Îbnul Esîr El Cizirî

Li Cizîrî hatiye dinyayê. Mezinê birayên Îbnul Esîran e. Lawê Ebu’l kerem Muhammedê ku ji qebîleya şeyban e. Perwerdehiya xwe ya ewil li Cizîrî dîtiye. Di sala 1169an de tevî malbata xwe derbasî Mûsilê dibin. Li Mûsilê, ji alîmên mezin ên herêmê dersen nehîv, edebiyat, hedîs, tefsir û fiqihê girtiye.

Paşê çûye Bexdayê û perwerdehiya xwe li wir domandiye. Entellektueliya xwe xurttir kiriye. Li gel nasnameya xwe ya entellektuelî, wezîfeyên îdarî jî kiriye. Her çiqasî nedixwest jî, di serdema Atabegên Selçûkiyan de, wezîfeyên diwanê, avakirinê û katîbeya sirê ji hildaye ser xwe, heta wezirtiyê jî bilind bûye. Ji berk u ev peywir wî ji entellektueliyê dûr dixînin, dev ji hemî wezîfeyên xwe berdide. Wexta xwe hemî li pirtûkxaneya Bexdayê derbas kiriye. Ji bo ku karen xwe bide nasîn çend caran diçe Hîcazê. Rastî dîrokzanê navdar Îbnî Xelîqan tê. Bi niviskî sê berhem li pey xwe hişt. Li mûsilê çûye ber rehma Xwedê.

(Ev nivîs ji Salnameya Nûbiharê hatiye wergirtin)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply