“Îstismar”a Romanê

Edebiyata/wêjeya kurdî a devkî ji hêla mîzahê/henek/qerfe/ ve gelek dewlemend e. Di hêla nivîskî ve çend pirtûk û kovarên mîzahî derketin. Lêbelê di hêla nivîskî de pêşveçûnek berbiçav pêk nehat.

Mîzaha ku weşanxanek kurd “Avesta“ û nivîskarekî kurd “Omer Faruk Baran“ rave kirin li dinê/cîhanê mîzahek weha nehatîye dîtin. O. F. Baran ji xwe re reşnivîsa kurteçîrokeke di nav çend saetan de dinivîse, nivîsek ku di nav çend deqîqeyan de tê xwendin wek roman bi nav dike û dide weşanxaneya “Avesta“ ew jî bi navê “Şeveke Îstismar“ wek roman diweşîne. Diyare xwediyê weşanxaneyê ji wêjeyê fêm nake (li gor dîtina min, ew ji îdeolojî, siyaset û felsefê baş fêm dike lê ji wêjeyê fêm nake) lewre jî nivîsa O. F. Baran weke roman diweşîne.

Nivîsa O. F. Baran ku “Avesta“yê weke roman weşandiye, tu eleqeya wê û romanê bi hevûdu re tune. Gotinek heye dibêjin ; “ji bo ev filan tişt e sed şahid pêwîst e.“ Ji bo nivîsa O. F. Baran re mirov bibêje roman e, ne sed şahid, hezar şahid jî hebe, ev roman nîn e. Heger ev roman be, divê ew weke kurtirîn romana cîhanê navdar bibe ango bibe bi nav û deng. Divê têkeve pirtûka “Cînes“ a rekorê. Lewre li cîhanê rekorek dişkîne. Pirtûka ewqas kin, ewqas biçûk û roman!..Tam rekora cîhanê ye(!) Nîvîsa O. F. Baran ku weşanxaneya “Avesta“ weke roman weşandiye 33 rûpel e. Lê nivîs ji rûpela 11 an dest pê dike û di rûpel 33 de diqede. Yanî hemû 22 rûpel e. Romaneke 22 rûpel tam harîkaya cîhanê ye. Xwendina wê jî 20 deqe ye. Ebada wê dirêjî 15 cm, û ferehî 8 cm, re ye.

Min got mîzah, neku naveroka wê nivîsê mîzahî ye. Na, naverok mîzahî nîn e. Tiştê mîzahî ev e ku ji bo navlêkirina pirtûkê weke ku henekên xwe bi xwendevanan bikin, wê wek roman bi nav kirin mîzahî ye. Belê, ev navlêdan mîzahî ye.

Zimanê wê jî zimanekî qels e, ne wêjeyî ye, zimanekî belawela, zimanê kuçê/sukê ye ku tê de gelek peyvên “argo“ hene. Di zimanê wê de tu tehm û lezeteke xwendinek wêjeyî tune û vê lezetê nade mirov. Di bîst deqan de mirov dixwîne û diqede.
Bi hevoksaziyeke qels û peyvê “argo“ wek “xirê min, qunde, oxlim, egoîstê memikên te me“ û hwd, nivîsê xemilandiye.

Gelo ev tiştê ku O. F. Baran nivîsiye di nav kîjan kategoriya wêjeyî de ye? Ev nivîsa wî bi tu hawayî roman nîn e. Ji hêla edebî weke reşnivîsa kurteçîrokek e neserketî ye û naveroka wê jî qels e.
Rave kirina reşnivîsîna kurteçîrokê di bajarê Amedê de, di kafe û kuçeyên taxa Ofîsa nav bajêr de dest pê dike û di otelek li taxa derê Çiya de dawî dibe.
Vebêj, tîp û lehengan, karekterên wan nedaye nasîn. Di tu hêlek de teferuata tu tiştek tune, mijar bi xwe jî bi berferehî nehatiye rave kirin. Mijara berbiçav daxwaza kişandina fotoya memikên keçek/jinek e.
O.F.Baran ne tenê îstismara romanê kiriye, herweha wî henekê xwe bi romanê û romanivîseriyê kiriye. De ka em binêrin ew dê vêca henekê xwe bi çi bike!

Tevliheviya nav lêdana li berhemên edebî hêj jî didome. Di weşangeriya kurdî de gelek pirtûkên ku weke helbest, şano, çîrok û roman hatin binavkirin di esasê xwe de li gor pîvanên edebî yên gelemperî ne helbest, ne şano, neçîrok û neroman in.
Di navlêkirina berheman de tevlihevî heye. Hinek berhemên ku neromanin wek roman hatine binavkirin. Ev şaşî û tevlihevî hêj jî didome. Pirtûka Mehabat Felat Arda ya bi navê ”Zagros û Zerdeşt” neroman e, zimanê wê qels e, hevok ne ligor rêzimana kurdî ye, bi şêweyeke hunera edebî nehatiye nivîsîn, naverok teng e, lê weke roman hatiye binavkirin û weşanxaneyê li ser berga wê “roman“ nivîsiye.

Weşanxaneyên kurdan yên Stenbolê û Amedê gelek pirtûkên kurdî diweşînin û li ser berga wan pirtûkan dinivîsin helbest, şano, çîrok û roman. Lê gelo ew pirtûk bi rastî jî weha ne?
O. F. Baran û weşanxaneya “Avesta“ bi vî navî, bi vê pirtûka berikê “îstîsmara` romanê kirine. Reşnivîsîna kurteçîrokek ku naveroka wê lawaz, qels, ji hunera wêjeyî dûr, bi zimanekî ne edebî hatiye nivîsîn weke roman binav kirin e.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply