Hz. Sewde Bîntî Zem’a

—1—

“Ey Resûlê Xwedê! Bi navê Xwedê sond dixwim ku fikra min a weke zewacê tunebû; Lewra daxwaziya min ew e ku tenê roja qiyametê weke hevjîna te derkevim hember Xwedê Te’ala.” Sewde Bîntî Zem’a

Salên Xemgîniyê

Piştî wefata hevjîna mezin û biwefa Hz. Xedîce, Pêxemberê me (s.x.l) gelekî xemgîn bû. Çawa xemgîn nebe, dema tengasiyê de, li hember zilm û zordariya muşrîkan her tim Hz. Xedîce alîkara wî bû. Her tim wê teselî dikir. Lewra weke her kesî dema wefata wê hat wê jî ji zilamê xwe û ji pêxemberê xwe xatir xwest û çû ser dilovaniya xwe. Hz. Xedîcê bi wefata xwe re zarokên xwe jî sêwî hîştin. Piştî wefata Hz. Xedîcê Resûlê Xwedê xemgîniya xwe dixist dilê xwe, weke bavekî li zarokên xwe dinêhêrî. Sehebeyên ku pêxemberê me (s.x.l) xemgîn didîtin, dilê wan jî dişewitî û xemgîn dibûn. Di dilê xwe de digotin: “Xwezî pêxemberê me bizewiciya û ji vê rewşa xemgîn xelas bûya.” Lewra ji ber ku li hember pêxemberê me gelekî bi edeb û îffet bûn nikarîbûn tiştek bigotana.

Piştî çend rojan, divê êdî hewcebû ku Resûlê Xwedê tenêbûna xwe bi dawî bike. Lê ew ne tenê bû jî, Xwedê Te’ala her tim wehiy jê re dişand. Her tim bi Cîbrîl (a.s) hevdîtin pêk dianîn. Ew û melaîkeyan silav didan hevdû. Di tebîatê de her hebûn bi zimanê xwe silav dida Pêxemberê me (s.x.l) û hevaltî jê re dikirin. Lewra ji xeynî her tiştî ew beşer bû. Hewce bû ku li mala xwe bi kesekî re derdê xwe parvebike.

Di dawiyê de ji sehebeya hevjîna Osman b. Maz’un Hawle bîntî Hakîm bi hemû wêrektiya xwe ve ji Resûlê Xwedê re wiha got: “Ey Resûlê Xwedê ez dibînim ku piştî wefata Xedîcê hûn gelekî xemgîn in.” Piştî vê pirsê weke ku dest da ser birîna Resûlê Xwedê. Resûlê Xwedê jî wiha bersiv da: “Belê Xedîcê li karê malê û li zarokan dinêrî.” Jixwe Hewle jî li benda vê bersivê bû. Piştre Hewlê bi hemû wêrektiya xwe ve giha got: “Bizewicin!” derdor bê deng ma. Mînakê şewqet û wefayê Resûlê Xwedê fikirî. Hevala xwe ya 25 salan Hz. Xedîce bi bîr anî. Teklîfa zewacê ya ku ji wê de hatî, rojên xweş û ne xweş, sêwiyên ku li pişt manî… piştre bi xwe hat û pirsî: “Piştî Xedîcê bi kê re?”

Hawle jî Sewde bîntî Zem’a teklîfê Pêxemberê me (s.x.l) kir. Resûlê Xwedê jî ev teklîf qebûl kir. Bi vê qebûlkirinê Pêxemberê me mînakiya wefayê şanê mirovahiyê da. Lewra ji ber ku Sewde Bîntî Zem’a ji misilmanên ewil bû û gelek tengasî kişandibû. Wê demê mecbûr bû ku hîcret bike û li wê derê zilamê xwe wefat kir û bi sêwiyên xwe ve bi tena serê xwe mabû.

Sewde bîntî Zem ‘a mecbur mabû ku ji cîhê ku çêbûyî, mezin bûyî, hîcret bike. Ev der mabedê ewil yê rûyê erdê bû. Li vir bi sedan bîreweriyên Hz. Îbrahîm hebûn. Her wiha Hz. Sewde mecbur mabû ku ji vir hîcret bike. Ji welatê xwe vediqetiya. Lê belê nizanîbû wê here kû derê. Tu caran ji welatê xwe derneketibû. Lê cihê ku wê here insanên wan, çanda wan û zimanê wan nizanîbû. Heta dînê mirovên wê derê jî cuda bû. Yanî hemî şert û merc li dijî Hz. Sewde bû. Lê belê dîsa jî fedekarî kir û ji bo dînê xwe çû. Ji bo jinekê bê gûman sitargeha herî girîng zilamê xwe ye. Lê belê Hz. Sewde zilamê xwe jî winda kir. Hz. Sewde hewcedariyeke destekî bi şewqet bû.

Belê wê ji bo rizaya Xwedê hîcret kiribû. Hîcretkirin dibe wesîleya her tiştî, mesela dibe wesîleya dewlemendbûnê, dibe wesîleya ni’metên dinyayê, dibê wesîleya li rûyê erdê xwedî gotinê. Ya herî girîng jî xelata li cem Xwedê ye. Ev ayeta pîroz ya Xwedê Te’ala jî nîşanê me dide. “Kî ji bo Xwedê hîcret bike, wê li dinyayê cihên berfireh bibîne. Kî ji mala xwe bi nêta hîcretê derkeve û li rê bimre dîsa jî xelat heq kiriye. Xelata wan kesan jî eydê Xwedê Te’ala ye. Xwedê Te’ala xefûr û rehîme.” (sûretê Nîsa 4/100)

“Ew kesên ku ji ber zilm û zordariyê ji bo Xwedê hîcret kirinî, bêguman emê li dinyayê di cihên xweş de bi cih bikin. Xwezî ev bizanîbana!” (Nahl 16/41)

Hîcretkirin dibe wesîleya efûkirina gunehên mezin û qezenckirina xelasbûnê ye. “Ew kesê ku baweriya xwe bîne û hîcret bike, ew kes hene ku bi can û malê xwe ji bo Xwedê cihad kirine, îşte ew kes in ku gihîştin hêviya xwe.” (Tewbe 9/20) Hîcretkirin dibe wesîleya afûkirina gunehên ku nayên afûkirin, dibe wesîleya ketina xweşîkiyên cennetên ku mirov di hişa xwe de nikare bifikire. “Rebbê wan jî duaya wan wiha bersivand: “ji we çi jin be çi mêr be ferq nîn e xebatên tu kesî zayî nakim. Lewra hûn ji hevdûne, ferqa we ji hevdû nîn e. Ew kesên ku ji bo rizaya min hîcret kirî, ew kesên ji welatê xwe hatibin koçkirin, kesên ku di rêya min de zilm û zordarî dîtibin. Ew kesên ku di rêya min de herbê bikin û werin kûştin, helbet ezê qusûrên wan binûxumînim û wan ji aliyê Xwedê Te’ala ve weke xelatekê di cinetên ku di bin re çem derbas dibe de bi cih bikim. Xelatên herî xweşik li cem Xwedê Te’ala ne.” (Al-î Îmran 3/195)

“Ji îro pê ve bizanibe ku: bê gûman Rebbê te ew kesên ku piştî tengasî, zilm û zordariyê sebir û mucahede kirin û piştre jî hîcret kirin bi tene nahêle. Belê Rebbê te li hember tevgerên wan yên xweş helbet wê wan bibexşîne û îhsanê bide wan. Lewra ew Xafûr e. Rehîm e. Ev mîzgîniya xelatên ku di ayetan de daye, belkî jî xelata diya me ya Sewde jî zewaca bi Resûlê Xwedê re bû. Mînakê wefayê Resûlê Xwedê ev fekariya mezin wê bi wefaya xwe reyê bide. Xwedî derketina wan kesên ku paşde mayî, li zarokên sêwî weke bavekî şefqetê bide wan. Hemû fikirî ku Resûlê Xwedê got ‘erê’. Hewle li hember qebûlkirina vê teklîfê gelekî kêfxweş bû û heman demê de çû cem Hz. Sewde. Divê mirov di karên xêrê de bi lêz bin. Bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin: “Ey Sewde tu dizanî ku Xwedê Te’ala ji bo te çi xêr û bereket da?” dema ku Hawle wisa got haya diya me Sewde ji tiştekî tunebû. “Diya me Sewde got: çiye? nizanim.” Hawle jî wiha got: “Resûlê Xwedê ji bo ku teklîfa zewacê ji te re bînim ez şandim.” Dema ku hewlê wisa got li hember teklîfeke wiha bê hempa kêfxweşiyeke mezin û şaş ma nizanî bû çawa tevbigeriya. Piştre xwe komkir bi dengekî lerizî wiha got: “Ez dixwazim! Lê tu ji bavê min re jî bêjî dibe.”

Bavê Hz. Sewde ne misilman bû. Lê belê wî jî dizanîbû ku Hz. Muhammed mirovekî çawa ye, dizanî bû şexsiyetekî bêhempa ye. ji bo wan siûdeke mezin bû. helbet ji bo bavê qîzekê fersendeke mezin bû. bavê Hz. Sewde gazî qîza xwe kir; fikra we ya di derbarê vê mijarê de pirsî. Dema ku bersiv erênî bû gelekî kêfxweş bû û ji bo Resûlê Xwedê teredut nekir da. heman demê de qebûl kir û mehra wan bixwe wî birî. Li gor çavkaniyan wê demê 10 saliya Pêxembertiya Resûlê Xwedê bû, wê demê emrê Resûlê Xwedê 50 bû. ya Hz. Sewde jî 55 bû. 14 salan bi hevdû re jiyan.

Dema ku gelê Mekkeyê ev zewaca sehkir bawer nekirin. Ji ber ku çavê wan tenê bi maddiyatê sînorkirîbû, her tiş li gor wiya dinirxandin. Wiha digotin; “Pîştî xanimeke weke Xetîce dewlemend û rêzdar, çawa kesekî weke Muhammed bi xanimeke bî, pîr û feqîr re dizewice?” Lewra pîvanên mamosteyê mirovahiyê cuda bû. Li bûyeran ji wan gelekî cudatir lê dinêrt…

—2—

Xewna Pêkhatî

Hz. Sewde berîya wefata zilamê xwe xewneke wiha dîtibû: di xewnê de Resûlê Xwedê destê xwe yê bimbarek danîbû ser milê Hz. Sewde. Hz. Sewde jî ev xewna xwe ji zilamê xwe re gotibû. Serkan jî piştî ku xewn guhdar kir, wiha got: “Ey Sewde heger te xewneke wisa dîtibe, ev nîşanê me dide ku ezê bimrim tu yê jî bi Resûlê Xwedê re bizewicî.” Hz. Sewde piştî çend rojên din xewneke din dît. Di xewna xwe de li ser balîvekê pal da bû. Ji asîmanan heyv jî li ser serê we dizîvirîya. Hz. Sewde ev xewna xwe ya xweş jî ji zilamê xwe Hz. Serkan re got. Hz. Serkan ev xewna jî guhdar kir û wiha got; “Ey Sewde bizanibe ku êdî mirina min nêzik maye. Ez wisa bawer dikim ku piştî wefata min mutleqa tu yê bizewicî.” Bi rastî jî çend roj piştî vê xewnê Hz. Serkan wefat kir.

Sewde bîntî Zem’a

Hz. Sewde ji eşîra qureyşîyan ji bavikê Amîr bîn Luey e. Navê bavê we Zem’a ye. Hz. Sewde Sekranê bi birayê Suhel b. Amr re zewicî bû. Berîya zilamê xwe misilman bû. Ji alîyê misilmantîyê ve li ser zilamê xwe gelekî bi bandor bû. Hz. Sewde ji misilmanên ewil e. misilamanan wê demê ji muşrîkan gelekî zilm û zordarî dît ji ber vê yekê jî nikarîbûm dînê xwe bi xweşikayî bijîyana. Ji ber van zilm û zordarîya muşrîkan Hz. Sewde bi zilamê xwe re hîcretê Hebeşîstanê kir. Lewra Teqdîrî Îlahî ye ku zilamê Hz. Sewde di vegerê de wefat kir û Hz. Sewde bî û bêkes ma. Resûlê Xwedê (s.x.l) bi Sewde re sewicî û bi vî şiklî birîna wê derman kir. Ji bêkesîyê xelas kir. Jixwe Hz. Sewde ji alîyê dinyewîî ve tiştek nedixwest. Daxwazîya wê tenê di bin mehra Resûlê Xwedê de wefat kirin bû. Hz. Sewde hêj li Mekkeyê bû ku mehra wan hate birîn. Bi vî şiklî xanima Resûlê Ekrem ya duyem Hz. Sewde bû. Di jîyana xwe de tu caran ji rizaya Resûlê Xwedê (s.x.l) derneket û ji sêwîyên Resûlê Xwedê (s.x.l) re dayîktî kirîbû.

FÊKÎYÊN ZEWACÊ

Mervatî mirovan nêzî hevdû dike. mervatî dibe wesîleya ku mirov hevdû bêtir nas bikin û fêhm bikin. Malbata Hz. Sewde ji ber ku Resûlê Xwedê nas nedikirin dijminatî dikirin. Jixwe mirov dijminê kesên ku nas nakeye. Piştî zewacê bav û birayê Hz. Sewde misilman bûn. Jixwe ev kes bi mervatîya Resûlê Xwedê re bêtir nêzî hevdû bûn. Exlaqê Hz. Sewde yê baş malbata wê bi bandor kir. Hz. Sewde belkî bi ziman nedigot ku têkevin dînê îslamê lê belê bi tevgerên xwe yê baş bav û birayê xwe xistibû bin bandora xwe. Her wiha dijminatî di nava wan de qedîya, têkilîyên germ dest pê kir. Bi xêra vê zewacê jîyana wan yê bêdawî xelas bû. Dema ku mirov ji derve li vê zewacê dinêre, di xûyanîyê de zewaceke normal xûya dike. Lê belê encamên ku têra temamê dinyayê bike hatibû standin. Lewra dîtina hîdayetê li dinyayê ji her tiştî bi qedr û qiymettir e. Ew kesên ku rêya rast dîtinî ne kesek bû jî civateke mezin bû.

POŞMANÎ

Birayê Hz. Sewde yê bi navê Abdullah b. Zem’a dema ku zewaca Hz. Sewde û Resûlê Xwedê bihîst gelekî xemgîn bû. Heta ji ber xemgînîyê porê xwe rûçikand û xwelî bi serê xwe kir. Piştre helbet Abdullah poşman bû. Poşmanîya xwe wiha tîne ziman: “Dema ku min bihîst xweha min Sewde bi Resûlê Xwedê re zewicîye, min porê xwe rûçikand û xwelî bi serê xwe kir. Tu caran ez neketîbûm halekî ew qasî xirab de.”

FEDAKARÎYA MEZIN

Ji ber ku însan ne malaîke ne car caran mirov di bin bandora nefsa xwe de dimîne. Ev jî tiştekî gelekî normal e. Di nava xanimên Resûlê Xwedê de jî carna nememnuyetî çêdibû. Di demekê wisa de em nizanin ku ji kîjan meleyê de bû, lê Resûlê Xwedê carekê xwest ku Hz. Sewde berde. Wexta ku Hz. Sewde ev mesele bihîst gelekî xemgîn bû û heman demê de hate cem Resûlê Xwedê (s.x.l) û wiha got: “Ey Resûlê Xwedê ji te ji alîyê dinyayî ve ez tiştekî hêvî nakim. Roja ku te ji min re veqetantî jî bila a ‘Aîşê be. Heger nexwezî, ji bo hal û xatir pirsînê jî ne cem min. Tenê bila ez di bin mehra te de bim. Ez dixwazim ku di bin mehra te de herim axretê. Wekî din ti daxwazîya min nîn e.” Hz. Sewde fedakarîyeke mezin kirîbû. Bi rastî vê fedakarîyê di dinyayê de ti jin nikarin bikin. Ji roja ku jê re hatîye veqetandin jî fedakarî kirîbû…. Axret li pêşîya her tiştî bû û Resûlê Xwedê ji her tiştî ezîz dihat girtin. Fedakarîyeke gelekî mezin e…Vaye ev fedakarî kirîbû dîya me Hz. Sewde. Ev daxwazîya wê ji alîyê Resûlê Xwedê ve hate qebûlkirin û Hz. Sewde di nava Ezwacu’t Tahîrat de ma.

—3—

CAMÊRÎYA WE

Hz. Sewde jî weke xanimên Resûlê Xwedê yê din ro dihat bi Resûlê Xwedê re tevlî şer dibû. Mesela tevlî şerê Uhud’ê bû. birînên misilmanan derman kir. Av ji wan re dianî û xizmetê wan dikir. Bi Resûlê Xwedê re beşdarî heca xatirxwestinê jî bûye. Piştî wefata Resûlê Ekrem Hz. Sewde neçû ‘umrê neçû hecê jî. Hz. Sewde bi camêrîya xwe, bi nefspiçûkîya xwe û bi belavkirina sedeqeyan navdar bû. Lewra li cem mînakê camêrîyê Resûlê Xwedê perwerdehî dîtibû. Ji Resûlê Xwedê wisa dîtibû. Ti caran ji devê Resûlê Xwedê peyva “na” deneketibû. Çi dîyarî ji Hz. Sewde re dihatin hemû li feqîr û belengazan belav dikirin. Bi vê belavkirinê gelekî kêfxweş dibû. Lewra mu’mîn ew in ku bi navê kesekî din dijî û bi kêfxweşîyên kesên din kêfxweş dibin. Îşte Hz. Sewde jî wê dikir. Di vê mijarê de ji xeynî Hz. ‘Aîşê herî pêşde bû. Rojekê Hz. ‘Umerkîsikek ji Hz. Sewde re şandibû. Hz. Pirsî ku di hundirê kîsik de çi heye. Wexta ku hînbû ku pere heye heman demê de got van pereyan li kesên feqîr belav bikin. Di înfaqê de mînak bû….

HEDÎSA KU NEQIL KIRÎ LÊ ME’NEYA WÊ PAŞÊ HATÎYE FÊHMKIRIN

Hz. Sewde pir hedîs rîwayet nekirine. Tê gotin ku Hz. Sewde 4 yan jî 5 hedîs rîwayet kirine. Di rîwayetekê de him xebera mûcîzeya Resûlê Xwedê yê xeybî heye, him jî gotineke mecazî ya ku Resûlê Xwedê bikar anî heye. Hedîsa ku di derbarê vê mijarê de ji me re Hz. Sewde rîwayet dike ev e: “Rojekê xanimên Resûlê Xwedê kom bûn û pirseke wiha pirsîn: – Ya Resûlê Xwedê (s.x.l) ji nav me kî yê pêştir bigehîje te?” li ser vê pirsê Resûlê Xwedê (s.x.l): “Piştî wefata min pîyê kê dirêj be ew ê bigehîje min.” Li ser vê bersivê em rabûn me pîyê hevdû pîva. Piştî wefata Resûlê Xwedê Hz. Zeynep bîntî Cehş wefat kir, me fêhm kir ku Resûlê Xwedê bi pîdirêjbûnê qala kesên camêr kirîye. Di nav me de jî ê herî camêr Hz. Zeyneb bîntî Cehş bû.

HER WIHA HENEKÇÎ BÛ

Dîya me Hz. Sewde her wiha xanimeke henekçî bû. Ji henekan hez dikir. Rasûlê Xwedê ji ber ku ev taybetmendîya wê dizanîbû wexta ku Hz. Sewde li cem bû henek dikirin. Dîya me Hz. Sewde wiha dibêje: “Rojekê Resûlê Xwedê (s.x.l) hate cem min. Min ji wî re xwarin çêkiribû. Wexta ku min xwarin anî pêşîya wî destê xwe lê da dît ku germ e. Wiha kerem kir: ‘Ey Hewle em ji ya germ re jî jiya sar re jî sebir nakin.’Ji Hz. ‘Aîşe jî rîwayeteke wiha tê neqilkirin: “wexta ku min xwarin anî pêşîya Resûlê Xwedê danî di navbera min û Sewde de rûniştîbû. Min ji Sewde re got bixwe, wê nexwar. Min jî dîsa jê re wisa got; ‘ya tu yê bixwî yan jî ez ê li rûyê te bidim.’dîsa nexwar. Li ser vîya min destê xwe di xwarinêXwedê ji ber ku ev taybetmendîya wê dizanîbû wexta ku Hz. Sewde li cem bû henek dikirin. Dîya me Hz. Sewde wiha dibêje: “Rojekê Resûlê Xwedê (s.x.l) hate cem min. Min ji wî re xwarin çêkiribû. Wexta ku min xwarin anî pêşîya wî destê xwe lê da dît ku germ e. Wiha kerem kir: ‘Ey Hewle em ji ya germ re jî jiya sar re jî sebir nakin.’Ji Hz. ‘Aîşe jî rîwayeteke wiha tê neqilkirin: “wexta ku min xwarin anî pêşîya Resûlê Xwedê danî di navbera min û Sewde de rûniştîbû. Min ji Sewde re got bixwe, wê nexwar. Min jî dîsa jê re wisa got; ‘ya tu yê bixwî yan jî ez ê li rûyê te bidim.’dîsa nexwar. Li ser vîya min destê xwe di xwarinê de kir û li rûyê wê da. Resûlê Xwedê jî kenîya û bîzat bixwe destê xwe di xwarinê de kir û da Sewdê got; ‘Tu jî di rûyê wê bide.’ Hz. Sewde jî di rûyê min da. Li ser vê Resûlê Xwedê (s.x.l) tebessûm kir.”

JI AYETÊN XWEDÊ AYETEK

Ayet ew e ku di kaînatê de tiştên ku Xwedê Te’ala nîşan dide û Xwedê Te’ala bi bîr tîne. Ayetên Qur’anê jî her yek ayetek e. Bi rastî her zindî ayetek e. Ayetbûna mirovan jî wexta ku mirov lê dinêre bîranîna Xwedê Te’ala ye. Ji xwe Resûlê Xwedê (s.x.l) jî wiha kerem dike: “Mu’mînê rastî ew e ku dema ku mirov lê dinêre Xwedê tê bîra mirov.” Her wiha ev xanima xûypak dîya me Hz. Sewde dema ku wefat kir ji alîyê sehabeyên mezin Hz. Abbas ve weke ayetekê hate binavkirin. Îkrîme (r’e) dibêje: “Rojekê piştî nimêja sibê ji Îbn Abbas re wefata Hz. Sewde hatibû gotin. Hz. Abbas heman demê de çû sûcûdê. Piştre jê pirsîn te çima wisa kir? Wî jî wiha bersiv da: “Resûlê Xwedê (s.x.l) wiha gotibû wextê ku we ayeyek dît heman demê de herin sûcûdê!” Ma ji wefatê xanimên Resûlê Xwedê (s.x.l) mezintir ayet hene?” gotibû.

HEDÎSEKE HERÎ GIRÎNG YA KU RÎWAYET KIRÎ

Hikmeteke pirzewacîya Resûlê Xwedê yek jî ev e ku, bersivên pirsên ku jê tê pirsîn û di jîyana wî de bûyerên ku hatin serê wî, di heman demê de hûkmeke dînî ye. Ji ber vê yekê jî divê were parastin û ji mirovên din re were gotin. Her wiha her xanimeke Resûlê Xwedê van awayekî hûrbijêr parastine, û ev wezîfeya girîng bi cih anîne. Ji ber vê yekê jî ev hedîsa ku Hz. Sewde rîwayet kirî ji van yeke. Dîya me Hz. Sewede bîntî Zem’a rîwayet dike: “Rojekê Sehabeyek hate cem Resûlê Xwedê û pirseke wiha jê pirsî: “Ey Resûlê Xwedê! Bavê min kal e. hêza wî tuneye ku biçe hecê. Ez çi bikim?” Resûlê Xwedê: “Heger deynekî bavê te hebe, tu bidî qebûl dibe?” Sehabe: “Erê.” Li hember vê bersivêResûlê Xwedê: “Xwedê Te’ala pir bi merhemet e. tu dikarî li cihê bavê xwe hecê bikî.”(13 Ahmet b. Hanbel, 6/429).

ÇÛYÎNA CEM HEZKIRÎYÊ XWE

Mirin rastîyeke jîyanê ye. Mirin gehîştina hezkirî yan jî hezkirîyan e. Ji bo dîya me Sewde jî gehîştina hezkirîyê xwe Resûlê Xwedê ye. Ji Hz. Sewde roj rojên xelîfetîya Hz. ‘Umer e. 19 salîya hîcretê bû. Ev xanima paqij, ji bo ku bigehîje Resûlê Xwe ji dinyayê xatir xwest, û çû ser dilavanîya xwe. Xwedê Te’ala me ji xêr û bereketa wê mehrûm neke Înşaallah. Di dinya dide me bike cîrana wê înşaAllah. AMÎN!

Fatma Gûneş Savluk

Derbar Fatma Güneş Savluk

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply