêjin tu derewan dikî! Xwedê T’ala ê jê re bîbêje, te ji bo te ra bibêjin mêrekî mêrxas e, te ji bo wê şer kir. Jixwe jî millet ji te ra wûsa digot.

Ji piştî wî (Resulullah (‘eleyselam) destê xwe çonga Ebu Hureyre (r.’e) xist): Ey Ebu Hureyre! Ev hersê kes, ew kes in ku roja qiyametê agir e dojehê (cehneme) ji bo wan ê pişpişe. Evana ew her sê kesên, mexluqê Xwedê yê pêşînin!

Şufê gotê kû,  hedîsa kû li min ji Ebu Hureyre (r.’e) hîn bibûm, min ev hedîs Hz.Muawîye (r.’e) re got. Hz.Muawîye Ser vê yekê got: ji van kesan ra ev kiryar bê kirinê, gello merivê din re ê çi bê kirinê?  Û wûsa giriya ku, min her dizanibû ku ê helak bibe. Anku şûn ve ser xwe da hat, hêsrê çavê xwe paqij kir. Wûha got: Xwedê û Resulê wî rast gotine: Çi kesê jîyana dinyayê û xemla wê bixwaze, em ê bêkêmasî beranberî karên wan li dinyayê bidin wan û li dinyayê tiştek li wan nayê kêmkirin. Ha ew in yên ku ji bo wan li axretê ji êgir pê ve tiştekî din nîn e û ya ku wan  (dinyayê) kir berhewa çû û karê ku wan  dikir pûç û betal bû. (Sureyê Hûd 15-16)
(Muslum-Tîrmîzî-Nesaî)

Gelî xwendevanên qedir bilind! Digel mirov rezayê Xwedayê xwe bixwaze. Durûtî karê misilmana nîne. Karê merivtayê jî nîne. Her çi şixûl dibe bila biba rastî û duristî lazim e. Merivê durû, tu kes jê hesnake û jê jî razî nabe. Lê Xwedê qet jê razî nabe. Gava em ayetê Xwedê mêze bikin, Em ê  bibînin ku, Xwedê merivê durû layiqê agir e cehnemê dibîne.

Xwedê me ji kesên ê jê razî dibe, ji wan kesên qenc bi hesibîne. ’Emelê me vala û pûç dernexe
Selam û dia.

M.Emîn Can

 

  

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply