Îbrahîm Heqî Erzeromî: E’qîda Îmanê

 

Diyarî

Ev kurdîkirina pirtûka hezretê Îbrahîm Heqî Erzeromî yê Hesnî diyariya min e ji kekê hêja Mele Nûriddîn Yekta re û heme hêjayên ku bizava xwe kirîne an jî dikin bo serrastkirina baweriya gelê Kurd ê Musilman. Cankurd

 

Sergotin

Hemd ji Xwedê re, Şahê pîroz ê aştî, yê ku rûmet daye me û em bi îman û Îslamê serbilind kirîne, û selewat û silav li pêxemberê me, serwerê mirovan, Muhemmed[1], dildarê wî yê gewre,û li hemî malbat û hogirên wî yênciwamêr, bi şev û rojan, ta roja vejîn û rabûnê.

Pişt re, hejarê rastîn, Îbrahîmê Feqîrî ([2]) yê Heqî dibêje: „-Ey lawê xweşewîst:

01-  Heger ji te hat pirsîn: Tu bawermendî?

Bibêj: Elhemdulîllah, ez bi rastî „bêguman“ bawermend im û nebêje: înşallah ez bawermend im.

02-  Heger ji te hat pirsîn: Ji çi demê de tu bawermenî?

Bibêj:Ji roja ku gotine: Erê „Belê“.

03-  Heger ji te hat pirsîn: Çiye ev Belê „Wateya wê çiye“?

Bibêj: Xwedê tea’la hemî mirov ji pişta „Ji hişkê“ bavê me Adem –Silav lê bin-, li rûyê tovikan pêda kirîne û ewana kirîne histobar û bi wan re bi gota xwe ((Ma ez ne xudanê we me?)) peyiviye. Li ser wê pirsê hemî bawermend û gawiran bersiva dane: Erê, tuyî  xudanê me, û jê re sejde kirine, hema gawiran sozê xwe xwarine û bawermend „Muimîn“ li ser  sadebûna „xwerisk“a Îslamê man.

04-  Heger hate gotin: Çi seriyê baweriyê ye?

Bibêj: Peyva [La îlahe îllellah Muhemmed Resûlûllah] “Ji Xwedê pê ve çi Xwedayê dî nînin û Muhemmed şandiyê wî ye”.

05-  Heger hate gotn: Çewa tu Xwedê tea’la dinasî?

Bibêj: Ew bi rewşên bêkêmaniyê “Kemalê” rewşdar e, û ji rewşên kêmaniyê bêpar e, tiştekî an nimûneyekî wekî wî nîne, ne di zevînê û ne jî di asîmanê de, Ew guhdar û bîner e.

06-  Heger ji te re hate gotin: Xwedê tea’la çi berî afirandina Asîmanan û zevînê pêda kir?

Bibêj: Rohniya serwerê me Muhemmed -Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-.

07-  Heger hat gotin: Tu ji pişta kê yî?

Bibêj: Ez ji nijdê bavê me Adem im -Silav lê bin-.

08-  Heger hat gotin: Tu ji ayîna “mîleta” kê yî?

Bibêj: Ji ayîna Îbrahîm im –Silav lê bin-.

09-   Heger hat gotin: Tu ji neteweya kê yî?

Bibêj: Ji neteweya Muhemmed, dawîtirê pêxemberan -Selewatên Xwedê tea’la û silavên wî li wan tevan bin-.

10-  Heger hat gotin: di bawerkirinê de, tu ji rêgaha kê yî?

Bibêj: Ji rêgaha xudanên Sunnet ([3]) û komelê  “Cemae’tê” me ez. Ji ya hogir “Eshaban” û peyrewan “Tabîa’n” –Xwedê ji wan tevan razî be-.

11-  Heger hat gotin: Di kar de, tu di rêka kê de yî?

Bibêj: Ez di rêka rêber „Îmam“ Muhemmedê  Şafiî‘ ([4]) de me, -Dilovaniya Xwedê tea’la li wî be-.

12-   Heger hat gotin: Van rêgah çend in?

Bibêj: Çar in. Ya yekê, rêgaha gewretirîn rêber: Nu’man kurê Thabêt Elhenefî. Yê duwê, Rêgaha me, Xwedatirsê paqij: Eşafîî‘, yê sêyê, rêgaha rêber Zufer El-Malîkî ([5]), û yê çarê, rêgaha rêber Ehmedê Henbelî ([6]) ye –Dilovaniya Xwedê tea’la li wangişan be-. Evana çar rêgahên rast û dirist in.

13-   Heger hat gotin: Rêber Şafîî’ –Xwedê jê razî be– ji kê zanîna rêgahê „mezhebê“ biri bû?

Bibêj: ji pirtûka Nu’manê Henefî, ku ji Hemmad biri bû, ji E’lqeme, ji Îbrahîmê Nexeî‘, ji Ebdullah kurê Mesû’d –Xwedê jê razî be-, ji şandiyê Xwedê –Selewat û silav lê bin-, ji Cibrîl –Silav lê bin-, ji Xwedê –Ezze We Cell-.

14-   Heger hat gotin: Îslam çiye?

Bibêj: Ew kirina fermankiriyan e û hêlana qedexekiriyan e.

15-   Heger hat gotin: Bawerî „Îman“ çiye?

Bibêj: Ew pejirandina bi zimên e, bawerkirina bi dil e, bi giş tiştê ku şandiyê xweê –Selewat û silav lê bin-, ji baweriyan „e’qîdeyan“ û ji kirinan, bi hev re.

16-  Heger hat gotin: Ol „Dîn“ û Mîlle çine?

Bibêj: Wateyên wan herduwan yek in, û evana navên e’qîdeyên xudanên Sunnet û komelê “Cemae’tê” ne.

17-   Heger hat gotin: Netewe „Ummet“ çiye?

Bibêj: Ew komela peyrewiya pêxemberan dike –Selewat û silav lê bin-.

18-   Heger hat gotin: Rêgah „Mezheb“ çiye?

Bibêj: Ew teqelekirina „Îctîhada“ li gor pirtûk „Quran“ û Sunnet û yekrayiya Neteweyê ye.

19-   Heger hat gotin: Bawerî „Îman“ hatiye pêdakirin an nehatiye pêdakirin?

Bibêj: Ew raberî „rêrastkirin“  û pejirandin e:

Raberî karê Xwedê ye, ne pêdakirî ye.

Pejirandin Karê evd e, ew pêdakirî ye.

20-  Heger hat gotin: Bawerî „Îman“ komkirî „civandî ye“ ye an belavkirî ye?

Bibêj: Li ba Xwedê civandî ye û li ba bawermendan belavkirî ye.

21-  Heger hat gotin: Çi govdeyê baweriyê ye?

Bibêj: Pênc nimêj in.

22- Heger hat gotin: Çi kezeba baweriyê ye?

Bibêj: Ew Qurana di perawa “Mishefa” berêz de ye.

23-  Heger hat gotin: Çi zimanê baweriyê ye?

Bibêj: Ew bi ziman anîna “zikra” Xwedê tea’la ye.

24-   Heger hat gotin: Çi rûyê “dêmê” baweriyê ye?

Bibêj: Ew rastîniya di gotinê de ye.

25-   Heger hat gotin: Çi baweriyê genî dike?

Bibêj: Ew Nekirina nimêja ferzkirî ye.

26-   Heger hat gotin: Çi taca seriyê baweriyê ye?

Bibêj: Ew Ji Xwedê tirsîn e “Teqwa” ye: Xwedatirsînî destênedana her tiştekî ye, ku ziyan “Zerer” tê de heye.

27-  Heger hat gotin: Niştê “wetenê” baweriyê li kî derê ye?

Bibêj: Ew dilê bawermendan e.

28-  Heger hat gotin: Bawerî di te de ye an tu di baweriyê de yî?

Bibêj: Ez bawermendim û bawerî rewşa min e.

29-  Heger hat gotin: Bawerî çend babetin?

Bibêj: Çar babetin:

–                     Baweriyeke kokî ye, ew  baweriya melaîketan e

–                     Baweriyeke pejirandî ye, ew ya bawermendan e.

–                     Baweriyeke lêvegerandî “nepejirandî” ye, ew  ya nedilsozan e, ya “Munafîqan” e.

–                     Baweriyeke binçavkirî ye, ew gawiran e.([7])

30-   Heger hat gotin: Stûnên baweriyê çend in?

Bibêj: Bi tevayî şeş in: Min bi Xwedê, bi melaîketên wî, bi pirtûkên wî, bi şandiyên “pêxemberên” wî, û bi Roja Dawî, bi Qederê, ku xêr û şerê wê ji Xwedê tea’la ne, bawer kir.

31-    Heger hat gotin: Te çewa bi Xwedê bawer kir?

Bibêj: Ew jîndar e, nasyar e, kanîndar e, guhdar e, peyvdar e, Xwazdar e, pêdakar e.

Evin heşt rewştên bi cîh kirî ne, ne ew bi xwe û ne jî ji wan pê ve (!), kevin in û hermayî ne, û navên qenc yên wî ne, ew bê hosanî û guhartin û dîmen û teher „şekil“ e, Bi tenê xwe ye, bê hevpar e, ne ji dayîk bûye û ne jî jê dizê, û ne jî hembervan jê re heye.

32-  Heger hat gotin: Te çewa bi melaîketan bawer kir?

Bibêj: Ewana naxun, venaxun û ranazin. Di nav wan de nêrbûn û mêbûn nîne. Xudan govdeyin nazikin, hîç ji bin fermana Xwedê tea’la dernakevin û tiştê Xwedê tea’la ji wan dixwaze ewana dikin.

33-  Heger hat gotin: Te çewa bi pirtûkên wî bawer kir?

Bibêj: Xwedê tea’la peyva xwe ya kevin bi Cibrîl re -Silav lê bin- bi terzê siroşî „Weh’î „ daxist dilên pêxemberên xwe yên ku li ser rûyê zevînê bûn, bi fermanên kirin û nekirinê, ji evdên xwe re, bi mebesta başkirina „serrastkirina“ wan û dûrxistina wan ji ewê ku ziyanê li dunyayê û li Axîretê digihîne wan.

34-  Heger hat gotin: Te çewa bi pêxemberên wî bawer kir?

Bibêj: Bibêje ewana ji melaîketan baştir in, û ewana xelîfeyên Xwedê tea’la ne ([8]) di zevînê de û ji gunahan paristîne „ma’sûm in“, û peyvên Xwedayê xwe ragihandin û veneşartin: Di serî de Adem –Silav lê bin– û li dawiya gişan Muhemmed –Selewat û silav lê bin– û hejmara wan nenas e ([9]).

35-   Heger hat gotin:Te çewa bi Roja Dawî bawer kir?

Bibêj: Gava mirov mir, du melek „Munker û Nekîr“ tên ser wî û jê dipirsin: Kî Xwedayê te ye? Kî pêxemberê te ye? Çi ola te ye û çi rûdanka „rûgeha  an qîbleya“ te ye? Heger canê wî di rewşa bawerkirinê de ji govdeyê wî derketibe, ewê bersiva wan bide: Xwedê –Ezze We Cell– Xudanê min e, pêxemberê min Muhemmed e -Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-, ola min Îslam e, û rûdanka min Ke’be ye, û gora wî dibe baxek ji baxên behiştê heta Roja Rabûnê „Qiyametê“. Hema heger ew gawir be an genîkar „fasid“ be ([10]), ew nikane bersiva xwe bide, û gora wî dibe korteke agirî heta Roja Rabûnê. Pişt re Xwedê tea’la hemî afirindiyan „Mexlûqatan“ vedijîne, paş ku tevan dimirîne, û wan dicivîne ser hev li civangehê „Mehşerê“ di Roja Rabûnê de, û defterên karên wan dide destên wan: Yên bawermend ji aliyê wan ê rastê ve (an jî: di destên wan ên rastê de) û yên gawir û munafîqan ji aliyê wan ê çepê ve (an jî: di destên wan ên çepê de).

Paşê karên wan tên pîvan, ewaê ku padaşt „xelat û thewab“ a wî giran be dikeve behiştê û hetaheta di xêr û xweşiya wê de dimîne û ewê gunahê wî giran be dikeve agirî û di êşê de hetaheta dimîne heger ew gawir be, an jî paş ku wî mafê gunahên xwe stand, ew dikeve behiştê, tew jê dernakeve ji ber ku Diwaroj „Axîret“ herheyî ye, hema dunya „Jîna jêrîn“, cîhana gerdon û genîbûnê têkdiçe, behişt û agirî her û her dimînin.

36-   Heger hat gotin: Te çewa bi Qederê, ku xêr û şerê wî ji Xwedê tea’la ye, bawer kir?

Bibêj: Hemî gotin û kirin û qencî û neqenciyên me, û bawerkirin û nebawerkirina me, û bi ser ve jî her tiştekê di heyînê „Wucûdê“ de bi zanîna Xwedê û bi viyana wî, bi çûneserî „Qeda“ û çarenûs „Qeder“ a wî ne,bi pêdakirin û çawakirin ‚Tekwîn“ û afirandinawî ne, ew wan di reşetextê paristî de dinivîse, hema xêr bi razîbûna wî û hezkirina wî ye û şer ji wê ne razîbûn û hezkirina wî ne.([11])

Bo evdan hilbijartinên parîkan „Cuzîyat“ bo kirinên wan hene, li ser wan têne tawanbarkirin an jî xelatkirin.([12])

37-  Heger hat gotin: Mercên Îslamê çend in?

Bibêj: Pênc in: Dîdariya ku ji Xwedê pê ve çi Xwedê nînin û Muhemmed pêxemberê Xwedê ye. Pênc nimêj in, rojiya meha Remezanê, Zekat li wî dikeve, ewê hebûna wî ya diravî heye, ku(Zekat lê dikeve- Wergêr) û serlêdana mala Xwedê „Heckirin“ a ewê ku rê „çareyê“ jê re dibîne.

38- Heger hat gotin: Pêwîst „Ferz“ çiye?

Bibêj: Yê Xwedê tea’la bi aşkereyî ferz kiriye, gawir dibe ewê wê (ferzê) neybike û tê êşandin ewê bihêle.

39-  Heger hat gotin: Histobarî „Wacib“ çiye?

Bibêj: Yê Xwedê tea’la bê aşkereyî ferman kiriye ([13]), û em bi teqelekirinê „îctîhadê“ têgihîştine wê yekê, neykirê „munkirê“ naye gawirkirin, hema hêlerê wê yekê tê êşandin (Ji aliyê Xwedê ve – Wergêr).

40-  Heger hat gotin: Qedexekirî „Heram“ çiye?

Bibêj: Yê Xwedê tea’la qûlê „evdên“ xwe jê neykiriye, gava yek wê li xwe helal bike gawir dibe û kiriyarê wê têye cezakirin.

41-  Heger hat gotin: Pêwîst çend babet in?

Bibêj: Du babet in: Pêwîst ê heryekî „Ferzûeyn“ û Pêwîst ê hinekanî „Ferzûkifaye“. Pêwîst ê heryekî ewê ku gava hinek ên dî bikin jî ji ser bawermend ranabe, wekî xweşuştin a (paş ganketinê) û avdazê „wudû“ û hinek ên dî. Pêwîst ê hinekanî jî ewê ku ji ser bawermend dikeve gava hinekên dî wê bi cîh bînin, wekî serlêda kesê nexweş ([14]) û nimêja bi ser mirî de û hinekên dî.

Heger hat gotin: Sunnet çiye?

Bibêj: Yê Pêxember –Selewat ên Xwedê tea’la û silav lê bin– ji me re ferman kiriye an bi xwe di hinek deman de kiriye, munkirê wê (ewê wê neybike- Wergêr) gawir nabe, hema ew ji mehderiyê „Şefae’tê“ Roja Rabûnê bêpar dibe.

42- Heger hat gotin: Ewê Bêtirkirî „Nafîle“ çiye?

Yê pêxember –Selewat ên Xwedê tea’la û silav lê bin– bi dizî (bêtir ji Pêwîst-Wergêr) kiriye û ferman kiriye. Ewê bihêle naye tawanbarkirin, hema ewê wê bike têye xilatkirin. ([15])

43-   Heger hat gotin: Hezkirî çiye?

Bibêj: Yê ku zanayên teqelekar „Muctehîd“ ji kirinên qenc ên ji Roja Dawî re hezkirine.

44-  Heger hat gotin: Kijan Musilman yê pêwîst „Ferz“ dike, hema jê naye pejirandin?

Bibêj: Afreta mehk ([16]) û jina ku taze zarok aniye ([17]).

45-  Heger hat gotin: Kijan Sunnet ciyê Pêwîst „Ferz“ digire?

Bibêj: Destpêhînan a „dest di ser re birina“ goreyan an fîlorên dikevine hindirê solan “Xuff”. ([18])

46-   Heger hat gotin: Ey Îmamo, ji te re Pêwîst „Ferz“ têye nimêjkirin an ji komê „Cemae’tê“ re?

Bibêj: Ez ji xwe re nimêjê dikim û ji komelê re niyaz „niyyet“ dikim.

47-    Heger hat gotin: Kom peyrewiya te dike, lê tu peyrewiya kê dikî?

Bibêj: Ez bi pêxember dikim –Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-.

48-    Heger hat gotin: Tu pêşnimêjerê „Îmamê“ komê yî, lê kî pêşnimêjerê te ye?

Bibêj: Pêşnimêjerê min Quran e.

49- Heger hat gotin: Bi te nimêja komê teva dibe, lê nimêja te bi çi teva dibe?

Bibêj: Nimêja min bi rêbaza „Şerî’eta“ pêxember –Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin– teva dibe.

50-  Heger hat gotin: Çend pêşnimêjerên te hene?

Bibêj: Pêşnimêjerê govdeyê min bernimêj (mîhrab) e, pêşnimêjerê dilê min Kee’be ye, pêşnimêjerê canê min Muhemmed e –Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-, pêşnimêjerê hişê têgihîştina min Quran e û pêşnimêjerê hişê min Erş e.([19]) Kî wilo nimêjê bike ji dudiliyê qurtal dibe.

51-   Heger hat gotin: Pêwîstê „Ferzê“ berî Pêwîst û Pêwîstê di Pêwîst de û Pêwîstê paş Pêwîst çine?

Bibêj: Pêwîstê berî Pêwîst zanîn a berî kar e, Pêwîstê di Pêwîst de kar û dilsoziya di kar de ye, û Pêwîstê paş Pêwîst tirsa paş kar e. Hema Pêwîstên ku li ser bawermendan hatine pêwîstkirin, di rêgaha rêber Şafîî‘ yê hêja de –Xwedê tea’la jê razî be– bi giştî 60 Pêwîst in:

Ji wan mercên Îslamê ne, û ewana pênc in:

-Dîdariya ku ji Xwedê pê ve çi Xwedê nînin û Muhemmed pêxemberê Xwedê ye.

-Her pênc nimêj.

-Rojiya meha Remezanê.

-Zekat li ser ewê ku mal û dêrînê wî heye.

-Heckirin li ser ewê kur ê „çarê“ lê dibîne.

Ji wan Pêwîstan jî stûnên baweriyê ne, ewana jî şeş in:

-Bawerî bi Xwedê tea’la

-Bawerî bi melaîketên wî

-Bawerî bi pirtûkên wî

-Bawerî bi pêxemberên wî

-Bawerî bi Roja Dawî

-Bawerî bi Qederê ([20]), ku xêr û şerê wê ji Xwedê tea’la ne.

Ji wan Pêwîstan jî Pêwîstên avdazê ne, ku şeş in:

-Niyazkirin “Niyyet”

-Şuştina rû

-Şuştina herdu destan heta enîşkên piyan

-Dest di ser hinekî ji serî re xuşandin

-Şuştina lingan heta gûsk û pehniyan

Evana li gor rêzikên ku di vir li pey hev hatine rêzkirin.([21])

Ji wan jî stûnên serîşuştinê „Xusil“, ku du ne:

-Niyazkirin

-Av bigihe teviya govde ([22])

Ji wan jî Stûnên Teyemumê [Gava av tune be, bi axê-Wergêr], ku pênc in:

-Anîna axê

-Niyazkirin

-Dest di ser re birin a rû

-Dest di ser re birina destan heta enûşkan, [Enûşk jî tê de – Wergêr]

-Li rêzxistin: Rû berî destan.

Ji wan jî mercên nimêjê berî destpêkirina wê, ewana jî şeş in:

-Paqijkirinê ji pîsiyê

-Paqijkirin ji qerêjê

-Serpêçana reşka xwe ([23])

-Rûberûkirina Qibleyê

-Pêzanîna pêwîstiya nimêjê

-Naskirina dema wê.

Ji wê jî stunên nimêjê ne, ewana jî sêzdeh stûnin:

-Niyazkirin

– Lêvkirina Ellahû ekber bo Îhramê

-Rabûn

-Xwendina Fatîhê

-Navtewandin “Rukû’”

-Piştrastkirin

-Serîdanîna xarê “Sicûd

-Rûniştin di nav du serîdanînan de

-Rûniştina bo teşehhuda dawî de

-Xwendina teşehhudê tê de

-Selewatkirin pişt re bi ser pêxemberê Xwedê tea’la de [Selewat û silav lê bin, herdem û hergav-Wergêr]

Silavvedan

-Lirêzxistin ([24]).

Ji jî mercên nimêj paş ku destpêkirina wê, ewana jî sê ne:

-Devberdan ji peyivînê

-Destkêşan ji karan

-Hêlana Xwardinê

Ji wan jî stûnên Rojiyê ne, ewana jî Çar in:

-Niyazkirin

-Hêlana xwarin û vexwarinê

-Destberdana ji kirinê [li gan ketene- Wergêr]

-Lêhatina demê ([25])

Ji wan jî mercên Zekatê ne ([26]), ewana jî sê ne:

-Bineret [Ka zekat li mirov dikeve an ne û çendîn-Wergêr]

-Derbasbûna salê di ser re [Zekat ne xûkeke mehî ye-Wergêr]

-Niyazkirin.

Ji wê jî stûnên Hecê n, ewana jî şeş in:

-Îhrama bi niyazkirin

-Gerîn „Tewaf“ ([27])

-Rawestan ([28])

-Têkoşan „Saî‘„([29])

– Rûtkirina serî „kurrkirina porê serî“

-Lirêzxistin ([30])

Ji wan jî „Ji pêwîstan: Ferzan” jî du yên dî hene:

-Bawerkirin û pejirandina wê yekê, ku helal helal e, û bawerkirin ku heram heram e û jêdûrketinê û hêlana wê.

Ev in teviya şêst pêwîstiyan ku naskirina wan û bawerkirin bi pêwîstbûna wan jî li me pêwîst in, da baweriya me rast û dirist bibe.

Ev name di dûroka 1190’ê koçî „Hicrî” de hatiye nivîsandin. Fatîhe bo hezretê şêxê me Îsmaîl hejarê Xwedê tea’la.

[Ey Xwedayê zevîn û asîmanan, tu dilovaniya xwe li bawermendekî xwe bikî, tu wan gişan di behişta xwe de bi cîh bikî û vê pirtûkê, ku hezretî Îbrahîmê Heqî Erzerûmî ji me re li şûn xwe hêştî biparêzî û ji musilmanên me re bikî çareyeke bo bêtir nasîna ola xwe, tu ji me re jî wergerandina wê wekî xêr û qencî binivîsî, gunahên me bi vê qenciyê ji ser me rakî. Dawiya diraza me jî, ewe ku berxwedarî bo Xwedê tea’la ye û herdem û hergav selewat û silav li pêxemberên wî tevan bin û di serî de pêxemberê me Muhemmed.] [Wergêr]

Wergerandin ji Erebî: Cankurd – 2010

Cankurd-Bajêrê Bonnê (Almaniya)

cankurd.wordpress.com

 


[1] ) Axazkirina dilovaniyê ji Xwedê

[2] ) (Şêx Îsmaîl Feqîrullah ê Tilowî)
[3] ) SUNNET: HEMÎ GOTINÊN PÎROZ Û KIRINÊN PÊXEMBER -SELEWAT Û SILAV LÊ BIN- AN JÎ PEJIRANDINÊN WÎ YÊ, KU BÊ GOTIN  SER TIŞTEKÎ BIN.
[4] ) KURÊ IDRÎS.

[5] ) Navê rast Malêk kurê Enes ê Medenî an Esbehî ye, ne Zufer e. Zufer ji peyrewên rêber Ebî Henîfe bû.

[6]) Kurê Henbelê Şîbanî.

[7]) Bi wateya ku ew dibe bite pejirandin an jî neyê pejirandin.

[8]) Prof. Dr. Gaborî dibîne ku ev gotina „Xelîfeyê Xwedê an Xelîfeyên Xwedê, ku gelek di nav Musilmanan de belav e,  çewt e, Ji ber xelîfe bokesekî mirî an ne hazir e çêdibe û Xwedê her heye û namirre. Lew re ya rast ewe ku mirov xelîfe “Paşe” yên hev in, ne yên Xwedê ne…Hema Wekîl û nûner ne xelîfe ne (Wergêr).

[9]) Hatiye belavkirin ku pêxemberên Xwedê bi giştî tea’la 124000 in, ji wan 313 pêxemberên şandî ne, hema di Qurana pîroz de tenha 25 hatîne binavkirin.

[10]) Di vir de li ciyê „Fasid“ Munafiq be diristir dibe, ji ber ku dibe mirov genîkar be, hema ew bi Xwedê tea’la jîbawer be, lê yê munafiq di dilê xwe de ne bawermend e.

[11]) [Bi mebesta ku Xwedê tea’la ji mirov razî dibe û jê hezdike gava ji wan gotin û kirin û hebûnan yên qenc û baş bibe, yên nebaş bihêle û jê nebe. Wilo Qedera ji pêşve hatiye nivîsandin têye têgihîştin- Wergêr]

[12]) Heger kirinên qenc bike tê xelatkirin û heger yên neqenc bike têye tawanbarkirin. (Wergêr)

[13]) Di navbera rêgaha Henefî û ya Şafîî de, li ser cudahiya Pêwîst û histobar, hinek ciyawazî heye. Rêber Şafîî tenha di navbera wan de cudahiyê bi nîşanê “delîl” dibîne, heger nîşan bêguman naskirî be êdî (Pêwîst) e û heger nîşan gumanî be ew (Histobar) e.

[14]) Di „Îrşadulîbad“ de eve li ba piraniyê Sunnet e bo her yekî , li ba kevne Malikiyan Pêwîstê hinekanî ye û Buxarî ew wekî “Histobarî aniye zimên.

[15]) Li ba Ibin A’bdîn: Her kirineke ku pêxember –Selewat ên Xwedê tea’la û silav lê bin– bêtir ji Pêwîst kiriye, çi hezkirî be, çi  li ciyê kirineke dî ya qenc kirî be, wekî bêtirkirî “Nafîle” têye jimartin.

[16][Ew jin an ew keça ku xûn ji wê tê û nimêjê dike.]

[17][Heta 6-8 hefteyan paş zayînê]

[18]) Gava rêwîyek lingên xwe têxîne solan an fîlorin paqij, dikane li ciyê şuştina lingên xwe, ku berê carekê di avdazê de hatîne şuştin, hema destên xwe di ser re bibe, ji tozê daweşîne. Wilo avdaza wî tê pejirandin. Hinek dipirsin: Pêwîste ew gore çawa be, ewana çêroka Cihowan li ser çêlê tînin bîra mirov.

[19]) Mebest ji Erş textê Xwedayî ye, ku zevîn û asîmanan digire. Ew ne textekî maddî ye, lê çawa ye, bi çi teherî ye, kes nizane.

[20]) Ku çi bo  e hatiye nivîsandin.

[21]) Wilo di Qurana pîroz de jî li pey hev hatîne.

[22]) Di rêgaha Malêk de, Xwedê jê razî be, pêwîste govde bite misdan.

[23]) Navlingên xwe

[24]) Bi cîhanîna van mercan

[25]) Bo nimûne: Nabe mirov bibêje: Ezê bi şev rojiyê bigirim, ne bi roj

[26]) Zekat di Qurana pîroz de hatiye dabirrîn, ji kê tê birin û çewa tê xwastin û belavkirin û li kê tê belavkirin, û çi pîvan bo vê yekê hene.

[27]) Di dora kee’bê re

[28]) Rawestana demdirêj li çiyayê Erefe

[29]) Çûyîn û hatina bi lez di navbera Sefa û merwe de

[30]) Di bêtirê wan de

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply