Hozanvan û pêdakirina fantaziyê

Zanayê navdar Sigmund Freud dibêje ku di her mirovekî de hozanvanek heye û hozanvanê dawiyê bi mirina mirovê dawiyê re diçe. Ew dipirse, ma wê ne çêtir be, em li rêç û şopa hozanvanê pêşîn li ba zarok bigerin? Ji ber ku zarok bêtir ji lîskê hezdike û xwe bi lîskê re gêro û mijûl dike. Ew ji xwe re, wek hozanvan cîhanekê avadike, an em rast bibêjin, ew heyînên cîhanê ji xwe re li gor hezkirina dilê xwe, di cîhaneke dî ya nûjen de datîne, hema nayê wê wateyê ku ew lîska xwe bê cediyet dilîze, ew ji dil de dilîze û acetên lîska xwe, wek tiştên berbiçav ên rojane dibîne, ji rastîniyê ve, tevî ku di fantaziyeke xort de ye, jê bi dûr nakeve. Ciyawazî di navbera hozanvan û zarok de, di pêdakirina cîhana xwe ya fantaziyê de nîne.

Hevmaliya zimanê helebestvanî û yê lîska zarok jî her maye, û hozanvan peyvên wilo bi kar tîne, ku “lîsk” têde ne. Sigmund Freud sê peyvên wêjevanî yên giring: “Lîska evînî”, “Lîska şîniyê” û “Lîskvan” wek nimûne tîne zimên.

Zarok mezin dibe û “Lîsk” her bi wî re mezin dibe, her di hindirê wî de dimîne, lê ji ber ku pêwîst e ew dev ji wan “Lîskan” berde, bi wî re xemgîniyeke navxweyî pêda dibe, êdî ew lîska xwe di “henek û yariyan” de dibîne. Ji lîska bi tiştan diçe ser lîska bi peyv û wateyan. Li vir nema ew bi acetin berbiçav û di nav destan de dilîze, ew zimên, peyv û bêjeyan bi kar tîne, hema ew her dimîne “Lîskvan” û ji cîhana fantaziya xwe dernakeve, bêtir firehtir dike, li ser wê şêweyekî taybet ji peyvdariyê pêda dike, û bi wê yekê dilşad e û kêfa canê wî mezin e. Ewê mirov baş dinase, dizane ku mirov nikane bi asanî dev ji wê kêfê berde, ew kêfa ku di “lîskê” de dîtiye…

Zarok fantaziyên xwe yên di lîskê de pêda dike, çi bi tenê xwe be û çi bi hogiran re, ji kesî fedî nake û venaşêre, hema mirovê gihîştî fedî dike, newêre wan fantaziyên xwe aşkere bike, ew bi gelek çêrok û wêne û lîstikên wêjevanî dipeçine, bi tabloyeke ku pir caran nafêhmkirî û “Soryalî” dide der û belav dike.

Di hiş û dilê zarok de, yek axaz “daxwaz” her heye, ew bibe mêrekî gihîştî û girs, kanibe her tiştekî bi xwe bike. Ev axaz (1) wî dilivlivîne û di lîskê de ber bi avakirina cîhana fantaziya xweyî ve kaş dike. Li ba kesê zarotî li paş xwe hêştî, axazên bi cih nehatîne dibin motora livîna wî ya fantaziyê, hezkirina keçekê, ku neçûye serî, dikane (2) wî rake balaxaneyeke fantaziya bê wekanî.

Fantaziyek di nêv sê deman de digere an difire: Niha, berê û dema li pêş. Mirov tiştekî, bûyerekê an kesekî dibîne, yekser tiştek, bûyerek an kesek di dema berê de tê bîra wî, an axazek bi cî nehatibû, fantaziya mirov wî dibe dema li pêş û rewşeke pêjinî “xeyalî“ ji xwe re pêda dike, cîhaneke fantaziyê, ku tê de ew axaza di dil de maye bi cîh tê… Divê em têkiliya fantaziyê bi lîskê re hîç ji ber çavan winda nekin.

Tiştekî dî yê balkêş, di vê fantaziyê de heye, ew jî kesaniyeke serekîn e, weku dixuye ji aliyê hozanvan û çêrokvan ve, her tê paristin, û bi hemî hêza xwe bizavê dike, ku em ji wê kesaniyê hez bikin.

Di fantaziya hozanvanan de, tiştekî ku em bi destan dihîsin an bi çavan û guhan dibînin û diguhin, dikare bibe nîşana kesaniyekê an ciyê wê kesaniyê di helbestê / berhemê de bigire, gul û heyv di gelek stran û çêrokan de ciyê dilberê digirin. Li ba Shakespeare, di “Bazarganê Vênîsiya“(3) de, her  kesekî ku tê destê Porziya dixwaze, pêwîst e sandiqekê ji sê sandiqan hilbijêre, yek zêrîn, yek zîvîn û yek qurşînî ye. Di yekê de ji wan wêneyê Porziya heye, yên dî vala ne. Şehzadeyê Marokî ya zêrîn hildibijêre, vala derdikeve, şehzadeyê Arragonî ya zîvîn hildibijêre, ew jî vala derdikeve, hema hezkirîyê Porziya ya qurşînî hildibijêre, di wê de wêneyê dilbera wî heye û wê li xwe mardike. Her yek ji destxwazan berî sandiqa xwe veke di cîhana xwe ya fantaziyê re digere û egeran bo standina biryara xwe dibîne. Sigmund Freud dibêje ku Shakespeare ev çêroka sê qutîkan ji “Gêsta Romanorum“ biriye, ew berê di nav mirovatiyê de hebûye, lê sê keçikan di “Gêsta Romanorum“ de dixwastin kurê Qeyser ji xwe re bistînin. Tiştê balkêş ew e ku Shakespeare careke dî di “Şah Lîr“ de, li vê lîstikê vedigere, gava şah ji bo hersê dotên “qîzên“ xwe dibêje, ku ya bêtir ji wî hez bike, wê dêrîna “mulkê“ xwe ji wê re bihêle û ewa ji wî hezneke û bihayê wî nizanibe, êdî ne dota (4) wî ye û mafê wê di dêrîna wî de tune ye. Herdu dotên şah, Gonerîl û Rêgan para xwe bi hezkirina bavê xwe distînin, lê Kordêliya “Cordelia“ bê par dibe. Li ba Sigmund Freud sê kesanî yên ji hev cihê, sê jinên ne wek hev, di hersê berhemên mirovî yên giranbuha de tên berçavkirin, hema her carekê bi şêweyekê, li gor fantaziya hozanvan / berhemdar lîsk her dimîne ew lîsk. Di efsaneyê Kurdî de jî ev sê birakî an sê xûşkî pir ji zû ve heye (5).

Di efsaneya Girîkî “Yûnanî“ de jî pêwîst e Parîs jî ji nav sê xwedîkan yekê hilbijêre. Ev lîska mirovî fantazîkirina viyan û daxwazan, ku bi şêweyin wêjevanî yên carina baş û bêmirin, ji aliyê hozanvan/ çêrokvan ve tên pêdakirin.

Li ba Sigmund Freud tev li bîranên zarotiyê dibin, bi gelek çarikan mirovatî zarotiya xwe dipeçine û pêşkêş dike, wekî kûzikên ku ji heriyê tên pêdakirin, her yek şêweyekî distîne, lê di binyada xwe de tev ji yek gola heriyê ne.

Hûn bimîn di xêra Xwedê de.

(1) Ehmedê Xanî peyva “axaz“ bi kar aniye.

(2) Dikane ji “kanînê: Istîtae’tê“ hatiye

(3) Li wergerandina me ya bi Kurdî binêre.

(4) Kurd dibêjin: Dayê bibîn, dotê werîn.

(5) Min kurteromaneke bi Kurdî li ser sê Gul û sê bira bi navê “Gulyar“ nivîsiye, hema ta niha hîn nehatiye çapkirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply