îşev dîsa ji dengê tembûra hunerê guhdardikim
dengekî zîz xwe li çolistana hestên min dipêçe
kêlîyên ku tên strandin ji dilên bi şewatin
tembûr geh digrî geh dikene
awaz xwe li k’erika guhê min de dikin guhar
peyv û gotin dilerizin
guhdarim ez li tembûra hunermendan
pê re diherikim ber ba û babîzokan
ewe ya ku tîne ziman
û hênik dike dil û hinav
awazên ku ji dil tên xwendin
wekî bilûra Egîdê Cimo
xwe li kerika guh asê dike ..
guhdarim ez xwe li bayê bilûrê digrim
di şewata hestên xwe de dipijim .
Bawer yekta