Însan û Mirin

Mûmînên Ezîz!

Xutbeya me ya îro li ser yê mexlûqê herî şerefdar însan û li ser mirinê ye. Âlem û her tiştê vê âlemê Xwedayê Teala afirandiye. Lewre Wî pêştir ve Xaliq çunîn e. Ji nav mexlûqê yê Xweda afirandiyî yê herî şerefdar û sergewre însan e. Quranê Kerîm wiha ferman dide li ser însanî

لَقَدْ خَلَقْنَا الْإِنسَانَ فِي أَحْسَنِ تَقْوِيمٍ

“Leqed xeleqnel însâne fî ehsenî tekwîm (tekwîmîn).“ (Sûreya Tîn:Ayet 4.)

“Soz bibe ku, Me însan bi şiklekî pir rind xulq kiriye.”

Di ayeteke dî de Xwedayê Teala wiha ferman kiriye;

وَمَا خَلَقْتُ الْجِنَّ وَالْإِنسَ إِلَّا لِيَعْبُدُونِ

We mâ xeleqtûl cinne wel înse îllâ lî ye’bûdûnî. (Sûreya Zariyat: Ayet 56.)

“(Xweda) Min cin û însan ancax ji bo naskirina min û ji bo evdîtîkirina min afirandiye”

Madem mirov mexlûq e, madem sedema xulqkirina însanî ji bo Xweda evdîtîkirin e. Wisa ye ku pêwîst e însan hê jî mirin nehatî wezîfeya xwe ya ‘eslî ji bîr neke.

Wezîfeya me ya ‘eslî jî îman û dua ye.

Mûmînên delal! Ev tiştê ez dê niha bêjim çi car ji bîr nekin;

Bizanin! Mirin li stûyê me ve girêdayîye, dinya jî di pê me de tê pêçan.

Vê baş guhdarîbikin! Dinya âlema xewnê, axîret âlema ji xewnê hişyarbûnêye. Di navbera dinya û axîretê deriyek heye. Ew derî jî mirin e. Vê gavê em niha di nav xewneke tevlehev de ne.

Ew kesê ji bo axîretê xwe amade dike, Xwedê li axîretê rehma xwe dê bide.

Yên pêşiya mirinê nefsa xwe muhasebe dike, Xweda, li axîretê dê merhamet bike.

Ey Kurdên bawermend!

Kusa dinya fanî ye, wekî wisa her tiştê di vê dinyayê de jî fanî ye. Mal û malbat, milk û meqam, şan û şuhret heta mirinê û heta devê qebrê ye.

Wextê mirin nêzîk bû, ne mal, ne milk, ne şan, ne şuhret, ne meqam kêra çi nayê. Ev tiştên wiha dema mirinê ne hêja, ne mûhîm û ne jî birûmet e. Mixabin ew e ku mirazê me hemûyan jî ev tiştên ne kêra axîretê ne.

Çi kes ne xelasnekiriye û negihîştiye hemû mirazên xwe yê ji dinyayê. Ku hecetek me û hewcetiyek me qediye, yek dî tê cihê wê. Tiştê tu divê, tu çend bivê jî, bê şuphe tu dê ji wê cuda bî.

Însan mirinê û kefenkirinê her daîm li ser yekekî dî dibîne. Ji bîra xwe naîne ku rojekê tê ew jî bête şoştin, kefenkirin û veşartin.

Mûmînên Ezîz!

Xwe bizanin, Xaliqê xwe nas bikin, evdîtîya xwe ji bîr nekin, Wezifeya xwe pêk bînin, Ji kesên xerab û xerabiyê dûr bisekinin, Bi kesên qenc û qenciyê ve nêzîk bisekinin. Baş bifikirin, baş xeberbidin, baş bikin. Çimkî em her ji kirin û gotinê xwe re mesûl in.

“Rabin bawermendên delal rabin! Ji bo axîretê rêwîtî heye.”

Necmettîn KEVE
kurtdiliedebiyati.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply