Ibnê Xerîb êdî ne xerîb e

evî ku hejmareke berbiçav a Kurdên Kurmanc li Îranê dijîn û mirov dikare bi texmîna herî kêm gelheya wan li Îranê sê milyonan bide zanîn, lê di qada kurmanciya nivîskî de rewşa wan a heyî ne gelekî xweş e. Em dizanin û dibînin jî gelheya kurdên Soran li Îranê ji ya kurmancan gelekî jî ne pirtir e, lê cudahiya di navbera xebata wan de erd û esman ferq e. Gelo Kurdên Kurmanc ji bo ziman û wêjeya xwe ya nivîskî li Îranê çi kirine?

Li gor lêkolîna ku min anegorî malpera fermî ya pirtûkxaneya neteweyî ya Îranê, şopandina meydanî û têkiliyên ferdî diyar kiriye ta niha bi giştî 28 pirtûk – mijarên cuda cuda – ji farsî bo Kurmancî hatine wergerandin, hin hatine weşandin û hin jî hêj nehatina weşandin.

Hejmara helbestvanan miştoxe ye lê heya vê gavê tu helbestvanê/a kurdiya Kurmancî nikariye ji asta xwecihîbûnê derkeve û bala xwendevanên ne-Kurmanc ber bi xwe ve bikişîne. Hokar çi ye, nirxandineke taybet li ser vê yekê dixwaze ku dikare bibe mijara nivîseke din.

Di pexşanê de jî: 1- Çîroknivîsên Kurmanc li Îranê heya vê gavê nînin û heke kesekî/ê jî çîrok/in nivîsîbin, heya vê gavê nehatiye/-tine weşandin. 2- Heya niha du romanên bi kurmancî li Îranê hatine nivîsîn, yek Bilîcana Perwîzê Cîhanî ye ku sala 2002an li Stenbolê hatiye çapkirin, lê ya duyam Hawara Bilûrê ya Ûsivê Hemîd e ku li Tehranê çap bûye. Di qada helbesta berê de jî sê nav tên dîtin: Ceferquliyê Zengilî (dorbera 150 salî berî niha), Ibnê Xerîbê Cermexanî (dorbera 250-300 salî berî niha) ku herdu jî ji Xorasanê ne û Siyahpoş ku hin lêkolîner yê Ûrmiyeyê didin nasandin. Em ê li vir Ibnê Xerîbê Cermexanî bidin nasandin.

Ibnê Xerîb kî ye?

Ibnê Xerîbê Cermexanî helbestvanekî Kurdê Kurmanc ê Xorasanê ye ku li gor texmînan di sala 1120ê heyvî (1708ê zayînî) de hatiye dinyayê û ji 60 salî bêtir jiyaye. Helbestvan bi xwe dibêje:

‘‘Go Ibnê Xerîbê Laobalî/Pirr pirr ku guneh kirim hewayî’’

(Got ey Ibnê Xerîbê nebaldar/Min ku pirr pirr ji rûyê hewa û hewesa dilî ve guneh kir)

‘‘E lo vê kelamê ku inşad bû/Je hicretê sed û elf heştad bû’’

(Ay lolo, dema ev gotin hat nivîsîn, hezar û sed û heştê sal ji hicreta pêxember derbas bûbûn).

Yekem car nav û hin helbestên wî di pirtûka ‘‘Hezar û Yek Şevên Kurmanc: Felsefeya Helbest û Muzîka Kurmancên Xorasanê (bi farisî)’’ ya Kelîmullahê Tewehudî de hatin nasandin û piştre jî Eliyê Rehmetî ji Xorasanê di nivîsarekê (bi farisî) de li ser wî nivîsî, lê di dawiya sala 2019an de Dr. Hadî Bîdekî ji zanîngeha Fêrdowî ya Meşedê derpêça/cilda yekem a helbestên Ibnê Xerîbî bi navê ‘‘Şoqnameya Kurmancî; Elvanolhal, komhelbestên Ibnê Xerîbê Cermexanî’’ (bi şiroveyên farisî) sererast kir û da çapkirin.

Sererastkar di pêşgotina xwe de dibêje ku Ibnê Xerîb bi sê zimanên kurdiya kurmanciyê, tirkiya azerî û farisî helbest gotine, derpêça yekem ji 691 malikên kurmancî pêk tê, ew ê bermayên helbestên kurmancî digel ên azerî û farisî jî di du derpêçên din de bide çapkirin. Wî di pirtûka 187 rûpelî de lêhûrbûnên rind li ser jiyana helbestvên, sala jidayîkbûna wî li gor helbestan bi xwe, mirina wî, dîn mezheb, taybetmendiyên exlaqî, rewşa jiyana civakî, asta zanîna Ibnê Xerîb agahiyên pirr balkêş daye û li gor hin helbestên ku Ibnê Xerîb nivîsiye diyar e ku helbestvanên Kurd ên din jî wê demê hebûn û ew helbest di bersiva wan de bûn, lê îro haya me ji nusxeya(yên) wî/wan tuneye.

Ibnê Xerîb hemberî geşepêdan û rûdanên civakî jî bêyalî nebûye û di helbesteke xwe de dibêje:

‘’Tirkek jî xwe malika me danî/Je war û je êl û kwîn verayxist

Ro û şev fikir û xeyala te we dû mal û dewar/Ne Xwedê nasî ne pêxember îmamê heşt û çar’’

(Tirk hatin ser mala me danîn/Em ji war û ji êlê û konê xwe derxistin

Bi roj û bi şev fikra û xeyala wan bi dû mal û dewaran e/ne Xwedê nas dikin ne pêxember ne jî 8+4 yanê 12 îmaman).

Dr. Bîdekî dibêje wî du nusxeyên destnivîs/xetî û kevn ên li bal Eliyê Rehmetî û Emrullahê Seferî wekî xîmê sererastkirina berhemê daniye lê ya duyem ji ya yekem têkûztrir daye nasandin. Ji ber ku kurdiya kurmanciyê li Xorasanê gelekî ketiye bin bandora farisiyê û ev yek jî bi taybet di qada zayend û tewangê de pirr berbiçav e, loma sererastkarê berhema Ibnê Xerîbî di van du xalan de bi ser neketiye. Ev dikare wiha were şirovekirin:

– Zayend û tewanga gelek peyvan ji aliyê rûnivîsan/nasixan ve hatine guhertin û ev jî di bin bandora farisyê de bûye,

– Renge sererastkar bi xwe ser rêzimana kurmanciyê şareza nebûye.

Çend mînak:

‘’Çerxê felekê viha muheya kir/kir her çi ku xêyrê ellah (malik 11)

Vana ku te dî medarê işq e/can û dil û dîn şikarê işq e (malik 47)

Pişta mi ji mênetê duta kir/Hûşê je serê mi bir bela kir (malik 58)’’

Peyvên ‘‘çerx, medar, şikar’’ peyvên mê ne lê wekî farisiyê bi nîşaneya zêdek/izafeyê hatine. Herwiha /mênet/ bi bilêvkirina farisî hatiye ku em dizanin ev peyva erebiyê di kurmanciyê de wekî /minet, minnet/ tê bilêvkirin. Nimûneyên wiha mixabin gelek in.

Dr. Bîdekî dikaribû di beşa şirove û wergera helbestan de ev du xalên peyvan jî sererast bikira. Malik hem bi alfabeya berê ya rûnivîsan hatine weşandin hem jî bi alfabeya aramî ya îro. Li gor gotina sererastkêr ev berhema ku bi şiroveyên farisî ye li kurmanciyê tê wergerandin.

Elî Paksirişt-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply