Îsraf(Xutbe)

 

وَالَّذِينَ إِذَا أَنْفَقُوا لَمْ يُسْرِفُوا وَلَمْ يَقْتُرُوا وَكَانَ بَيْنَ ذَلِكَ قَوَامًا (67) الفرقان

Bawermendên birûmet!

Dînê Îslamê, ji bo jiyaneke biaram, yek ji wan rêgezên pejirandî ew e ku di xwarin, vexwarin û temamê kar û barên xwe de bi pîvan be.Ji bilî wê jî îsraf e. Îsraf ew e ku ji sînorê pêdiviyê derbas bibe û di xwarin, vexwarin û temamên kar û barên xwe de bê pîvan be.Çawa ku Xuda Teala di Qurana Pîroz de pesnê misilmanên kamil dike ku her tim bi pîvan in û wiha dibêje:”Ew in ku gava xerc dikin dest belavî û destengiyê nakin; di navbera her duyan de rêyeke navîn digirin.[1] Ji sînorê ku Xuda ji wan re daniye, derbas nabin û kêmasiyê naxin di wan tiştê ku Xuda li ser wan ferz kirî de. Lê mixabin gava em li rewşa mirovan dinêrin bi gelemperî di îsrafê de di asta herî jor de ne. Bi taybetî di xwarin, vexwarin, pêdiviyên nefsê, cil û bergan û  dawetan de. Ev gotina pêşiyan, gelek bi wate ye:” Kesê lingê xwe li gorî berika xwe dirêj neke wê lingê wî bicemide’’

 

Misilmanên birûmet!

Ew tiştên ji hêla Xuda ve ji me re hatine bexşkirin, mîna jiyan, tenduristî, jin, zarok, mal û milk tev bi emanet ji me re hatine dayin. Ji bo vê yekê ka em ê van nîmetan çawa bi kar bînin, ka me di wan de îsraf kiriye an na û ka me di çi de serf kirine, di roja dûmahiyê de em ê  ji wan werin pirskirin. Di der barê vê mijarê de Xuda Teala di Qurana Pîroz de wiha dibêje:”Paşê wê rojê hûn dê ji nîmetên xwe (yên dinyayê) bêne pirskirin!”[2] Pêxemberê me jî di hedîseke şerîf de wiha dibêje:” Roja Qiyametê kurê Adem ji cihê xwe cuda nabe heta ku ji van her çar pirsan neyê pirskirin: “Temenê xwe ka di çi de borandiye, ciwaniya xwe ka di çi de derbas kiriye, malên xwe ka ji ku bi dest xistiye û di çi de xerc kiriye û ilmê xwe ka  çawa emel pê kiriye.”[3] Bendeyên Xuda! Bêguman nîmetên Xuda li ser me gelek in û bê hejmar in. Hinek ji wan nîmetan ev in: Piştî feqîriyê hûn dewlemend kirin, piştî birçîbûnê hûn têr kirin, piştî kufr û şirkê hûn hîdayet kirin bi bal riya rast ve û rêyên xêrê ji we re vekirin bi şêwazeke wisa ku di dilê we de jî derbas nedibû. Vêca şikrê Xuda Teala bikin. Digel van temaman jî dîsa pêdiviya we bi bal qencî û nîmetên Xuda ve hene. Lê mixabin çi gava ku Xuda qenciyekê li însanan dike ser xwe ve diçin û zilmê dikin. Xuda Teala wiha dibêje:”Nexêr, wisa nîn e, qencîya Xuda Teala ji bîr nekin! Bi rastî însan ji rê derdikeve dema xwe maldar û nehewce dibîne.”[4] Xuda Teala rast gotiye. Lewre çi dema Xuda deriyê  litf û kerema xwe li ser bendeyê xwe vedike, hinek kes, bi wê tên xapandin, ji sînorê ku Xuda ji wan re daniye derbas dibin, îsrafê dikin, xwe bê heq di malê Xuda de noq dikin û eserê îsrafê li ser wan xuya dike. Yek ji wan eserê îsrafê ev e: îro em dibînin li ser sifreyeke xwarinê ku ji bo çend kesan tê amadekirin, ji temamê cureyên xwarin û vexwarinan tên rêzkirin û digel wî qasî jî têra cemaetekê ji însanan re heye, lê hûn dibînin hêj çend parî jê nexwarin radibin û yên din temam tên avêtin. Wan kesan ji bîr kirine û an xwe dane jibîrkirin ku li ser erdnîgariya dinyayê wisa mirov hene ku pêdiviya wan bi bal pariyek xwarin û qurtek av ve heye. Ya duyem, bi piranî mirov çavliheviyê dikin di kirîna erebe,cil û berg û xaniyan de. Ji bo ku ji erebeya filan kes, cil û bergên filan kes û xaniyê filan kes ji xwe re bikirin xwe têxin bin deynên gelek mezin ku êdî nikarin ji bin derkevin.Wan aqilê xwe winda kirine ji riya dîn dûr ketine. Ez xutba xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim:”Mafê xizm û xizan û rêwiyan bide û li cihê nepêdivî destbelaviyê neke. Bi rastî yên destbelav dost û birayên şeytan in. Şeytan jî  li hember Xudayê xwe pir nankor bû.”[5]

 Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1] El-Furqan 67
[2] Tekasur 8
[3] Tirmizî Qiyamet 1.
[4] Eleq 6,7
[5] Îsra 26,27

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply