Hûn Bixêr Hatin Hollandê

Gelemperî ji min dipirsin; xwedîkirina zarokeke nekanyar çawa ye? Aha ji we re vebêjim. Hesta ku hûnê bibin xwedîzarok an dê û bav, mîna planeke ger û geşta li Îtalyayê ye.  Di derbarê Îtalyayê de hûn gelek pirtûk û biroşûran digrin û dest bi planeke nûwaze dikin. Kolezyûm, Dawidê Mîkelanjelo û kelekên Venesê… Heta hûnê hînî çend herfên Îtalyanî jî bibin. Hemî tişt bi kelecaneke nûwaze ye. Û li dû roj û mehan, roja rêwîtiya we hat. Hûnê alav û pertalê xwe hilgirin û hûnê derkevin rê. Dû çend saetan balafira we dadikeve û hostes mîkrofonê radigire. Û hostes dibêje; “hûn bixêr hatin Hollandê”. 

Wey çawa!? Holland? Min bilêta Îtalyayê girtibû. Divê ez herim Îtalyayê. Di seranserê jiyana xwe de min xewn û xeyala çûna Îtalyayê didît. 

Lê di rotaya balafirê de guhertinek çêkirine. Û hûn daketine Hollandê. Divê hûn li Hollandê bimînin. A baş, we danenîne dereke pîs û gemar û xeternak. Lê belê hûn tenê li dereke cuda ne. Ji ber vê hawê, divê hûn çend pirtûk û biroşûrên nû bigirin û hînî zimanekî din bibin. Û divê hûn nas bikin hinek mirovên ku derbarên wan de bêagahî nin. Ciyê ku hûn çûne, tenê ciyeke cuda ye. Jiyana vê derê ji ya Îtalyayê tenê girantir e û ne balkêş e. 

Lê belê dû demeke kurt, hûnê bîna xwe berdin û li dora xwe binêrin. Hûnê aşên bê û laleyên Hollandê ferq bikin. Rembrandtê Hollandê jî heye ku destnîgarê navdarê Holland û Ewrûpê ye. Lê hûn kesên ku dinasin, her demê behsa çûn û hatina xwe ya Îtalyayê dikin. Behsa rojên xwe yên borî li Kolezyûm, Dawidê Mîkelanjelo û kelekên Venesê dikin. Û hûn dibêjin; “divê ez jî biçûma Îtalyayê”. Ji ber vê hawê êş û kedera we qet bi dawî nayê. Ji ber ku xeyala we ya rind a çûna Îtalyayê şikestiye.  Û bi ser neketiye. Di seranserê jiyana we de, ji ber ku hûn neçûnin Îtalyayê hûnê xemgîn bin.  Lê belê heger hûn, her dem xemgînê  ji ber ku neçûnin Îtalyayê bin, hûnê rind û xweşiya Hollandê nebînin.

Emily Perl Kingsley

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply