Cuma , Ocak 22 2021

Hz. Adem (a.s)

Dema beriya Hz. Adem:

Di beriya hatina Hz. Adem ku hat dunyayê kaînat hebû. Erd hatibî çêkirin û bi hemî nîşanên jiyanê hatibû xemilandin. Yanî, ji bo nehatina Adem (a.s.) tu sedemekî nemabû. Belê ya ku tê eqlê mirov, gelo kaînat ji çi demî va heye? Kes nikare bersiva vê pirsê bide. Lê di beriya hatina Hz. Adem, dunya hatibû şiklê jiyanê. Jiyana Adem (a.s.) û ya heywan û nebatan. Gelo di beriya Adem’da (a.s.) li rûyê dunyayê însan, an jî hinek mexlûqên din hebûn an ne? Ger hebin, gelo çi bûn an kî bûn?

Dema mirov li qissa Adem (a.s.) û axaftina ku di navbera Xwedê û melaîketan da derbas dibe dinhêre, mirov dizane ku bê şubhe di beriya Adem (a.s.) da li rûyê dunê jiyan û hinek mexlûqên din jî hebûne. Hin dibêjin ku di beriya Adem’da 12 (dwanzde) Adem yên din jî hatine rûyê erdê. Lê tu delîlekî di dest wan da tuneye.
Îro tê zanîn ku dunya bi milyaran sal berê hatiye avakirin. Gelo ji bo çi ewqas sal bê jiyan bimîne? Ji bo Adem (a.s.)? Na mirov vê zen nake!

Dema Xwedê di Qur’an’a Pîroz da behsa Adem (a.s.) dike pê re behsa hinek mexlûqên din jî dike, herwekî Melaîket û şeytanan. Xwedê dibêje ku „Şeytan di beriya Adem’da ji agir hatibû afirandin.“ (1)

Afirandîna Adem:

Dema Xwedê Teala dixwaze Adem çêke, ji melaîketên xwe re dibêje lê melaîket wekî neqayîliya xwe tînin ziman. „Ew dema ku Xwedê ji melaîketan ra got, ezê li ser rûyê erdê xelîfekî (yanî mirovekî ku bi navê min û bi hukmê min li ser rûyê dunyayê hukum bike) çekim, melaîketan î’tiraz kirin û gotin; „gelo Tu yê li rûyê erdê yekî xirabiyê bike û xwînê birêje çêbikî?“ Xwedê got: „Tiştên ez pê dizanim hun nizanin“ (2)

Piştî demekî Xwedê Adem afirand û ruh daniyê, ji melaîketan ra got: „De ija jê re biçin secdê (secda hurmetê, ne secda îbadetê herwekî em hemî dizanin ku secda îbadetê her ji Xwedê ra tê kirin), melaîketan hemî bi emrê Xwedê secde birin, lê şeytan di nav melaîketan da bû û wî secde nebir. Şeytan melek nîne û ji agir hatiye çêkirin, çawa ku me berê jî zikir kiribû. Xîtaba Xwedê ji hemiyan ra ye. Ji ber ku melaîket pirr in, bi vê minasebetê navên wan tê zikirkirin.

Wisan tê zanîn ku bûyer li rûyê erdê ye, lewra tê rîwayet kirin, ku Cibraîl xweliya Adem (a.s.) ji hemî hêlên dunyayê tîne û çamûra wî lihevdixe (hevîrdike). Ne ku Cibraîl (a.s.) ji rûyê erdê xweliyê dibe asîmanan û piştî çêkirina Adem carek din Adem dîsan tîne dunyayê!
Piştî şikildayîna Adem û dayîna ruh ji wî re, Adem dibe mexlûqekî zindî û bi îrada xwe tevdigere (3)
Piştî ku melaîketan ji Adem re secde birin şeytan li himber emrê Xwedê derket û secde nebir.
“Ka ew dema ku me ji melaîketan (û cinnan) ra got: Ji Adem re secde bibin, ji xêrê şeytan herkesî secde bir, lê wî (şeytan) secde nebir, rûguhert, (pişt da emrê me) qurretî kir, xwe mezin zanî û bû ji ehlê küfrê (4)
Yekê bêje şeytan melek nebû, gelo muxatebê emrê Xwedê dibû? Belê ew jî muxatebê emrê Xwedê bû, ger muxateb nebûya gerek jê re mesûliyet jî tuneba!
Piştî vê bûyerê, Xwedê Teala Adem dişîne cennetê. Bi angorê qeneeta me ev cennet, ne cenneta ku piştî mirinê qenc diçinê! Belku li rûyê erdê cîh kî gelek baş û xweş û tijeyê ji hemî new’ê nî’metên Xwedê ye. Lewra ew cenneta di piştî mirinê da ku qencên Xwedê diçinê, ne cîyê qedexa ye û şeytan û muşrik jî nikarin biçinê. Di vî derbarî da gelek ayet hene.

Di vî derbarî da Hindo dibêjin ku: „Adem kolê mê bûye û ji cem me reviyaye.“ Ji vî gotina Hindoya hinek alîmên Îslamê dibêjin ku îhtimal heye cenneta Adem têda li başûrê Hindistanê bûye û demek şûn ve ketiye bin derya Hind.(5)

Lê bi gorê qeneeta me cenneta Adem têda erdê Mezopotamya yê kevn bûye, ku ew erda bêrê erdekî pirr bi adan bûye.

Bi angorê hinek zanyaran jî, Adem di cenneta Fîrdews da bûye û piştî ji wir hatiye derxistin sirgûnê komgiravên Ceylonê û Hewwa jî sirgûnê Ciddeyê bûye.
Di vî warî da delîlekî sehîh di dest me da tuneye, belku Xwedê baştir dizane.

Afirandina dayika ne Hewwa:

Bi qasî ku em fêmdikin, dayîka me ya Hewwa jî, wekî bavê me yê Adem, ji xweliyê hatiye afirandin. Hinek dibêjin ku Hewwa ji parsûyê Adem yê çepê hatiye çêkirin. Bi qenaeta me ev riwayet qewî nîne, belku ew zanyarana ketine bin tesîra vê „rîwayeta ku dibêjin Pêxemberê me gotiye: Jin wekî parsûya xwar in….“ Pêxemberê me bi vê hedîsa hanê, mîsalek ji bo jina aniye û gotiye gerek jin bi nesîhetê werin başkirin, ne bi zor û zecr û lêxistinê. Ne ku Pêxember bi vê hedisê behsa afirandina jinan dike!

Piştî şandina Adem û Hewwa ya cennetê, Xwedê ji wan ra dibêje: „Hun dikarin ji hemî nî’metên cennetê bixun, vexun lê nêzîkî vê dara hanê nebin û şeytan ji we re dijmin e û hay ji hile û desîsên wî hebin.“ Lê mixabin şeytan diçe cennetê, herdukan dixapîne, bi wan ji darê didexwarin û dibê sedemê derketina wan a ji cennetê.(6)

Pişti demeka dûr û dirêj, ku Adem û Hewwa ji hev dûr dimînin û dûv re bi kerema Xwedê li çiyayê Erefatê rastê hev du tên. Tê zanîn ku Xwedê tewba wan qebûlkiriye û wan gîhandiye hev du. (7)

Di pişt vî ra demekî dirêj, bi hev re jiyana wan derbas dibe û ji wan gellek zarok tên dunyayê. Çiqas zeman jiyane kes nizane, lê bi angorê hinek riwayetan, Hz. Adem 930 li dunyayê jiyaye.

Xweda yê Teala ji Adem re pirtûk (10 sehîfe) şandiye û bi Adem gelek ilim daye zanîn herwekî ilmê fizik, kimya, tip û matematîk… Ji xêrê vê, dibêjin ku Hz. Adem bi zimanê Suryani, İbrani û Erabi li ser kerpîçan pirr tişt daye nivîsandin.

Gelo Adem (a.s.) Resûl bû an jî Nebî?

Ev mesele tam nahatiye zanîn. Belku hinek zanyar ji rîwayeta Ebu Hureyre ku dibêje: İnsan diçûn bal Nuh (a.s.) û jê ra digotin -tu Resûlê yekemîn î- delîl ji xwe re tînin û dibêjin Adem Nebî bûye, Resûl nebûye. Lê wekî tê zanîn ku Nuh (a.s.) Resûlê yekemînê di pey tofana meşhûr da bûye. Ji vê jî tê zanîn ku, tu ziddiyet di navbera riwayetan da tuneye.(8) Dema mirov dinhêre ku ji Adem ra pirtûk hatiye û bûye pêxemberê zurriyeta xwe, mirov dikare bêje ku Resûltiya Adem (a.s.) qewîtirê ji Nebîtiyê ye, lê ya herî rast û qenc Xwedê pê dizane.

Xwedê ji Adem ra jî, rojî û nimêj ferzkiriye, dibêjin ku nimêja Adem ya sibê bûye (9)

Ji vê pêda ku hinek dibêjin „Adem ewqas sal li cennetê, ewqas sal li Erefê, ewqas sal giriyaye û ewqas dem ew Hewwa bi hev ra mane“ hemî ne sehîh in. Lewra mirov bi yekî ra cîraniyê bike ewqas halê wî nizane, ka wê çawa halê Adem bizanibin ku di rîwayetên sehîh da nîne û kesî jî pêra cîranî û hevalî nekiriye!

Bi vê minasebetê me nexwest ku em zêde li ser jiyana Adem (a.s.) nesekinin.

Dersên ku mirov ji jiyana Adem (a.s.) bigire:

1- Hz. Adem xeta kiriye û bi xeta xwe hesiyaye
2- Î’tirafê bi xeta xwe kiriye û poşman bûye
3- Loma li nefsa xwe kiriye û gotiye çi kesên li pey nefsa xwe biçin li xwe zulmê dikin.
4- Bi zulumkirina li nefsa xwe îqrar kiriye û lavayê Xwedê kiriye.
5- Omida xwe neşkênandiye û demek dirêj dewamê toba xwe kiriye.
6- Xwedê jî toba wî qebûlkiriye û ew bexişandiye.
– – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – – –
(1) Hicr/28, (2) Bakara/31, (3) Hicr/26-31, (4) Bakara/34, (5) Kisesul-Enbiya/9, (6) Bakara/35-38, A’raf/19-25, (7) Bakara/37, Taha 122, (8) Kisesul-Enbiya/11´, (9) Ianetut-talibin c.1/21

Muhammed Nûreddîn Yekta

Çavkanî: mnyekta.com

About ziman

Avatar

Check Also

Almanaka çandî û hunerî ya 2020an – Mewlûd Oguz

Mevlüt Oğuz, di beşa nû ya Derkenarê de behsa buyer û berhemên çandî, hunerî, akademî û ferhengî yên sala 2020ê dike û hewil dide bi çavekî din li sala borî bê nihêrin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir