Hunermend Brader;Heger dewleta Kurdan hebe wê hunerê Kurdî jî were parastin

Wek hunermendekî bakûrê Kurdistanê, îlan kirina tarîxa referandûma başûrê Kurdistanê çawa dinirxînî?Gello heger dewletekî serbixwe pêk were wê çi bandor li ser bakûr û perçeyên din bike?

Gelê Kurd, gelê herî mezin û xwedî dîrokek kevnare kû di nava çar dewletande hatîye parvekirin û hemî mafê rewa ji dest hatîye wergirtin. Milletekî bê dewlete.
100 sal di ser Sykes-picos re derbas bû ye.
Rewşa rojhikata navîn dîyare.
Îro ji her demê bêtir Kurd nêzîkî dewletbûnêne.
Li Başûrê welatê me rêveberîyek ne kêmî dewletê heye. Serokek û rêbazek xurt heye. Hemî şert û merc jibo ku Kurd bivin dewlet di xizmeta Kurdan de ye.
Ragigandina referandûmê wê me bêtir nêzîkî serxwebûnê bike. Referandûmê bandorek erênî li ser hestên netewî û diplomasî ya navnetewî dike.Şewqa xwe dide parçeyên dinjî û bayê azadîye di bûrizîne, dilê me bi def û zirne ye
bi givend û şahî ye dewleta Kurdistanê pir nîzîke.

Gello tekîlbûna sîyaset û huner tu çawa dibinî? Li gor te sîyaset li ser hunerê bi bandore?  Divê çawa bibe  huner xwe bêtir  pêşbikeve?

Ji bo Kurda huner bi xwe siyasete. Hunera Kurda bi qandî sîyaseta Kurda bi bandore di warê şiyarkirina milet de rolek mezin di lîze. Ji ber vê jî neyar herdem qedexe kiriye û jibo hunera Kurd tunne bike gelek fêlbazî kiriye.
Cara yekem ez ne jibo siyasetê lê jibo hunerê rastî zulma dewletê bûm e bawerim ev jibo hemî hunermendên me derbas dibe.
Her çiqas siyaseta Kurd huner a Kurd jibo hedefên siyasi bikar anîbejî, siyaset di bin bandora huner Kurdî de ye. Her stranek Kurdî peyamek siyasi ye.

Di haziriyên mitingên serxwebûnê de tu dixwazi cîh bigrî? Heger daxwazekî wisaji aliyê organîsazyonan ve ji bo te were tuyê qebul bikî ?

Helbet wek Kurdekî û hunermendekî jibo serxwebûne em di xizmetê de ne, komek me ya sivil heye ev du sale xizmetê dikin. Me sala çûyin li Almanya mitingek mezin lidarxist.
Îsal jî em di nava amadekarîyek mezinde ne ku 26 meha 8 an festivala serxwebûna Kurdistanê li darxînin.

Gello haziriyekî te yê ji bo roja serxwebûnê ,wekî  stran heye?Yan tuyê tiştekî amade bikî?

Birastî niha tiştek li ber dest xuyanake. Lê wê rojên li pêş çi berhem çêbice ez nizanim.

Xebatekî ji bo pêşerojê heye? Wek albûm wek Klîb?

Belê ez û birêz Sami Ergoşî di nava hazirîyekêdane.Nîvê Albumê stranên Samî bi xwe ne.

Pirsgirekên yên hunermendên Kurd  li gor te bi gelemperî, di taybetîyê de jî li bakûr çine?

Li bakur potansiyelek mezin heye. Gelek hunermendên ji Evdal û virde mîrasek mezin ji mere hiştine, em gere ji vê mîrasê para xwe bigrin û mezintirbikim di warê huner û hunermendande kênasî tune.
Lê rewşa bakur ku wek parçeyên din bazarak me ya huberê tuneye di pirsgirêk û derdikeve pêşîya hunera me.
Xebata ku heye lokale û teng dimîne. Ger partî û rêxistin xizmetek hunerê nekin kesek nake. Partiyên hene jî di nava sînorande karê lokal dikin. Pêşketina hunerê bi xebatên mezin û hevbeş û bi bazarek aborî têkildarbe mumkûne.

Em hîvîdarin Kurdustana azad dewletê avabike û wek hemî beşên jiyanê bazarek huberêjî çêbive. Ger bazar çêbive wê huquk û yasayên parastina mafên hunerê jî bi xwere ava bike.

Silav û serkeftin ji bo we û xwendevanê Peyama Kurd.
Brader Musikî

Çavkanî: Peyamakurd

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply