Hûn dizanin tûzik dermanê çiye?

Tûzik li ser ava ye
Av li binya mala ye
Pîr nexweş e bela ye
Tûzik dermanê dila ye

Baranê rêşe rêşê
Pîr nexweş e zehf dêşê
Tûzik di dev de bigvêşe
Tûzik dermanê dilêşê

Rêya Tûzik ne dûr e
Gola wê jî ne kûr e
Tûzik Mendik, hê hûr e
Dermane bêqisûr e

Pîrê rabû ser piya
Gazî kire gundiya
Emaneta Tûzikê
Tûzik heyata hemiya

Keçik çûne Tûzikê
Xortan çûne Mendikê
Dest avêtin Tûzikê
Avê avêt navikê

Dîkran Melîkyan

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply