Çarşem , Kewçêr 18 2017
Malper / Jînenîgar / Hz. Xetîce Siltana ‘Alema Jinan-1

Hz. Xetîce Siltana ‘Alema Jinan-1

Navê bavê Hz. Xetîce Huweylîd bû. Hz. Xetîce ji ‘eşîra Qureyşiyan ji Bavikê Esed bû. Bi navê Xetîce bintî Huweylîd bi nav û deng e. Navê diya wê jî Fatima bintî Zaîde ye. Hz. Xetîce beriya her kesî baweriya xwe bi pêxemberê me (s.x.l) anî û diya hemû mu’mînan e. Tam jî hevjîneke li gorî pêxemberê me bû. Hz. Xetîce beriya Îslamê jî nebaşiya dewra cahîliyeyê negîhandibû xwe û jiyaneke paqij jiyabû. Xelkê Mekkê, çawa ku bi pêxemberê me re digotin ew insanekî “bawermend û ewle” ye, ji ber ku Hz. Xetîcê jiyaneke paqij jiyaye ji Hz. Xetîcê re jî digotin ew  insaneke ‘tahir’ e.

 

Resûlê Xwedê her tim li hember Hz. Xetîcê bi wefa bû. Her tim behsa wê dikir. Ew qas behs dikir ku bala Hz. Eîşê dikşand. Hz. Xetîce hevjîna pêxemberê me ya ewil e. Xeynî Îbrahîm Diya hemû zarokên Pêxemberê me ye. Hemû dewlemendiya xwe di rêya pêxemberê me (s.x.l) de xerc kiribû. Hz. Xetîcê beriya pêxemberê me du caran zewicîbû. Yê ewil bi Ebû Hale b. Zurare re bû. Dema ku wî wefat kir, bi Atîk b. Sabît re zewicî. Ji Atîk b. Sabît 2 zarokên wê yên bi navên Hale û Hînt çêbûn. Ev her du zarok jî piştî ku Hz. Xetîce bi pêxemberê me re dizewice bi zarokên wan re dijîn. Zewaca Hz. Xetîce ya ku bi pêxemberê me re çêbûyî 15 salan beriya pêxembertiyê bû. Di vê demê de ‘Emrê pêxemberê me (s.x.l) 25 yê Xetîcê jî 40 bû.

 

Berve Naskirina Hevdû 

 

Carna bûyerek dibe sedema gelek tiştan. Tevgeriyeke bêhempa, têrê dike ku dilê mirov xweş bike. Her wiha mînakê şanaziya mirovahî û siltana alema jinan Hz. Xetîcê jî tevgeriyên wisa bêhempa bû.

 

Resûlê Xwedê berê, şivantiya pezan dikir. Jixwe pêxemberên din jî şivantî kiribûn. Piştre pêxemberê me (s.x.l) dev ji şivantiya pezan berda û bi kesekî re hevparî dest bi şivantiya hêştiran kir. Rojekê xwîşka Hz. Xetîcê hêştirên pêxemberê me (s.x.l) kirê kiribûn. Lê belê hinek pereyên pêxemberê me û hevparê wî li xwîşka Hz. Xetîce mabû. Piştre rojekê hevparê pêxemberê me (s.x.l) ji wî re got here pereyên me bixwaze. Lê pêxemberê me li ser vê teklîfê wiha kerem kir: “Ez fedî dikim ku herim bixwazim, gelo tu dikarî herî bixwazî” piştî vê gotinê hevparê pêxemberê me (s.x.l) diçe û dixwaze. Xwîşka Hz. Xetîcê ji hevparê pêxemberê me (s.x.l) re got: “ Muhammed tune ye gelo?” wî jî got: “ Min ji wî re got lê belê fedî kir û ji ber viya nehat.” Xwîşka Hz. Xetîcê li ser vê gotinê wiha got: “ Min di jiyana xwe de mirovekî ev qas bi îfet nedît.” Ev gotinên xwîşka Hz. Xetîcê li ser Hz. Xatîcê tesîreke mezin çêkir.

 

Di dema cahîliyê de her cureyên fuhûşê dihat jiyîn. Pêxemberê me (s.x.l) tevî wê dewrê jî tu caran nebaşiya wê dewrê negîhande xwe. Bixwe di gotineke xwe de dibêje ku du caran çu dewetê lê di rê de di xew de ma. Di 25 saliya ku dilxwaziya herî zêde ya mirovan de Pêxemberê me (s.x.l)  bi diya mu’mînan Hz. Xetîce ya 40 salî û jinebî re zewicî. Li gor rîwayetan di wê demê de pêxemberê me wekî keçikan ji ber fedîkirinê xwêdan dida û rûyê wî sor dibû. Dîsa di wê demê de kesên ku difikirî ku keça xwe, jina xwe, namûsa xwe teslîmê kê bikim, bê gûman pêxemberê me (s.x.l) dihat bîra wan. ji ber wî exlaqê baş Hz. Xetîce fikirî ku karwanên xwe teslîmê pêxemberê me bike. Pêxemberê me (s.x.l) di nava xelkê Mekkeyê de bi exlaqê xwe yê baş, bi îfetbûna xwe û bi ewlebûna xwe dihat naskirin.

 

Gelê Mekeyê di civînên xwe de şev û roj behsa ewlebûna pêxemberê me (s.x.l) dikirin. Hz. Xetîce jî jineke gelekî dewlemend bû. Her wiha karwanên ku malê Hz. Xetîce radikir ji hemû karwanên qureyşiyan zêdetir bû. Hebûna wê ji hemû hebûna Qureyşiyan hêjatir bû. Hz. Xetîce di nava ‘eşîra xwe de jî jineke bi şeref, hişmend û bîrewer bû. Ciwaniya xwe xweşîkiya xwe parastibû. Berê du zewac kiribûn. Lê her du zilamên wê jî wefat kiribûn. Tîcareta xwe bi tena serê xwe nikaribû bikira. Ji ber viya jî fikirî ku karwanên xwe teslîmê pêxemberê me (s.x.l) bike. Lewra di nava Ereban de ji wî ewletir, bi îfet, bi şeref û bi exlaqê baş kesekî din tunebû. Karwan hatin amadekirin. Hz. Xetîcê ji bo ku di rê de ji pêxemberê me (s.x.l) re hevaltî û alîkariyê bike, alîkara xwe Meysere jî pê re şand.

 

 

Di Dema Rêwîtiyê De Nuwazeyên Ku Hatibûn Dîtin

 

Karwan derkete rê. Lêwra di nava wî karwanî de, di nava ku Xwedê Te’ala xûliqandî de yê herî bi xêr hebû. Karwan gihîşt bajarê Busrayê. Berê jî pêxemberê me (s.x.l) dema 12 salî bû bi apê xwe yê bi navê Ebu Talîp re hatibû vî bajarî. Karwanê tîcaretê ya ku pêxemberê me (s.x.l) dibir dema ku hate bajarê Busrayê, pêxemberê me ji ber rêwîtiyê betilîbû. Ji ber ku bêhna xwe berde, çû bin dara nêzê dêrê. Rahîb û alîkara Hz. Xetîcê Meysere li hev rast hatin. Rahîb ji Meysere pirsî gelo ev kesê ku li bin darê bêhna xwe berdide kî ye? Meysere jî wiha got: “Ev kes ji ‘eşîra Qureyşiyan ji gelê herêmê ye. “Li ser vê bersivê rahîb wiha got: “ Xeynî pêxemberan kes naçe bin wê darê. Ji berê de ev dar cihê pêxemberan e. Li bin siya wê darê bêhna xwe berdidin. Kesên din naçin bin wê darê. “Li gor rîwayetekê rahîp diçe cem Pêxemberê me (s.x.l) serî wî û lingê wî maç dike û jî wî re wiha dibêje: “ Min baweriya xwe bi te anî. Ez şehadet dikim, pêxemberê ku Xwedê Te’ala di Tewratê de behs dike Tu yî.” Dîsa di pişta pêxemberê me (s.x.l) de mohra pêxembertiyê dîtiye û maçî kiriye û wiha gotiye: “Ez şehadet dikim, mîzgîniya Pêxemberê ku Hz. Îsa daye me Tu yî.” Li gor rîwayeteke din jî tê gotin ku di rêwîtiya tîcaretê de dema hewa germ dibû, du melaîke Pêxemberê me û hêştira wî ji tavê diparastin û ji wan re sî çêdikirin. Meysere jî ev tiştên ku dihat jiyîn hemû didîtin. Di vê tîcaretê de Pêxemberê me gelekî qezenc kir. Tu caran ji tîcaretê ev qas qezenc û kar nehatibû kirin.

Di dema rêwîtiyê de tevgerên Pêxemberê me ji ber çavên Meysere nereviyabûn. Hevaltiya wî, tevgerên wî ya bêhempa, camêriya wî, xweşbîniya wî gelekî bala Meysere kişand. Meysere, ev tevgerên wî yên bêhempa û tiştên ku rahîp ji bo Pêxemberê me (s.x.l) gotibû hemû ji Hz. Xetîcê re vegot. Jixwe karekterê mirovekî jî yan di tîcaretê de, yan di danûstandinê de yan jî di rêwîtiyê de dihat naskirin. Dibe ku ev tevgerên bêhempa her yek bi kesekî re dibe. Lewra ev taybetmendiyên bêhempa hemû li ser kesekî kombûn, heta niha tiştê ku nehatiye dîtinbûn. Lewra li gor Qur’ana Pîroz Resûlê Xwedê li ser exlaqê herî baş hate xuliqandin. Ew bi taybet Xwedê Te’ala terbiye kiribû. Jixwe nexwendebûna Pêxemberê me (s.x.l) jî wê nîşanê me dide. Her kes ji aliyê mirovekî ve hate perwerdekirin. Lê belê Pêxemberê me (s.x.l) ji aliyê Xwedê Te’ala ve hatiye perwerdekirin. Ji ber viya jî hewce nekir ku kesek wî pewerde bike. Wezîfeya wî ev bû ku exlaqê Rehman bîne erdê.

 

 

Ber Bi Avakirina Malbateke Bimbarek Ve

 

Dema ku Resûlê Xwedê û Meysere ji bazirganiyê vegeriyan, ji bazirganiyê tu caran ev qas kar nekiribûn . Hz. Xetîcê ev kara dît û ji Meysere jî di derheqê Pêxemberê me de tiştên ku Meysere dîtin bihîstin, li hember pêxemberê me hestên germ di hundirê Hz. Xetîcê de çêbûn. Piştî ku her du zilamên Hz. Xetîcê gelek kesan ew xwest lê belê Hz. Xetîcê kesek qebûl nedikir. Lewra li hember pêxemberê me di dilê wê de daxwaza zewacê çêbûbû.

(Berdewam dike)

Fatma Şavluk

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Mele û Keşe

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Li gundekî …

Leave a Reply

%d bloggers like this: