Di nav şaxên edebiyatê de hunera herî bi hêz hunera edebiyatê şano/tiyatro ye. Di van demên dawîn de min dest pê kir çiqas pirtûkên li ser teorî û hunera Tiyatroyê hebû, min peyda kir û xwend. Piştê wê jî min dest bi xwendina berhemên şanoyî kir. Di nav berhemên şanoyî de min herî zêde berhemên Wîllîam Shakespeare xwend û min derbarê hemû pirtûkên Shakespeare de pirtûkek şîrovekirinê nivîsî. Navê pirtûka min ”Westayê peyv û hevokan Shakespeare” e. Berhemên Shakespeare gelek xweşa min çûn û min du pirtûkên wî jî wergerand kurdî.
Min tenê bi xwendina berhemên Shakespeare qîma xwe neanî, min li ser berhemên wî nivîs jî nivîsand. Ji wan nivîsên ku min nivîsî hinek jê di kovarên curbecur de derketin, hinek nivîs jî qet li cihek nehatin weşandin. Min hemû nivîsên ku li ser tiyatroyê û berhemên şanoyî nivîsîbû di pirtûkek de civand ser hev. Min pêşgotinên ku ji bo berhemên şanoyî yên hinek nivîskarên cîhanê nivîsîbû jî girt nav rûpelên pirtûkê. Ez ê van hemû nivîsan bi dilxweşî pêşkêşê xwendevanan bikim.
Bi kurdî ev pirtûka yekeme ku li ser berhemên Shakespeare û berhemên şanoyî yên nivîskarên cîhanê tê weşandin. Weşanxana Helwest giranî dabû ser weşana berhemên şanoyî. Ez dikarin bibêjim ku, di nav hemû weşanxaneyên kurdan de weşanxaneya ku herî pir berhemên şanoyî weşandiye, weşanên Helwest e.
HUNERA ŞANOYÊ Û BANDORA WÊ
Di hêla hunerî de girîngîya şanoyê li ser sînemayê ve ye. Tesîra lîstikek şanoyî ji filmek sînemayê pirrtir e. Mirovên ku ewil di tîyatroyê de leyistine û paşê derbasê sînemayê bûne rola xwe gelek xweş bi kar tînin û ji artîstên normal baştir rola xwe dileyizin. Gelek artîstên bi nav û deng derbasbûna wan ji tîyatroyê tê.
Leyistika şanoya Kurdî di nav gel de gelek kevnare ye. Di demên berê de, di dehwetên (dîlanên) Kurdan de şanoya gelêrî dihat leyistin. Ez wexta ku hêj piçûk bûm, tê bîra min di dîlanan de şanoya bi navê “Kose” di dîlanan de dihat leyistin û gel hetanî dawîyê şanoyê gohdarî dikir û lê temaşe dikir. Leyistikek din yên şanoyî jî navê wê “Mîr û Kizîr” bû. Ev leyistik jî wek tîyatroyê di dîlanan de dihat leyistin. Niha dehwetên (dîlanên) Kurdan hatine guhartin, wek berê nînin, modern bûne, di salonan de bi mûzîkê têne çêkirin.
Rewşa “Şanoya Kurdî” hewqas ne baş e. Di hêla şanoyî de pêşveçûnek mezin û berfireh çênebûye. Niha her çîqas ji bo pêşveçûna şanoyî hinek kar û xebat tên kirin jî ev ne bes e. Qelsîya şanoya Kurdî hêj jî berdewam dike. Hinek leyistikên şanoyî tên leyistin, lê ew jî têr nake. Pirtûkên şanoyî jî gelek kêm tên weşandin. Gelek nivîskarên Kurd hene, lê ev nivîskar berhemên şanoyî naafrînin. Tenê çend nivîskarên Kurd bi vê tiştî mijûl dibin û berhemên şanoyî diafrînin. Ew jî têr nake.
Çend komên şanoyî yên Kurdan hatine damezrandin. Her wek “Koma şanoya Ehmedê Xanî” “Koma şanoya Roja Welat” û yên din. Gelek komên şanoyî yên ku berê hatibûn damezrandin jîyana wan kin bû. Ji ber sedemên aborî û gelek sedemên din, van komên şanoyî kar û xebat û jîyandina xwe ya şanoyî berdewam nekir in. Di nav navendên çandî yên Kurdan de çend komên şanoyî hatin avakirin, lê ew jî gelek bi amatorî kar dikin. Leyistikên ku ev komên şanoyî li dar dixin, leyistikên ji alî naveroka xwe ve gelek qels in. Hinek komên şanoyî di leyistikên xwe de du ziman (Kurdî û Tirkî) bi kar tînin, li gor min ev tiştekî xelet e. Divê yek zimanekî, ew jî tenê Kurdî bi kar bînin. Ji bo ku ev komên şanoyî yên Kurdan in, û ji bo gelê Kurd tîyatro çêdikin û dileyizin, divê zimanê leyistika wan jî Kurdî be. Di leyistikekî tîyatroyê de du gotin bi Kurdî û du gotin bi tirkî axiftin qet baş nîne. Wek ku min got, pirtûkên tîyatroyê yên Kurdî gelek kêm in. Raste kêm in, lê li gel wan pirtûkên heyî, gelek pirtûkên nivîskarên bîyanîyan bi Kurdî hene. Di dema me de gelek pirtûkên nivîskarên klasîk yên cîhanê hatine wergerandin û bi Kurdî hatine weşandinê. Komên tîyatroyê van leyistikan dikarin li ser sehnê xwerû bi zimanê Kurdî bidin leyistin. Di leyistina leyistinek şanoyî de sahne gelek mûhîm e. Dekora wê, kostûmên wê, ronahîkirina wê divê baş bê amadekirin.
Tîyatro beşekî, şaxêkî edebîyatê ye. Edebîyat bi xwe îlmêk e, zanîstîyek e. Ji bo îlmê edebî tîyatro obje ye. Di îlmê edebî de rola nivîskarên edebî gelek girîng e. Yên ku hunera leyistikê radixe holê nivîskar e. Nivîskar bi berhemê xwe rê ji leystîkvanan re vedike.
Tîyatro xezîneya hunerê ye. Yên ku rê ji sînemayê re vekirîye hunera şanoyî ye. Di vê hunerê de rolekî girîng jî dikevê ser milên leyistikvanan. Leyistikvan ku di sahnê de rola xwe baş bileyizê, wê gavê dikarê mirovan di sehnê de stîlîze bike. Leyistikvanên tîyatroyê mirovê axaftinvan e. Ew bi rola xwe û bi axaftinên xwe temaşevanan dide fikrandin. Dîyalogên di nav leyistikvanan de ji hemû tiştan girîngtir e. Di axaftina xwe de ji diyalogek derbasî dîyalogekî din bûyin û bi taybetî dîyalogên dramatîk gelek muhîm e û jê re hunerek zanîstî dixwazê.
Di tîyatroyê de cîh, dem û bûyer jî gelek girîng e. Trajedîya grekî hevgirtina cîh, dem û bûyerê dixwazê. Trajedîya grekî, hevgirtina qaîdên Arîstoteles bi cîh hanî ye. Ev qaîdekî estetîkî ye. Em bêjin ku nivîskarekî şanoyî bûyerek dinivîsînê ku di nav du saetî de ev bûyer di eynê cîh de dest pê dike. Lê divê rewşa berîya vê bûyerê jî bê nivîsandin. Waxta ku nivîskarekî şanoyî leyistikek şanoyî dinivîsînê divê pêşî bide xwîyakirin ku ev leyistika şanoyî di kîjan cîh de derbas dibe, wê bide fêmkirin. Di leyistikekî şanoyî de bûyer ji bo ku pêwîst e dibe ku li Londonê, Berlînê, an jî di herêmek çîya de, yan jî di nexweşxaneyek de derbas bibe. Xwîyakirina van cîh û waran di sehnê de derbas dibe. Ji bo vê yekê divê têkilîya nivîskar û sehnê bi hevre xurt be. Nivîskar cîhê bûyerê di şanoyê de li ser sehnê wek Madrîd, Stenbol, an jî Amed bide nîşandan, divê daxwazîya Îllusîonê xwe ve girêdayî be, bizanibe ku bê Îllusîonan teatr nabe. Ji bo ku Îllusîon baş bê fêmkirin, ez livir mînakek bidim: Şêxzadeyekî kor bawer dike ku di qesra xwe ya nexirabkirî de dijî. Lê bi eslê xwe di xanîyekî xirabe de dijî. Ew dibêje qey ji Kral re serî xwar dike, çok dide erdê, lê di eslê xwe de ew ji reşikek re çok dide erdê. Bûyera şanoyî ya ku derbas dibe wek cîh eynê ye, yek cîhek e, lê bi Îllusîonê ew cîh bi leyistika di pêşberî Şehzadê kor de dibe du cîh. Cîhek cîyê ku temaşevan dibînin, cîhê din, cîhê ku Şexzadê kor pê bawer dike ye. Wek her hunerî hunera şano (tiatr) jî cîhanekî bi şekl e, cîhanekî çêkirî ye. Lê her cîhana çêkirî wisan hêsan nayê çêkirin, nahê bi şekilkirin. Her çiqas nêzî eqil be jî, qaîdên estetîkî sînorên xwe hene. Her huner ji çêbûyîyên teknîkên yên dema xwe feyde dibîne.
Piştê ku bi kurtahî be jî, ez li ser cîh sekinîm, vêca dixwazim li ser demê (wext-zaman-kat) bisekinim. Leyistikek şanoyî tenê bi cîh-mekan- ve girêdayî nîne. Têde dem-wext- jî heye. Sahne hem cîh û hem jî demê dide dîyarkirin. Cîh û dema bûyerê, ji bo leyistika şanoyî girîng e. Lê di hinek leyistikên trajedî de demê nadin nîşandan. Di vir de dem wek naturalîstî bi hev ve girêdayîye, hev du teqîp dike. Lê, hewce nîne ku her dem jî weha be. Wek mînakek: leyistina şanoyî ya ku Nestron nivîsandîye “Roja Dîlanê, Mirin” leyistikek pêkenokî ye. Di vê leyistikê de di eynê demî de, di eynê wextê de du perde heye. Bûyera di perda duyemîn de û ya perda yekemîn bi hawayekî westatî bi hevdu re hatîye girêdan. Û bi hevre yek demî hatîye çêkirin. Di şanoyê de dem dikarê bê kinkirin, dikarê hêdî bê meşandin û dikarê zû jî bê meşandin, dikarê bê seknandin, û dikarê bê nûhkirin.
Rewşa Fîguran jî gelek girîng e. Di hunera şanoyî de lehengên (qehramanên) tradejiyê û lehengên komedîyê bi her awayî ji hev cûda ne. Ferqîyek berbiçav di nav herduwan de heye. Lehengê trajedîyê xwedîyê kêrhatî û xisûsîyetên taybetî ye. Divê ew bi hunera xwe ya leyistikvanîyê, bi xisûsîyetên hunerî dilêşîya temaşevanan zîz bike. Sucdarîyê û bê sucîyê lihevûdû bixe û li gor qaîdan pêşkêş bike. Em bêjin ku lehengê leyistika şanoyê mirovekî xirab e. Divê nivîskarê şanoyê piçekî rih bide vê xirabbûyîna wî. Di şanoya Almanî de mirovekî sempatîk di cîde dibe şeytan. Hîkariya, anku bandora (tesîra) hunerê jî jivir tê.
Di şanoyên dema qedîm de û bi taybetî jî di şanoyên Shakespeare de leheng (qehraman) ji qada çîna herî bilind e, ji nav asîlmendan e, ji nav arîstokratan e. Temaşevan dibîne ku mirovek ji çîna wî bilindtir wek wî bi dilêş e, bi kul û keder e. Ev tişt jî ji bo temaşevanan tesîrekî xwe heye. Bandora wê leyistika şanoyî li ser temaşevan heye. Temaşevan di sehnê de di şexsîyeta lehengê leyistikvan de xwe dibîne.
Di leyistika şanoyî de û di leyistikvanîyê de ziman gelek girîng e. Di esasê xwe de zimanê şanoyî pirr û pirr girîng e. Bi kar anîna ziman û bi rolekî hunerî leyistikvan dikarê hemû temaşevanan bixe nav kelecanê/heyecanê. Bûyerê dikarê dramatîze bike. Ferz bikî hanîna xeberêk (nûçeyek) dikarê bi girîngî bala temaşevanan bikşîne. Karanîna zimanê şanoyî jî bi serêxwe hunerek mezin e.
Lokman POLAT