Bingehê jîn û jiyanê îman e, bawerî ye
Ew civaka din ji dest de wek dewar û kerî ye
Hem li jor û hem li jêrê pir geriyam min diye
Îman taca ji elmas e, rohniya qelb û dil e
Bawerî ye esasê dîn, ne bi zor û ne bi zext e
Ne b’ devê şûr û xencera, ne bi tiving û ne b’ rext e
Îlahî tu bi parêzî me ji vî dînî sext e
Îman taca ji elmas e, rohniya qelb û dil e
Bê îmanî çêtirîne ji wê îmana çewt û şaş
Bi navê Xweda dikujin, êriş dikin wekî wahş
Keç û jinan direvînin hem şaş bûne, hem jî fahş
Îman taca ji elmas eî rohniya qelb û dil e
Sed zincîr û sed xelat bên nagirin wê nefsa har
Pir le’în e nayê rayê ne bi germ û ne bi sar
Tene îman kare bigre bibe kemend û heft sar
Îman taca ji elmas eî rohniya qelb û dil e
Ey tekoşîn ji Xweda her bixwaze îmana rast
Pîr û gencan, şêx û qencan bi canê xwe parast
Pûlperestan dane pey pûl, xwefiroşan kodalast
Îman taca ji elmas eî rohniya qelb û dil e
Mehmet Beytut AYDIN
(Tekoşîn)
05.02.2016
Batman
Çavkanî: Dîwana 2yan Helbest 18