Pirsname
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – İbrahim Sediyani – Bi alikarî ya M.Samî Çinar
- Peyva ku herî jê hezdikî?
İbrahim SEDİYANİ : Dilpakî/fezîlet/Xûypakî
- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
İbrahim SEDİYANİ : Bi zimanê Îbranî Strana Ahmet Kaya ya ‘Ağladıkça’ bi zimanê îbranî. Yaov Îtzhak dibêje.
- Ji bo we nirxaherî pîroz çi ye?
İbrahim SEDİYANİ : Dad
- Hûn ji bo çi dijin?
İbrahim SEDİYANİ : Ji bo evdekî ku Xwedê jê razî be
- Ji Kurdan re ya ewul çi lazim e?
İbrahim SEDİYANİ : Yekitiya millî
- Hûn dikarin bi sê peyvan xwe vebêjin?
İbrahim SEDİYANİ : Misilman, Kurd û Hawirparêz
- Kîjan slogan jiyana we ya felsefî xulase dike?
İbrahim SEDİYANİ : “Ez li pey heqîqetê me; kê gotiye ne girîng e. Ez li pey dadê me ji bo kê û li dijî kê ye ne girîng e.”(Malcom X)
- Egîdê we kî ye?
İbrahim SEDİYANİ : Malcolm X
- Wun dixwazin li kuderê bijîn?
İbrahim SEDİYANİ : Stenbol
- Kîjan pirtûkê dixwînî?
İbrahim SEDİYANİ : Di pêvajoya ji Osmaniya heta roja me Nasname, Çand û Guherînê de Kurd (Kimlik, Kültür ve Değişim Sürecinde Osmanlı’dan Günümüze Kürtler)
- Tu dixwazî kîjan karî / pêşeyî nekî?
İbrahim SEDİYANİ : Doxtorî/Bijişk. Çimkî ez nikarim laşê yekî vekim û nikarim pê mijûl bibim
- Çi we kelecan dike?
İbrahim SEDİYANİ : Her gav a ku Kurdistan serxwebûna/azadbûna xwe danezîne
- Çi kelecana te dişikestîne?
İbrahim SEDİYANİ : Dagirkirin a Musulê . Dema ku Kurdîstan ava bibe, îhtîmalake ku Musul li derva yî axa Kurdîstanê de bimîne. Ez naxwazime ku vê bifikirim jî.
- Kêmasîya Kurdan a herîmezin çi ye?
İbrahim SEDİYANİ : Hişa Millî
- Axaftina bi kîjan zimanî we kêfxweşî dike?
İbrahim SEDİYANİ : Ziman gîşkî xweş in. Bikaranîna zimanê ku zanim ez kêf/zewqê distînim.
- Riste / beytan çarîna herî bi wateya ku wun jê hezdikin?
İbrahim SEDİYANİ : Ez sî salî li Xwedê geriyam. Paşê min fehm kir ku; bi rastî yê ku diğere Ew e , ê ku tê lê têgerîn ez im. (Gotina Pêşiyan ê Îran ê)
- Xewnabexte wariya we çi ye?
İbrahim SEDİYANİ : Li welatê xwe xewna bi hezkirinên xwe re, ev xewna dilgeşê min e.
- Kîjan stran halê we yî rûhî we dîne ziman?
İbrahim SEDİYANİ : Stranê bi hestiyar ê Sezen Aksu. “Belalım”, “Git”, “Adı Bende Saklı”, “Gidiyorum”
- Paşeroj / raborî ji bo we tê çi wateyê?
İbrahim SEDİYANİ : 6 Pirtûk, nêzik e 2000 maqale, 26 welat, 8 berg gername û yek jî têkoşîna ku ji bo navên cihê ku 25 sal in didim.
- We dixwast bixwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
İbrahim SEDİYANİ : Min dixwest ku di deste min de makîneya demguhertinê hebe; mine bi tikandina pê biçûma navpelên dîrokê yê ku lê bûyer çê bûne û bi wan re sohbet bikirina. wexta ku min bixwesta jî vegriyama dine.
Jînenîgara wî: