Şemî , Sermawez 18 2017
Malper / Hevpeyvîn / Hunermend Sebahattin Yıldız: Stranên kurdî hatine dizîn

Hunermend Sebahattin Yıldız: Stranên kurdî hatine dizîn

Deng û awazekî ji ber bayê serhedê xwe berdaye Amedê,xwe ji hewaya serhedê ya hişk filitandiye û bi ava Amedê dengê xwe şuştiye. Stranên Mihemed Şêxo,Tehsîn Teha û gelek stranên hunermendên kurd straye. Hunermendê kurd SebahattinYıldız bi xwe ji serhedê ye lê ev demek dirêje li Amedê dijî heta niha 4 albûmên wî derketine. Hunermend Yıldız ji Heftenameya Basê re behsa muzîka xwe,çanda dengbêjiyê,stranên Amedê yên berê kir.

Çîroka her hunermendekî heye. Çîroka te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Hezkirina min a muzîkê ji zaroktiya min ve destpê dike. Di mala me de teyb hebûn wê demê kasetên Şakiro,Hiseyno,Zehro min li wan guhdar dikir. Ez bixwe serhedî me 5 saliya xwe de bi malbata xwe re ez hatim Diyarbekir cara ewil em li navçeya Bismil bicîh bûn ji wê çaxê de têkiliya min bi muzîkê re hebû. Demên berê piqab hebûn ya min jî hebû lê plakên wê çaxê piranî tirkî bûn,min li tirkî jî guhdar dikir lê ji ber ku ew çax kurdî qedexe bû min li dibistanê stranên tirkî distira. Dema ez hatim dibistana navîn hevalên min mandolînek dane min tenê têlek wêhebû,bi wê têlê min hin melodî derdixistin,mamosteyê min yê muzîkê notayên stranekê bime dabû ji ber kirin,min ew nota liser mandolînê nivîsand min hewl da û derket. Ji aliyê din hin xort hebûn komeleyek avakiribûn wê demê hevalêkî min hebû li temberûdixist,meraqa min jî gelekî liser hebû min xwest ku min jî fêrî tembûrê bike. Hevalekî min stranekanîvço fêrî min kir yên din jî ez bi xwe fêr bûm.

Muzîk bi giştî çawa daxilî jiyana we bû?

Di salên 1983an de min destbi mamostetîyê kir hevalekî temenê wî ji min mezintir hebû komek damezirandibû wê demê diçûn şahîyan. Di şahîyan de tenê def û zirne hebûn,daxwaz ji min kir ku ez jî di koma wan de li cumbuşê bidim û bi wan re biçim şahîya, min jî şerm kir ezê çawa werim malbata min ,der û dora min wê çi bêjin lê hezkirina muzîkê bi ser ket min got ez ê herim ne jibopera jiber hezkirina min ya muzîkê bû ji sala 1983an heta niha bi awayekî profesyonel bi muzîkê re mijûl im her bi kurdî distrêm.

Bi eslên xwe hun ji serhedê ne dema em bala xwe didin çanda dengbêjîyê ev çand li serhedê xurttir e,bandorek çawa li ser muzîka we kir?

Bandora wê hertim liser min hebû ji xwe,kasetên Şakiro,Zahiro,Hiseyno timî li mala me dihat guhdarkirin. Herwiha Şakiro bi xwe jî bûye mêvanê mala me,bavê min û Şakiro hevdû nasdikirin. Ez dikarim bibêjim wê demê bala min zêde ne liser dengbêjîyê bû,piştî sal bi ser de derbasbûn ew dengên di zaroktiyê de min bihîstibûn di guhê min de mabûn dema ez distirêm û şîrove dikim kesên guhdardikin dibêjin tu ji serhedêyî? Ez dikarim bêjim bandora dengbêjan liser muzîka min heye.

Amûra sereke ya muzîka te ûd e. Çi taybetmendîya ûdê li cem te heye?

Min bi tembûrê destbi muzîkê kir lê bêhtir cumbuş bala min kişand,KomaDengê Azadî  ji Farqînê hatibûn Bismilê cara yekem min bi wan re ew enstruman dît bala min pir kişand û min got divê ez vê amûrê hîn bibim. Min pere da ser hev û ez hatim Diyarbekir min ji xwe re cumbuşek kirî. Bandora Aram Tigran jî heye ji sala 1977a vir de ez li Aram guhdar dikim. Piştî wî rehmetlî Vedat Aydin jimin re got; ‘Sabahaddindengê te dişibe yê Aram tu jî wekî wî nerm dibêjî,stranênwî bibêje.’ Ji xeynî Aram Tîgran,minMihemed Şêxo pir guhdar dikir. Salên 1993-94an min ûda hevalê xwe jê stend jibo ku biceribînim,min dît ku ev amûr û dengê min li hev tê. Ji aliyê din min liser lêkolîn kir ku muzîka kurdî ya klasîk de ûd heye û hatiye bikaranîn. Di muzîka Kawis Axa,Meryem Xan,Hesen Cizrawî da dema tu guhdar dikî ûd tê de heye lê di bakûrê Kurdistanê de kesî zêde ûd bikar neaniye kêm in. Muzîkjenê me bêhtir tembûrê lê didin ev jî tesîra muzîka tirkan nîşan dide.

Îro hunermendên kurd lê ne bi kurdî bi zimanên din distirên gelekî dihêne rexne kirin cenabê te derbarê vê meseleyê de çi difikire?

Yên ku di şert û mercên dijwar de jibo muzîka kurdî ked dabin ew kî dibe bila bibe divê meriv hurmetê jî nîşanî wan bide û qîmeta wan jî bizanibe ne jibo xwe jibo her kesî dibêjim. Yên ku bi tirkî,farisî,erebî hilbijartine û hunera xwe wiha pêktînin bi ya min ruhîyeta wan ya kurdî tuneye. Ez  vê yekê jî nîşan bidim ez ne li hemberim ku bi zimanê din divê stran neyê gotin,min di albuma xwe ya dawîn erebî,ermenkî û tirkî jî gotiye lê muzîka min a resen û bingehîn kurdî ye.

Di demên berê de derxistina albuman zehmet bû. niha jî hunermendên me di warê aborî de bi pirsgirêkan ra rû bi rû dimînin, te çi  zehmetî dîtîn?

Ev 34 sal e ez liser muzîkê dixebitim divê heta niha 10-15 albûmên min hebûya lê derfetên min tunebûn ji xwe berê qedexeya liser muzîka kurdî hebû û ez mamosteyê fermî bûm jiber wê min nikarîbû zû bi zû derxista. wê demê.Piştî salên 2000î min albûma yekem derxist,ev jî bi temamî min bi derfetên xwe derxist û min xwe nesipart ti saziya min hemû bi tena serê xwe kir. Min hemû tişt bi ked û derfeta xwe pêkdianî lê tenê di albûma min ya dawî karsazekî kurd, jibo hin tiştan alîkariya min kir.

Di albûma te de stranên berê yên Amedê balê dikşînin. Te çawa berê xwe da wê kelepûrê?

Di albûma xwe ya sêyemîn de min 2 stranên Diyarbekirê gotin.Gotinên wan bi tirkî ne lê dema mirov lêkolîn dike ev stranên Diyarbekir orjînala wan ya ermenkî ye,ya sûryankî ye ya jî kurdî ye lê gotinên tirkî liser nivîsandin e û bûye wek ‘’Diyarbakır Türküleri’’. Diyarbekirî ji van stranan hezdikin bi rastî ez jî jê hezdikim lê xwezî bi zimanê wê yê orjînal bûya lê derfet bo wê tuneye. Di ya dawî jî min tirkî-kurdî bi hevdu re gotiye ya Seyfettin Sucu ye wek mînak sitrana ‘Sallana Sallana’ ye. Mesela li Diyarbekirê wek civakî tirk ne tinebûne heger jiyabin jî memûrbûn e. Hilberîn çênekirine,civakê ku hilberînê çêneke hunera wan jî çênabe. Jiber wê yên li navenda bajêrermenî,suryanî, yahudî û kurdbûne heger hunerek hebe ev yên wan e ne yê tirka ye. Kesên ku dibêjin Diyarbakır Türküleri ez li dijî wan im ev ne rast e. Hayri Yoldaş stranên tirkî û yê Diyarbekir jî dibêje wî bi xwe jî di nivîseka xwe de gotiye stranên Diyarbekir menşeîya wanermenî,kurdî,suryanî an em bêjin îbranî ne ên ku li vir jiyane, ne bi tirkî ne. Piştî Komara Tirkiyê wek projeyekê hemû stran wergerandinê tirkî ne tenê li Diyarbekir mesela li devera Mûşê,Mêrdînê li hemû Kurdistanê stran berhevkirine û gotinê tirkî bi ser xistine û di TRTde gotine ‘’Mardin Türküsü,Urfa Türkuüsü,Diyarbakır Türkuüsü’’.

Bila siyasetmedar şûrê demokrasîyê liser kurdan ferz nekin

Di dema îroyîn de gelek stranên kurdî format û gotinên wan hatine guhertin û êdî ev stran ji aliyê hunermendên tirk wek sitranên tirkî dihên gotin û qet behsa kurdî nakin sedema vê yekê çi ye?

Ev dizîtiye ne tiştekî din e,dema kurdî qedexe bû hunermendê ku bi eslê xwe kurd lê yên ku bi tirkî distiran,çand û muzîka kurdî talan kirin. Liser muzîka wan gotinên tirkî nivîsandin û digotin,gotin û muzîk ya filankese,ev ji xeynî dizîtiye ne tiştekî din e ev cîhê şermê ye. Min ti carî tiştên wiha tevesûl nekir û yên ku dikirin em dijberî wan bûn. Dema tu çavkanîya muzîkê bibêjî serçavan lê tu çavkanîyê nabêje û tu dibêjî ya min e û tu didize ne tiştekî din e. Jiber wê muzîka kurdî gelekî talankirin lê ji îro pê ve muzîkjenê kurd divê van tiştan baş bikolin û tiştekî wiha hebe bi peyvên kurdî û orjînal bila bibêjin.

Min xebatek dûr dirêj liser albûma çaremîn, kir tê de 12 stran hebûn ji wana yek jî stranek ku bi tirkî gotinen wê yên Seyîd Axayê Cizîrî ‘’Bejna Te yî liser bana’’ ku muzîka wê ya resen kurdî ye. Hunermendekî Diyarbekirî ez navê wî naxwazim bibêjim bi tirkî gotiye ‘’Az kaldı bayram ola’’ muzîk heman muzîke lê gotinê wê guherandiye kiriye tirkî lê ya resen ev e’’ Bejna te yî ser bana hêdî hêdî meşiyayî yar’’min ev sitran got. Min xwest ku her kes bizanibe ev muzîka kurdî ye. Ez dixwazim gotinên xwe wiha xelas bikim,bila siyasetmedar şûrê demokrasiyê liser hunermendan ferz nekin bila tenê alîkariya hunermendan bikin,bila nebêjin filan muzîkê çêbikin. Gotina min ji muzîkjenên kurd re bila muzîka xwe ya resen baş nasbikin,heta tu muzîka resen nasnekî tu muzîka cîhanê jî çêbike bêqîmet e.

Heftenameya Bas

Nûjîn Onen

 

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Nadia Visser : Muzîka kurdî bi êşên kûr hatiye pêçan

Nadia Viseer ji strana Metin-Kemal Kahraman ya Hala Bêrê ya Mikail Aslan Şiye û heta …

Leave a Reply

%d bloggers like this: