psikoloji

Insanên Ji Insanetiyê Dûrketî

Dema sal derbas dibe morov jî pê re zanatir û bi aqiltir dibe. Eyn mîna şerabê. Çawa sal bi ser şerabê de derbas bibin ewçend bi lezzet û ewçend bi buha û ewçend xweş dibe.

Di jiyana me ya modern de çiqas sal li ser emrê insanî de derbas bibe jî ji ehmeqiyê zêdetir tiştekî din lê zêde nake.

Bê guman mirovên ku xwe bi pêş dixin û tiştan li xwe zêde dikin her daîm hene û ev dinya jî ji bo xatirê wan xweşcamêr û canikan dizîvire.

Camêr li aliyekî û necamêr li aliyekî. Xwezî hejmera necamêran kêmbûya. Ew necamêr in ku di binê her kevirê xirabiyê de şopan wan derdikeve.

Di zemanê berê de xirabî bêtir ji kesên nexwende dihat ligel vê yekê kesê xwende bi piranî ji bo xizmet û başiya mirovan dixebitîn. Ev yek şîretên Şêx Muşerref El Xenokî tîne bîra min. Di Muqedîmma xwe de wiha bang li xwendekaran dikir: “Kesê xwende muheqqeq her emîr e, nexwende her wekî pîvaz û sîr e”.

Di jiyana modern de bi piranî di nav nifşa  Z de (Nifşa Z: zarokên ku piştî sala 2000î hatine dinê û bi teknolojiyê mezinbûyî re tê gotin.)  mixabin “pîvaz û sîr” pirr in. Ji ber vê yekê havîrdorê me bi bêhnek ne xweş hatiye dorpêçkirin. Ew kes hem jiyana xwe diherimînin û hem jî jiyana me.

Rast e her mirov hewce ye ku azad be; ez jî di wê baweriyê de me. Lê divê azadîbûn şaş neyê famkirin. Ger ku sînorê azadiya me sînorê kesên din îhlal bike wê demê azadî ji holê radibê û li şûna wê zilimkarî dikeve şûnê. Lewma divê her meriv sînorê azadiya xwe bizanibe û li gorî sînorê xwe tevbigere. Lê divê dîsa neye jibîrkirin ku tercîhên me yên xirab ne tenê me eleqedar dike, ew tercîhên me ne tenê jiyana me jiyana insanên din jî serêbino dike.

Kêlîk in ya ku dîrokê ji kokê ve diguherîne. Kêlîk in ya ku dîkatotran tîne ser text. Kêlîk in ya ku xweşinsanan dike bindest. Kêlîk in ya ku jiyanê dike bihuşt an jî dojeh. Lewma divê meriv qedrê her kêlîka bizanibe e û li gorî başî û xweşiya mirovan hewce ye em tercîhên xwe eşkere bikin.

Lê mixabin dîrok, dîroka xîrabiyê ye û hertim ji aliyê zaliman ve insanên baş hatine desteserkirin. Karl Marks hîn ji demên berê ev yek eşkere kiribû û gotibû: “Dîrok, dîroka şerê çînê (tebeqe) ye.” û rast gotibû. Dîroka cîhanê bi temamî ji şerê di navbera dewlemend (desthilatdar) û feqîran (bindest) de pêk tê. Di nav vî şerê qedîm de timî dewlend bi serketin e û timî feqîr binketin e.

Timî xeyalên me hene û ya jiyanê li me şêrîn dike jî xeyalên me bi xwe ne. Mirovên jidil timî xêr û xweşiyê ji hemû mirovê cîhanê re dixwazin lê li gel vê yekê kesên serdest ji bo ego, narsîstî û serdestiya xwe hertiştî û herkesî ji bo xwe û ji bo berjewendiya xwe dixwazin. Li ber çavên wan perçiqandina mejiyê mirovî bi xwe ji perçiqandina zebeşî cudatir nîn e. Hewqasî hov û wehşî ne. Sed mixabin yê ku di jiyanê de serdestî dike û hertiştî bi rê ve dibe ev insanên hov in. Xwezî derfet ketibaya destê mirovên îdealîst ku jiyana me teva ji aliyê xweşiyê ve bihata guhertin lê dizanim ku dara xweziyê şîn nabe.

Wekî daxwaza têgihiştina avê jînê (ava heyatê) hin daxwazên me yên ebedî hene li ser rûyê vê cîhana derewîn. Wekî ku Rebbê Elemê di ayeta 57 ya di sûreyê Ankebûtê de gotî: “Her nefs wê teqez mirinê tam bike”; her mirov bi vê yekê dizanin û li gorî vê qaîdeyê em ketine pey jîna nemir. Ji ber vê sedemê efsane an jî çîrokên dînî derketine meydane. Ji bo jiyana piştî mirinê bihuşt û dojeh derketine meydanê. Heta vir pirsgirêk tune ye lê ji vir û şûn de meseleyek sosret û pirr xedar derdikeve holê. Gellek insan ji bo bihuşta cîhana din vê cîhanê dikin dojeh û bi van kirinên xwe ji xwe bawer in ku dergevanê cennetê Ridwan dê wan pêşwazî bike û dê wan derbasî bihuştê bike. Lê tişta nizanin ew e ku kesê li ser rûyê vê dinê ji bo mirovan bihuştê ava neke li wê dina din nagihîjin bihuştê. Qaîde pirr hesan e; te çi çandibe tu yê wê biçînî. Ger ku te xirabî çandibe, çînîn û xwarinê te jî xirabî ye; ger ku te xweşî çandibe, çinîn û xwarina te başî û xweşî ye.

Wekî Zerdeştê Kal gotî, emanet ji sê tiştên baş xwe mehrûm nekin: a pêşî “fikrên baş”, a duduyan “gotinên baş” û a sisêyan jî “xebatên baş”…

 

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply