İbrahim Halil Baran: ‘Du dilên min hene…’ (Hevpeyvîn)

İbrahim Halil Baran: Du dilên min hene; bi yekê ez êşê dikşînim tim, bi yekê jî tim hêvîya min heye.

Ez û İbrahim Halil Baran em birayên hevdu ne. Hevalên min ên ku nizanin em birayên hevdu ne yek caran li cem min ji wî re xeberan dibêjin û paşê tên lêborînan mêborînan jî dixwazin. Da ku mehcûb nebin ew hevalana min pirr caran dengî xwe nekirîye û negotîye ”Laww tu çi dibêjî, em birayên hevdu ne” De, me li ser wî û wan hevalan li Rihayê sohbetek kir. Ne wek birayan lê bêhtir wek nivîskar û xwendevanan. 

Li ser înternetê du ferhengên înteraktîf ên mezin hene; yek tirşik.net, yek jî ekşisözlük. Di her duyan de jî li ser te rexne nivîsandine, tu bêhtir guh didî kîjan rexneyan?

İbrahim Halil Baran: Rexne ji bo min tiştekî pir girîng e. Bi qasî şeş heft sal in ez qîmetê nadim rexneyên bi tirkî. Çawa ku min dev ji nivîsandina helbesta bi tirkî berdaye, min dev ji rexneyên wan ên li ser min jî berdaye. Yanî ekşisözlük ferhenga tirkan e, carê du caran min lê nihêrî ka kê çi nivîsîye çi nenivîsiye. Lê ez tirşik.netê tim dişopînim. Rexneyên di wê ferhengê de bi qîmet in bo min. Çinku ew Kurd in û bi kurdî ne. Hinek kes tiştên vala dinivsînin û wan rexne dihesibînin, hinek kes jî bi rastî rexnyên bi qîmet dinivsînin. Ez wan rexneyan dixwînim û li ser difikirim jî. Gava yek çêr û sixêfan bi kurdî dinivsîne li ser min, ji ber ku bi kurdî yen ez wan çêr û sixêfan jî didim ser serê xwe.

Tu dev ji ferhengên wan berdidî lê tu dev ji zimanê wan bernadî. Ma yê ku pê ferheng çêdibe ne ziman e? 

İbrahim Halil Baran: Ku meriv tiştekî edebî binivsîne çar xwendevanên bi kalîte hebin bes e. Lê ku mesele kete sîyasetê ji kalîteyê bêhtir hejmar girîng dibe. Yanî fikra sîyasî bi çiqas kesî gêhîne ew qasî baş e, bandor ew qasî. Ji ber wê ez bi kurdî tiştên siyasî nanivsînim pir. Li ser medyaya civakî hesabên min ên bi tirkî û kurdî hene. Ez di kurdî de behsa edebîyatê dikim, di tirkî de behsa sîyasetê. Divê hişyarkirina Kurdên ku bi xwe nehisiyane, hatine xapandin wazîfeya me hemû Kurdan be. Ez jî bi tirkî xwe digêhînim wan Kurdên ku hatine xapandin. Mixabin niha zimanê fermî yê Kurdan tirkî ye. Dema tu bi kurdî fikreke sîyasî dinivsînî tu nagêhînî gelek kesî. Min ceribandîye jî, ez bi kurdî tiştekî dinivsînim digêhîne bi dehan kesan lê gava ez bi tirkî dinivsînim digêhîne bi sedan kesan.

Te bi Robozikê, bi ‘’katır sırtında taşınan ölüler / unutursam kalbim kurusun’’ê dev ji helbesta tirkî berda. Da tu bi temamî dev ji tirkî berdî divê çi bibe?

İbrahim Halil Baran: Lazim e Kurd bibin dewlet. Eger bibin dewlet wê bibin civak. Eger bibin civak wê bi zimanê xwe bixwînin, binivsînin, bifikirin. Problem ew e, Kurdên hatine xapandin bi nivîsa kurdî şiyar nabin. Çinku qîmeta kurdî li cem wan tine. Ji sala 2000î wan çaxan ve ez li ser helbestên xwe yên kurdî dixebitim. Bes tiştên ku ez niha dixwazim çap bikim ne helbest in tiştên li ser dîrok, erdnîgarî û hunera Kurdistanê ne. Nexşeyên Kurdistanê ez hazir dikim, yên sîyasî, yên dîrokî û yên erdnîgarîyê. Ez bawer im berî du salan wê biqede.


Bi qasî ez dibînim tu wêjeya me ya modern ne lê wêjeya me ya klasîk dixwînî. Tu bêhtir ji kê, seba çi hez dikî?


İbrahim Halil Baran
: Ez ji hemû şairên me yên wêjeya klasîk hez dikim. Ji ber ku di dewra wan de ew bi rastî Kurd bûn. Ez bi xwe jî modernîst im lê ez modernbûna me naecibînim. Tehma Kurdistanê bêhtir di helbestên klasîk de heye.  Bêhtir ji Melayê Cizîrî hez dikim. Şairê eşqê ye ew û eşqa wî hem Xweda ye hem Kurdistan e.

Te go Kurdistan.. Tê gotin ku tu ji xwe ji New Yorkê û ji Stenbolê dinivsînî li ser Kurdistanê.Yanî xwendevanên li welêt dibêjin ”Were li welatê xwe bibêje Kurdistan” Tu li ser vê yekê çi dibêjî?

İbrahim Halil Baran: Demekê ez li Stenbolê dimam, rast e. Salekê jî ez li New Yorkê mam, ew jî dîsa ji bo ku ez li zanîngehê dersên li ser Kurdistanê bidim ez çûm. Ne ji bo kêfê û gerê. Mala min sê sal in li Rihayê ye. Ez li vir dijîm, xebatên xwe li vir dimeşînim. Yanî ew rexneya jî ne rexneyeke baş e. Eger tu behsa rastîyekê dikî dixwazî heft qatan di binî dojehê de de wê rastîyê bibêje, ferq nake. Bes lazim em Kurd vegerin Kurdistana xwe, bi taybetî kesên xwendî. Lazim e em li welatê xwe biafirînin.

Ew welatê ku tu her dibêjî lazim e bibe dewlet.. Xwedê dihewînî, li ser  Facebook û Twitterê dewlet çêdibe?

İbrahim Halil Baran: Kes nikare li ser Facebook û Twitterê dewletekê çêbike lê herkes dikare fikra azadîyê li ser dîwarên medyaya civakî belav bike.  Medyaya civakî mecrayek e û çavên herkesî li ser wir e. Demekê li ser rojnameyan fikir pir belav dibûn, berî wê li ser dîwaran belav dibûn. Şoreşgeran li ser dîwarên malan ”Kurdistan ji faşistan re bibe goristan” dinivîsandin. Ma bi wê nivîsê Kurdistan çêdibû? Bêguman na, lê fikra Kurdistanê belav dibû. Çawa ku wê çaxê dîwarên malan mecrayek bû îro jî dîwarên Facebook û Twitterê mecrayek e. Ez wek wazîfeya xwe ya şexsî her tim fikra azadîya Kurdistanê dinivsînim li ser dîwaran, gelek caran Kurd bi xwe êrîşî min dikin, çêr û sixêfan dinivsînin. Tiştek nabe, du dilên min hene; bi yekê ez êşê dikşînim tim, bi yekê jî tim hêvîya min heye.

Êş û hêvî li hêlekê, ego, xemên populîzmê, nefsmezinî.. Tu bi xwe jî dibêjî ew tiştana bi min re hene? 

İbrahim Halil Baran: Kurd elimîne, bi mejîyê serdestên xwe tim xwe biçûk dibînin. Mesela tiştekî ecêb e Kurd nivîskarên medyayên xwe naşopînin, çinku nivîskarên wan ne bi qîmet in li cem wan. Gava di rojname yan di televîzyonên tirkan de nivîskarekî tirk ê ku ji xwedîyan re nabe tiştekî li ser Kurdan dibêje ew tê dikeve rojeva Kurdan. Ez li dijî vê yekê derdikevim. Bila nivîskarên me yên Kurd di rojeva me de bin. Loma jî eger ego be, belê ez egoîst im, eger xemên populîzmê be, belê ez populîst im, eger nefs e belê ez nefsmezin im. Her Kurd di warê xwe de ji serdestên xwe baştir e.

Eger hevpeyvîn be va hevpeyvîna ji hevpeyvînên serdestan baştir e, ne werg e? 

İbrahim Halil Baran: Erê, eger bersiv be va bersiva ji bersivên serdestan baştir e! 

 

Çavkanî: www.perxudres.blogspot.com.tr

Ömer Faruk Baran

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply