إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذِينَ إِذَا ذُكِرَ اللَّهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَإِذَا تُلِيَتْ عَلَيْهِمْ آيَاتُهُ زَادَتْهُمْ إِيمَانًا وَعَلَى رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَ (2) الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَ (3) أُولَئِكَ هُمُ الْمُؤْمِنُونَ حَقًّا لَهُمْ دَرَجَاتٌ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَمَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَرِيمٌ (4) الانفال
Bawermendên birûmet!
Armanc ji afirandina mirovan naskirina Xudayê mezin û îbadetkirina jê re ye. Sermiyanê me yê herî biqîmet ku xweşî û aramiya her du dinya bi dest dixe îman e. Yek ji taybetmendiya îmanê ya herî girîng ew e ku bandorê li ser kûrahiya dil dike û di wijdana mirovan de jî xweşî û aramiyê çêdike. Ji taybetmendiya îmanê ye ew dilên ku bi kufr û şirkê hatine qirêjkirin ji nû ve jiyanê dide wan û wan zinde dike. Weke ku di mînaka sehabiyan de xwediyê xwe ji wehşet û cehaletê xilas dike û di wê medeniyeta ku bi edalet, rêzgirtin û hezjêkirinê avabûyî digihîjîne asta herî bilind. Di warê îmanê yê pîroz de ew kesên ku reng, ziman û ramanên wan ji hev cuda lê di hestekê hevbeş de tevî hev dibin, ew jî biratiya Îslamê ye. Xuda Teala di vê der barê de di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Bi rastî bawermend ji hev re bira ne.”[1] Xuda Teala bi vê ayeta pîroz bangewaziya biratiya misilmanan dike. Misilman bi vî hestî û îmanê ji hev hezkirin e û di her demê de jî mînaka biratiya Îslamê ya herî qenc dane xuyakirin û çendî ku pêdiviya wan hebe jî birayên xwe bi ser xwe re digirin. Pêxemberê me vê mijarê wiha tîne ziman: “Bawermend ji bo hev ji hêla hezjêkirin, dilovanî û parastinê ve mîna bedenekê ne. Dema ku parçeyekî bedena wî nexweş bibe hemû azayên wî yên din jî bê xew dibin û dikevin tayê.”[2]
Misilmanên birûmet!
Ew misilmanê ku îmana wî xwe berdabe di kûrahiya dilê wî de jiyana wî zinde û xweşiktir dibe û bandora wê li ser temamê tevgerên wî jî çêdibe. Bi xef û eşkere xwe dibin venêrîna Xuda Teala de dibîne. Li soza xwe xwedî derdikeve û xayîntiyê nake. Ji rêya rast û dirust cuda nebe û tişta di menfe’tê birayê wî yê misilman de be li hember dernakeve. Îman, wî ji temamê xirabiyan diparêze. Îman ew e ku bawerî û tesdîqkirina bi temamê tiştên ku pêxemberê me ji cem Xuda Teala aniye. Çawa ku Xuda Teala di Qurana pîroz de ferman dike: “Pêxember bi wî tiştê ku ji cem Xudayê wî jê re hatî bawerî anî. Bawermendan hemûyan jî bi Xuda Teala, milyaketên wî û kitêbên wî û pêxemberên wî îman anî.”[3]
Ji qebûlkirina îmanê re sê şert hene: 1-Divê ne di rewşeke bêhêvî de be. Lewre ew kesê ku di jiyana xwe de îman neanîbe heta ku bikeve ber mirinê hêj îmanê bîne ew ne meqbûl e. Çawa ku Xuda Teala di Qurana pîroz de dibêje: “Tobe, ne ji bo wanên ku xirabî û gunehan dikin heta ku yek ji wan dikeve li ber mirinê, êdî (ji nû ve) dibêje: “Min vêga tobe kir” û tobe ne ji bo wanên ku li ser kufrê dimînin. Evên ha me ji wan re janeke dijwar amade kiriye.”[4] 2- Bawerî bi temamê emrê dîn bîne. Nexwe pêwîst e ji temamê gotin û tevgerên li dijî dînê Îslamê ne xwe biparêze. Lewre ew kesê ku înkara emrekî dîn bike, weke: nimêj, rojî hec û zekatê û yan jî bêje Xuda Teala tişteke wisa emir nekiriye û vêca di roja îro de jî pêdivî bi bal van tiştan ve tune ye, ew ji dîn derdikeve. Lewre kesê înkara tişteke ji dîn bike, weke ku înkara tevan kiribe. 3- Bêyî ku cudahî bêxe di nav emrê dîn de tevan qenc û baş bibîne.
Misilmanên birûmet!
Kesê bawermend dilxweş û aram e. Lewre ew dizane ku wê her dê rojekê ji bo hesabê derkeve li hember Xudayê mezin. Ji bo vê yekê dixwaze li hember Xuda Teala, mirov û zindeweran bi şêwaza herî qenc peywira xwe bîne cî. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeta ku min di serê xutbeya xwe de xwendî de diqedînim: “Bêguman bawermend ew in ku gava ku navê Xuda tê gotin dilê wan ji tirsan dilerize û dema ku ayetên Xuda li ser wan tên xwendin baweriya wan zêde dibe û her xwe dispêrin Xudayê xwe. Ewên ku bi berdewamî nimêj dikin û rizqê ku me dayî wan (di rêya xêrê de ) didin. Ha ev in bawermendên rast û dirust. Ji wan re li cem Rebê wan dereceyên bilind, bexşandin û rizqeke qenc heye.”[5]
Mele Cewadê Girdarî-Çandname
[1] El-Hucurat 10.
[2] Mislim Birr 66.
[3] El-Beqere 285
[4] En-Nîsa 18.
[5] El-Enfal 2-4